Lawija Mesîh: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Silêman (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine

Erdal Ronahi (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
== Pêşgotin ==
Dema [[Eugen Prym]] û [[Albert Socin]] deqên devkî ji [[herêma Torê]] kom dikirin, pêhesiyan ku devoka aramiya nû ya heman herêmê gelekî dibin têsîra Kurdî de maye. Wan dît ku [[Suryanî|Suryaniyên]] Torê hemî li gel zimanê xweyî zikmakî, Kurmancî jî diaxivin. Rêzanê wan yê bi navê Cano jî xweş bi [[Zimanê kurdî|Kurdî]] zanîbû. Bi saya serê jîrbûna A. Socin û E. Prym û bi saya serê bîra kûr ya Cano wî wextî stran, şer û çîrokên Torê yên ji wêjeya devkî ya heman herêmê di sala 1869an de hatin nivîsîn (Prym & Socin 1887, I-VII). Di salên 30î de [[Celadet Ali Bedir-Xan]] variyanteke lawija mesîh di kovara [[Hawar]] ku ji sala 1932an û şûnda 57 caran li Sûriyê hate weşandin de nivîskî pêşkêşî xwendekarên zimanê Kurdî kir. Paşê Philipp Krejenbroek jî variyanteke lawija Mesîh ji nivîsa aramiya nûjen vergerande nivîsa latînî û bi çîroka peydabûna deqa lawijê re weşand .

Di kasêta ku tê de lawija mesîh hatiye gotin de, çîroka Nebî Ûsiv jî heye. Ev yek jî dihêle çend goman peyde bibin li cem kesên ku ji vê yekê haydar in. Ev goman jî ew e ku lawija mesîh ne deqeke nivîskî tenê ye lê ew herwiha bûye perçeyek ji wêjaya devkî ya herêmê. Gomana dî jî ew e ku li cem Suryaniyên herêmê gelek çîrok û stranên dîrokî û evîniyê jî hene. Sed mixabin heta îro gelek ji vanan peyde nebûne.

Ev agahdariyên di heqê lawija mesîh û herwiha kasêta ku tê de lawija mesîh tê gotin ji Besîm Bulutê 27 salî hatine girtin. Ew ji gundê Selhê (Seleh) yê Torê ye. Besîm jî ji zimanê xwe zikmakî pê ve gelekî baş bi [[Kurmancî]] jî dizane. Li gor wî Lawijbêjê vê kasêtê Qaşo Sefer e ku bi xwe keşeyê Selhê bû. Dema tomara vê kasêtê derdora berî niha bi deh sala ye (1992). Guhdêrê wî gelek caran dibêjinê de “yabo” ku dihêle were bawerkirin ku guhdêrên wî zaroyên wî û neviyên wî ne. Dema gotina vê lawijê de lawijbêj emirekî mezin kiribû û niha jî çûye ser dilovaniya xwedê. Piştî gotina lawijê, guhdêrên wî pirsên bi zimanê aramî jê dikin û ew jî bi aramî çend gotina li ser lawijê dibêje. Him li gorî agahiyên Besîm û him jî li gorî kasêtê mirov dikare bêje ku Mesihiyên li Torê “lawija mesîh” di nava civatên xwe de digotin û guhdariya wê dikirin. Ev variyanta li vir ji ber gotina Qaşo Sefer hatiye nivîsîn lê ew û variyanta nivîskî giş bi temametî li hev dikin.

Li gor tê gotin lawija mesîh ji aliyê “Mor Basîliôs Şimcûn Mefriyan” ve hatiye nivîsîn. Ew di sala 1740 ji aliyê axayekî Kurd bi navê Ebdul Axa ve hatiye kuştin. Li gor gotinên ku li herêmê têne gotin di navbera Mor Şimcûn û Ebdul Axa de meseleyek çêdibe. Ebdel Axa dixwaze wî bi fel û finasan bide kuştin û wî dişîne cem Mîrê Botan. Axa dibêje Mîr Mehmed Beg: “Şertên ku Şimcûn nikaribe pêk bîne bide ber û paşê jî wî bikuje. Mîr Mor Şimcûn vedixwîne cem xwe û du şertan dide ber wî. Ya pêşî xwarina xwoştî ye ku li Mor Şimcûn heram e û ya dî jî gotina stiranên dinyewî ye ku nabe bêje. Mor Şimcûn salîbekê li ser goştî çedike û goşt dibe heşinayî û dixwe, paşê jî lawija mesîh di cih de li hev tîne. Ji ber tirsa axretê Mîr dihêle ku Mor Şimcûn vegere û dîsa li gor gotinan gelek xelatan jî dide Mor Şimcun.
Rêz 11:
Êdî va ye lawija mesih ji gotina Qaşo Sefer, kerem kin bixwînin:
===Lawija mesîh===

1) Lo ma ev çi deng e, çi heydan e, çi xurxur e li cozman a,

Dengê nefîr we zurna we borîzana,

Hin dibêjin qiyamet e û hin dibêjin êxirzeman a.

2) Lo ma dengê stirh û boqilnefîr ji cozmana hatiya

cErd û cozman hejan we deng kete guhê miriya

Rih kete xunavê, qiyametê bi ser wa de bariya

We şîn bûna weke giyayê ku bihar lê hatiya

3) Lo insano, cihilo berê xwe bide cozmana çiqasî şîn a

Sêr bike, li gerê vê felekê hemû stêrkêd rengîn a

Siphan bike ji xudanê keremê re ê go rehma xwe li ser we danîna

Belê heyf û xebîneta minî tê bû li hisn û cemalê bal ê go balê bikevê halêhalê go

em pê ketina

4) Lo hin dibêjin êxirzeman a

cErd û cozman pev ketina

Dolabê felekê sist bûna

We stêrik hemû hejan û tidarekê xwe li ketinê kirina

Belê heyf û xebîneta minî tê bû li şînayî, rihan û gulçîçek û beybûn û sosina

Go xemlê xwe avêtin weke masiyê li bejê hişkbûn, lo mirina

5) Lo mîqatê Barî Tecela li dinê derbînê

Defterê xêr û gunê min bînê

We li ber calemê, dinyayê, milyaketa bixwînê

Wey li min bêmefelo tê li huzûra mezin bikşînê

Kî ciwaba rihê xwe bidê

Bi xwudê mêra dihebînê

6) Lo dengekî bilind ji cozmana hatiya

Go bilezînin, mizgînî ji miriya re bibin, bera ji tirba rabin

Û xemlê xwe li xwe kirin, weke kulîlkêd rengîna

Lê buharê qiyametê hatiya, milyaketê xwe li qabil bi rê kirina

7) Lo xafil ji cozmana hatiya me hay jê tunîna

Go mirîno ji tirba rabin lê qiyamet hasil yeqîna

Xwe ji axa û risamê daweşînin û balgehê qiyametê wergirin û serê xwe herînin,

weke gul û giyayê buharî lê heşîna

8) Lo dengê nefîr ji cozmana hatiya

We ji heybet felek hejiya

We stêrik rijehan

Yeqîn miqatê wa ye go çiyayê bilind bihelin, bîr û bahr bibin meydana

Go haşir û mahşûr bê, go hewzê li pê bikevin, yê ku hakim in nêta xwe bikin dîwana

9) Lo ma wextê qiyamet bê, Barî Tecela hakim bê

Mîxaêl gilehçî bê, àlem bê hizûrê, Cibraêl şahde bê, cUzraîl dacwaçî bê

Û alîk jê herê buhiştê, alîk jê dojehî bê

Wey li min bê mefelo, gunehkaro, wê secetê gelo halê me wê çi bê

10) Lo ez hawara xwe ji xwudê re dişînim

Bo dojeha xwe ji ba’m bibê û bihudimê û tu cara bi çavê xwe nebînim

Lê ne bes ez derdê dinê û e ji xemê mirinê go daîmen em bi çavê serê xwe dibînin

Lê têda xemê digrê dojeh go dayê dilê mi dixwînê

11) Lo waweylika serê min bê go mi xwudê li huzûra mezin bikşînin

Û kî cewaba rihê xwe bidê bi xudê mêra dihebînê

Lo waweylika serê min bê go mi xweda li hizûra mezin bikşînê

Defterê xêr û gunehê min bînin

Û li ber calemê, civatê û milyaketa bixwînin

Û min dest bi dest bikin û min bi zorê bişînin

Ji xêra xwudê re ez nebama, min ev secet nedîtaya go min serzemîna dojehê dahelînin

Line 236 ⟶ 238:
== Çavkanî ==

Bedir – Xan, Celadet Ali; Lawij. di: Hawar, Hejmar 25, rûpel 394-403