Penaber: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Erdal Ronahi (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Erdal Ronahi (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 3:
Penaber, peyveke dadmendiyê ye. Ji [[koçber]] cudatir e. Piştî [[Şerê Dinyayê ya II.]] , ji bo careke din şer û azareke wiha êdî pêk neyê mirovahî li hin çare, [[norm]] û [[peymanên navneteweyî]] geriya. Li bajarê [[Swîsre]] [[Genewre]] yê gelek peymanên navnetewî hatin mor kirin. Ravekirina peyva Penaber, maf û normên penaberiyê di [[Konvansiyona Mafê Penaberiyê ya Genewreyê]] ya sala [[1951]] de hatine kifşekirin. Kesên ku ji ber raman, bawerî, aîdiyeta xwe bi komekê re, ol û tercihên xwe yên cînsî ji aliyê dûgel an hêzên bi rêxistinî jiyana wan ketiye xetereyê, di bin gef û biryara êşkence û cezayê dardakirinê de ne nikare ji cihên ku hatine re were şandin. Mafê wan kesan ê penaberiyê heye. Ji wan re Pasporta seyahatê tê dayîn. Heger şertê malbatên wan ê penaberiyê çêbûye ew jî ji vê mafê sûdwerdigirin.
 
Mixabin herçendî [[Peymana Mafê Mirovan a Gerdûnî]] ji pirraniya welatên serbixwe hatibe pejirandin heya bigire di destûra bingehîn ên wan welatan de cihgirtibe jî îro wekî gelek destkeftiyên mirovahiyê mafê penaberiyê jî bi berjewendiyên dûgelan ve hatiye girêdan.
 
== Penaberên kurd ==
Gelê Kurd yek ji gelên bêdewlet e. Bi sed hezaran Kurd ji ber zilm û zordariya welatên [[dagirker]] li rûyê dinyayê belavbûne. Piştî [[kareseta terorîstî ya 11ê Îlonê li New York]] pêk hat, mafê penaberiyê kete bin gefa berjewendiyên welatan. Di serî de [[DYE]] , [[YE]] , [[Kanada]] û [[Awûstûralya]] pirraniya welatan bi navê ewlekariyê li astengkirina destkeftiyên mirovahiyê, herwekî li astengkirina mafê penaberiyê geriyan. Roj bi roj mafê penaberiyê tê qutkirin.
[[Kategorî:civaknasî]]
[[Kategorî:kom]]