Bakurê Kurdistanê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Wutsje (gotûbêj | beşdarî)
B Guherandina 85.106.178.247 hat betal kirin, vegerand guhartoya dawî ya Bibliophile
Rêz 1:
'''Bakurê Kurdistanê''' ji wê beşa [[Kurdistan]]ê ku dikevê nav sînorên dewleta [[Tirkiyê]] tê gotin. Gelek caran ji bo Bakurê Kurdistanê bêjeya ''Kurdistana Tirkiyê'' jî tê bikar anîn.
 
== Rûerd ==
 
[[Kurdistan]] welatekî çiyayî ye. Li çiyayên wê [[zozan]] û warên bilind hene. Dema mirov bi jor ve, li nexşeya bakurê Kurdistanê dinerê, rêza çiyayên [[Toros]] ên Başûr, Kurdistanê ji rojava ve, ber bi rojhilat ve dike du cîh. Toros ji rojavayê Kurdistanê, ji bajarê Mereşê ve dest pê dikin û ber bi rojhilat ve heta herêma Colemêrgê diçin. Ji wê pê de ji, [[Zagros]] dest pê dikin. Li herêma [[Colemêrg]]ê çiya bilind, gurr û tûjik in. Bilindiya wan digêje 4000 metreyî.
 
Toros ji aliyê Avhewa ve, [[Başûrê Kurdistanê]] ji hevdu diqetîne. Wê dike du cîh: Bakur û başûrê Torosan.
 
Li başûrê Torosan, piraniya rûber deşt, berrî û rast e. Germîyan e. Di vê herêmê de ji Dilûk û Rihayê heta Siwêrekê cîh bi cîh rûerd bi girik e. Piştî Siwêrekê ; çiyayê Qerecdaxê dest pê dike û ew jî digihê çiyayê, Mazî û Mêrdînê. Qerecdax di nav deşta Riha û Amedê de bi serê xwe ye. Ew 1938 m. bilind e. Kevirên wê ress in. Di çiyayê Mazî de jî, mirov rastê hinek girikên volqanîk tê. Li herêma Botan çiyayên [[Herekol]] û [[Cudî]] hene. Ev rêza çiyan gelek ase û bilind in. Ber bi Kurdistana Başûr û ya Rojhilat ve diçin. Divê herêmê de çûn hatin gelek zehmet e.
 
Li rojava deşta Dilûkê (Entebê) û ya Tilbişarê, li dorhêla Amedê jî, deshta Gewran û ya Amedê hene. Deşta Gewran di navber a Erxenî û Qerecdaxê de cîh digirê. Gewran 15.000 hektar berfireh e.
 
Çemê Diclê deşta Amedê dike du cîh. Beşa navbera Qerecdax û Diclê, axa wê lavên bazalt e. Ji çandinê re ne baş e.. Lê, ji çêra heywanan re gelek baş e.
Axa li rojhilatê Diclê ji çandinê re gelek bi ber e. Gundên rojhilatên Diclê mezin û gelek in. Deşta Amedê 40.000 hektar fireh e.
 
Li herêma Rihayê berriya Heranê heye. Heran ji aliyê tene (dan) û dirokî ve bi nav û deng e. Li herêma Mêrdînê ji berriya Mêrdînê gelek mezin û bi ber e. Ev desht û berriyên Kurdistanê embarên tene ne.
 
== Avhewa ==
 
[[Toros]] wekî dîwarekî bilind û dirêj nahêlin ku ew bayên hênik ên bi baran dakevin başûrê wan. Li bakurê Torosan rûerd gelekî bilind e. Piraniya rêerd çiya û zozan in. Ji vê herêmê re Kurd dibêjin [[Serhed]]. Havîna herêma Serhadê kin e. Germayî li zozan û çiyayên herêmê 25-30 pile ye. Piraniya xelkê Serhedê û herêma bakur havînan bi mal û heywanên xwe ve koç dikin û diçin zozanan. Heta payizê li zozanan dimînin. Biharan hewa nerm û bi baran e. Zivistanan jî li vê herêmê eyam gelek sar e. Heta 24-30 pileyan dadikeve binê sifirê. [[Erzerom]] û [[Qers]], bajarên Kurdistanê yên herî bilind û sar in. Bi mehan berf li erdê dimîne. Rê tên girtin.
 
Zivistanan li herêmên çîya û bilind wekî [[Wan]], [[Şirnex]], [[Sêrt]], [[Colemêrg]], [[Erzerom]] û [[Qersê]] berf gelekî dibare û ji çiyan aşît tên xwarê. Carnan gund û bajar di bin aşîtan de dimînin.
 
Li rojava, li herêmên bajarên [[Elezîz]], [[Meletî]], [[Semsûr]] û [[Mereşê]] rûerd hewqas ne bilind e. Her çiqas çiya û girik hebin jî rûerd navrast e. Baran zêde dibarê û germ e.
 
Rêza Torosan, nahêlin ku ji başûr ve jî, ji deşta Surîyê ba û hewayê germ ber bi bakurê Kurdistanê here. Ji ber vê yekê havîn li herêma başûrê Torosan gelek germ û ziwa ye. Havînan li bajarên [[Dilok]], [[Riha]], [[Amed]] û [[Mêrdîn]]ê gelekî germahî heye. Germahî li siyê 40 - 45 pile ye. Zivistanan jî li vê herêmê baran dibarê. Lê, berf kêm e. Sermayeke hişk û zuha heye. Ji bilî çend deşt, rast, navrast û beriyan, Kurdistan welatekî çiyayî ye. Çiya, cih û avhewaya Kurdistanê mercên dar û daristanan çêdikin. Berê piraniya çiya û herêmen Bakur bi daristan bûn. Ji ber xizanî û nezaniyê sal bi sal xelk dar û beran dibire. Ji bo şewatê bi kar tînin. Ji aliyê din ve herêmên ku erd û zevî lê kêm in, daristanan dibirin û cîhên wan dikin erd. Li wir çandiniyê dikin. Di van salên dawî de dewleta Tirk ji bo şikandina şerê gerîlla agir berdidin daristanên Bakur û ew dişewtînin. Li Bakur darên berû, mazî, benav, benîşt, qizwan, hevirs û merx hene. Li ber çem û cihên avî ji darên gûz, spîndar û bih jî gelek in.
 
== Bakurê Torosan ==