Sînema: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Erdal Ronahi (gotûbêj | beşdarî)
B Guherandina 85.72.84.86 hat betal kirin, vegerand guhartoya dawî ya Pill
Kurteya guhartinê tine
Rêz 5:
{{kurt}}
[[category:Çand]]
 
 
LI SER “V FOR VANDETTA” NIVÎSEKE DERENGMAYÎ
 
 
 
Piştî Bûyera 11ê Îlonê êdî Cîhan weke berê nema. Cîhan ji bo Dewletên Yekbûyî Emerîkayê(USA) û destûbirakê wê Brîtanya ya Mezin bû qada parastin ê. Li Brîtanya ya Mezin gelek caran qanûnên li dijî tehdîtên li hemberi Dewletê hatinê çêkirin Her gava kû ev qanûn hatî çêkirin, jiyana hemwelatiyan bûye dojeh. Ji bo Brîtanya ya mezin mînaka herî ber bi çav jî qanûna li hemberî IRA ya. Piştî bûyera 11ê Îlonê jî, qaşo “li dijî terora global” qanûneke totalîter hate çêkirin. Ev qanûn heya niha jî mafên mirova binpê dike.
 
Filîmê bi navê “ Ji bo Vandeta-V FOR VANDETTA” jî mijara xwe totalîtarîzma ji van pirsên me li jorê nivîsî standiye. Filîm bi çîroka têkoşerekî li Ingîlîstanê ku xwestiye Parlementoyê bombe bike dest pê dike. Piştre kamera berê xwe dide Brîtanya ya pêşerojê. Di brîtanya ya we çaxê de, bûyereke weke 11ê Îlonê bi alavên Kîmyewî çêdibe û Brîtanya dikevê bin desthilatiya dîktatorekî navdar. Her kes û hemû tişt tîne şopandin û hemû kar û xebat ji bo parastina Partiya Dewletê ye. Lehengê bi navê “V” di vê rewşê de derdikeve holê û behsa şîddeta meşrû dike. Û di televîzyonê de bang li gel dike û dibejê ew ê 5 Sermawezê Parlemetoyê bombe bike. V, ji gel dizwazê kû sala werê roja 5ê Sermawezê werin ber Parlementoyê.
Di berdawama Filîm de temaşavan fam dike kû “V” bi reqemê Romanî nimroya hicra pêncemîn e. Ev hicre jî, cihê kû V tê de girtî mayî û di hicrê de gelek îşkence dîtiye û di teqîna ve nîvgirtîgehê de çêbûyî rizgar bûye. Piştî rizgarbûnê lehengê filîm, bi Maskê xwe yê kenok ji xwe re xirakirina sîstemê dike armanc. Jixwe 5 Sermawezê jî kuştina wî lehengê berê yê xwestî Parlementoyê bombe bike ye. 5 sermawezê semboleke berxwedanê ye ji bo V. Lehengê filîm V, di dawîya filîm de dide xûyakirin kû hemû tişt ji bo ku Dîktator werê ser kar qewimiye. Erîşa Kîmyewî jî ji bo ku Partiya Dîktator desthilatiyê bike destê xwe ji aliyê zilamên dîktator ve çêbûye.
 
Piştî 11ê Îlona 2001a gelek filîmê li ser şîddetê û terorê ketin e vîzyonê. Lê ez dibejim tu filîm ne weke vî filîm Biraderên Wacosky ye. Di dawîya filîm de dibêjin “Raman bi çekan nayên kuştin”
 
Xwediyên filîm her du Wacosky li ser pirsa kîjan Şîddet rewa ye, kîjan şîddet ne rewa ye(teror e) gelekî baş sekinî ne. Dibe kû ji ber vê yekê jî di wî çaxî gelekî di rojevê de nema. Ji ber kû filîm rexneyeke gelekî tund li şîddeta desthilatdara dikir û şîddeta li hemberî wan jî meşrû dida xûyakirin.
 
Helbet gelek peyamên vî filîmî hebûn. Lê li gorî min, Ev filîm bi awayekî tûj ji mirovahiyê re dibeje, terorîstê herî mezin ew kesên li ser text in. Û ji bo xirakirina textên zordariyê jî berxwedan rewa ye.
 
VEYSEL VESEK