Îşkence: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
Yek'''Êşkence''' yek ji şermên mirovahiyê yê herî kevn e. Ji bo berjewendiyên ferdî, olî, komî û dûgelî mirov êş û azarê dide mirov. Di dîroka mirovahiyê de herdem êşkence hebûye. Mirovahiyê wekî gelek şermên xwe hêj dawî li êşkenceyê jî neaniye. Êşkence, pêkutî, têkiliya nemirovane hwd her dem bûye alaveke desthilatdariya dûgelan.
 
Psîkoanalîst [[Sigmund Freud]], kesê ku li qurbanê xwe êşkence dike wekî nexweşeke dinirxîne û dibêje "êşkenceker her lêdanekê li rûhê xwe dixe". Ferd, ol, kom û dûgel çiqas neheq û zalim be, êşkence jî ewqas neheq û zalim dibe. Tenê di sedsala 20´î de bi milyonan mirov ji aliyê dûgelan ve êşkence dîtine û jiyana xwe ji dest dane. Mixabin [[zagona daristanê]] hêj berdewam e. Kê xurt be li yê din zilmê dike û ne ew lê qurbanê wê neheq tê dîtin.