Gotûbêj:Çemê Çetelê: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
malîava û pirseke dî |
Kurteya guhartinê tine |
||
Rêz 3:
::Ji Çiyayê Kosedaxê derdikeve, ji nava navçeya Agiriyê Zêdikanê re diherike. Ango li Parêzgeha Agiriyê ye. Bi texmînî di vê stranê de behsa bûyerên piştî şikestina Serhildana Agiriyê bûne tê kirin. Qorên eşîrên Hesenan, Bekiriyan, Celaliyan, Cibiriyan ûêd. derbasî Kurdistana Îranê dibin û li wir jî artêşên Îranê pêşî li wan digirin. Pirraniyan sîvîlan tên kujtin an dîlgirtin. Bi hezaran kes winda dibin. --[[Bikarhêner:Bablekan|Bablekan]] 15:52, 5 rêbendan 2010 (UTC)
::: Silav... malîava û gelek spas ji bo bersivdayîna we. Çend navên gundên herêmê jî hene, wek [[Çatelîpaşa]] û [[Çemê Çeto]]... têkilî heye ligel navê çemî, Çemê Çetelê, û van navên ha, gelo? --[[Bikarhêner:MikaelF|MikaelF]] 16:48, 10 rêbendan 2010 (UTC)
::::Têkiliya Çemê Çetelê û Çemê Çeto pev tune, tenê du çemên eynî bajarî ne. Gundê ku Çemê Çetelê lê ye, gundê [[Çatkosedax]]e û Çatelîpaşa gundekî din ê Agrî ye. Çendek berê bernameya TRT Şeş'ê "Rêwî" çû wir û li gundê '''Çata Kosedaxê''' li ser stirana Xalo û Çemê Çetelê axaftin. Li gund, çar-pênc çem diherrikin, li binya gund dibin yek û ev jî wekî çetelekî, lewma dibêjin çemê çetelê... Wek Bablekan gotiye ev stiran piştî bûyera Serhildana Agirî çêbûye. Kesekî bi navê '''Elîxwarzo''' ji xalê xwe diqete û di wir ra derbas dibe. Lê ev çûyîn dibe dawîya wî. Jixwe navê kilamê '''Xalo''' û gotina '''xwarzo''' di navê Elîxwarzo da bi wateya '''xwarzî''' ji ber vê yekê ne.
|