Wîkîpediya:Nûçe: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine |
Nuçe ji rudaw.net hatine wergirtin |
||
Rêz 1:
''''[[Herêma Kurdistanê]] dest bi şandina derve ya petrolê kir''''
Kompanya DNO a Norwêjî ragehand ku şandina derve ya petrola Herêma Kurdistanê dest pê kiriye, Hikûmeta İraqê jî nûçeyê piştrast dike û li gor wê şandina petrola derve ya Herêma Kurdistanê ta dawiya vê mehê di rojekê de dighe 100 hezar bermîl.
''''Bombeyên Çelê derket ku yên Artêşa [[Tirk]] bûn!''''
derbarê doza li navçeya Çelê ya Bakurê Kurdistanê ku 6 leşkerên Tirk pê li mayînî kiribûn û jiyana xwe ji dest dabûn de bersûc Albay Atîlla Riza Erdogan got: “Ez di mijara bombeyan de ku yên artêşa Tirk in (TSK), bûm şahidê peywendiya telefonî ya navbera General Zekî Es û General Gûrbûz Kaya.”
''''
Kanala Kurdî Roj Tv ji aliyê çend pisporên di warê mafê mirov de ji bo wergirtina Xelata Nobelê ya Aştiyê hat berbijarkirin. Namzetkirina wê kanalê ji bo wergirtina Xelata Nobelê di demekê de ye ku bi behaneya têkiliyên ligel PKKê, li Danîmarka çend gilehî li ser hatine tomarkirin.
Ji bo wergirtina xelata Aştiyê nêzîka 150 pisporan dengê xwe dane berbijarkirina Roj Tv. Di nav wan de jî kesên wek; rahîbê mezin ê Efrîqa Başûr Desmond Tutu, damezrênerê melbenda çareseriya qûrbaniyên îşkencê li Danîmarka Dr. İnge Genefke, Endamê Danîmarka yê komîteya Hêlsinkî Tue Magnussen, endamê komîteya li dijî îşkencê yê Yeketiya Ewrûpa Bent Sörenson û çend parlementerên biyanî hene.
|