Peymana Seedabadê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Di 8'ê Tîrmeha 1937'an de li Tehranê di navbera Tirkiye, Îran, Iraq û Afganîstanê de peymana nelirêtiyê hat îmzekirin
Content deleted Content added
Rûpela nû hate tomar kirin
(Cudahî nîne)

Guhartoya 14:41, 23 adar 2011

Paxta Sadabadê, paxta ku li rojhilat weke Paxtaka ku piştî Mohrkirina Peymana Lizanê de hatîya Mohrkirin a. Bi teybetî, di vê Paxtê de li ser pirsgirêka Sînoran hate sekin in. Tirkiye, Îran, Îraq û Sûrî hatibû mohrkirin. Welatên din yên herêmê jî, tê gotin ku tevlê bûna. Lê bi teybetî van welatan qatkirina kurdistanê di paxtê de kirîya mijar û li ser sekinî na. Berî paxtê jî û piştî Paxtê jî serhildanên kurdan berdewam kirîna.

Paxte Sadabadê, di 8 temuzê sale 1937an de hate mohrkirin. Bi teybetî, di paxtê de di çerçova pirsgirêka kurdan de bi hev re gav avêtin têkirin li bin mohrê de. Li gor Paxtê, wê welatan, li ber kurdan û serhildanên wan yên piştre ku bibin jî, wê bi hev re tevbigerihin. Bi vê yekê re, welatên andamê wê paxtê, weke tirkî, Îran, Îraq û Sûrî li ser peymane Lozanê re rewşa ku ji wan re welatê ku afirîya bi "herêkirina serbixwebûna welatîtîya hevdû" re li hevdû herê dikin. Bi vê yekê re, weke Paxte denezendina ji hevdû re serbixwebûna xwe ya jî. Ji ber "ku kurd, di serhildanê de hena, êdî di wê Paxtê de hatîya Kifşkirin ku wê hertimî li ber kurdan û serhildanên wan, wê bi hev re gav biavêjin û tevbihgerihin".

Di paxtê de, pirsgirêka Şat-ul-arabê jî têde di naqabîna Îran û Îraqê de hatîya axiftin. Bi teybetî, van welatan, wê li gor Paxtê, wê sînorê xwe ji hevdû re bi parastan. Kurdên Rojhilat, wê nekarîban herina Başûr, bakûr û başûrrojava wê kurdên bakûr ne karîban herina başûr û rojhilat û başûrrojava û wê kurdên başûrrojava wê nikariban herina bakûr, başûr û rojhilat. Wê sînor hildaban awlatîyê û wê ti çûn û hatin destûr ji wan re ne hatiba dayîn. Ji roja ku ev paxt hatîya mohrkirin, hate roja ma di merîyetê de ya. Hê jî, î ro jî, ew paxt di merîyetê de ya. Çend ku deme berî komara Îslam ya Îranê ev paxt hate mohrkirin, di deme wê de û piştî wê re jî, komara nû ev paxt ji aliyê dadî, ramyarî û her aliyên wê yên din ve da berdewam kirin. Weke peymaneka sînor ya girîng ya di nav welatên ku li Kurdistanê serdestin a.

Di Xale wê ya 7. min de ku ji kurdan re dibêje, weha nivîsêne: "Yên(welatên ku girêdayî paxtê na) ku gîrêdayîna, di nav sînorê xwe de, ku aliyên din yê paxtê(welatên din) daxistina sazîyên wan, aramî û pergale wan ku xira bike, û an jî ku rejîma polîtîk ji bo ku xirabike û an jî ku li ber şerê çekdarî bide meşandin, bi wê armancê avakirina rêxistin û an jî koman, pêşî li wê girtinê dihildê ser xwe ..". Ev xalên wê hemû jî, hate roja me, di merîyetê de na.