Eyşe Şan: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Şablon:Hunermend
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 23:
Eyşe Şan ku di nava civata Kurdan da bi navên mina Eyşana Kurd, Eyşe Şan, Eyşe Xan, Eyşana Osman, Eyşana Eli û Ayşa Şan tê nasîn di Mıjdara sala [[1938]]'an li bajarê Diyarbekirê hat dinê. Ji aliyê bav û dê de xwedi malbatek mezin û navdare. Navê dîya wê [[Heciye Xanim]] û ji êla [[Hacî Mistefa Begên Erzromê]] ye, navê bavê wê jî Osman e û ji eşîreta mezına Cibrîyan e. Bavê Eyşe Şanê Osman bi xwe ji dengbêjeki navdar û herwiha miroveki gelek dindar û xwedêtirs bû.
 
[[Wêne:Ayşe Şan.jpeg|thumb|Eyşe Şan]]
Di nava Kurdan de hunera dengbêjiyê mîna kaniya avê bêdawî ye, hertim dizê û çiknabe. Dengbêjên Kurd di vê navê de teisîrek mezin li ser hesta hunerîya Eyşe Şanê lîstin e, çımki herdem dîwanxana mala bavê wê ji dengbêjên herêmên cûr bi cûrên Kurdistanê tejî bû. Li mala wan dengbêjên dengxweş didan ber hev û tev heya roja din berê sibê bi hev re distrîn. Di vê navê de dengbêjê ku ji herkesî dengxweştir û hostatir derbıketa di dawîyê de ji aliyê xwedîyê diwanê xelatek baş distand û herkesi ew piroz dıkır. Ev e´detê qenc bı hezaran sale ku hê ji dı nava Kurdan de dıdome û bı taybet ji gıregırên Kurdan, Axa û Begên xwedi gund herdem deriyê kûşk û dîwanxaneyên xwe ji dengbêjên Kurd re vekiri hiştine û malên wan bûne xwindingehek ji bo bi hêzkirina edebyata şifahî(devki)ya Kıurdan. Dema mirov jiyana dengbêjê mezin [[Evdalê Zeynikê]] dixwine baştir bi vê rastiyê dihese. Ji berku Evdal bi piştgiriya maddi û me’inewiya Sûrmeli Mihemed Paşa bêtir di karê xwe de bi serdikeve. Osmanê bavê Eyşe Şanê ji ev karê bav û kalên xwe li gor hêza xwe didomanidin. Dayıka Eyşe Şanê Heciye Xanımê ji carna bı lorikên ku jı wê re dıxwindın, rıha wê ya teji hest û hıssên hunera Kurdewari dixiste bizav û hereketê.
 
Line 35 ⟶ 34:
 
Bûyerek tal di jiyna Eyse Sanê de ew ji ezîztirîn kesên wê dûr xist. Eyşe Şan hê 20 salî bû ku li ser daxwaza bavê xwe bi xurtekî yê bi navê Sewket Tûran re zewcî. Hercend ew xwediyê kecekê jî bûn, lê ew li hev nehatin û Eyşe Şan piştî vê bûyera nexweş hat bajarê Entabê. Wê dev ji keca xwe ya sê mehî û hemû kesûkarên xwe berdabû û ji bona wê hindê jî xerîbiyê di rewsek wha de teisîrek gelek xirab li ser jiyana wê cêdikir. Li E´ntabê wê bi hizar zemetiyan û bi karê pinîkirin û dirûtina kincên qetyayî debara jiyana xwe dikir. Eyse Sanê bi hevkariya zilamekî yê bi navê [[Naîl Baysû]] du salan li radiyoya bajarê E´ntabê bi zimanê Tirkî stran gotin. Lê ji ber ku di dilê Eysana E´lî de evîna strana Kurdî heye, wê ji karê di radyoya E´ntabê derdixin. Pişt re Eysana Kurd hat Istembolê û bo cara yekê bi zimanê Kurdî û Tirkî stranên xwe tomarkirin. Lê xwedîyên plakan mafê wê yê rastîn nedanê û bi firotina kasêtên wê bûn xwedîyê her tiştî. Wê ji herçend bı dengê xwe yê xweş dıkari bıbe xwediyê hertışti û pır dewlemend bıbe lê bêdadiya xwediyên kompaniyên kasêt tomarkırınê, mafê wê nedıdanê û ew hertim feqir û bêkes bû. Bı salan keda wê hat xwarın, jı bona wê ji Eyşe Şanê jı ber vê bêe´daletiyê gelek xem dikişandin. Jı aliyekê dın ew bı vê heqiqetê ji hesıyabû ku sistema cumûreyta Tırkiyê hebûna Kurd û Kurdıstanê inkar dıken û zımanê Kurdi ji qedexeye û dema ew lı gor zagonên sistema Kemalîstan pêngavan hilnegire, mafê wê ji yê mina mafê 25 mılyon Kurdên bakurê Kurdıstanê bê xwarın û pêpestkırın.
[[Wêne:Ayşe Şan.jpeg|thumb|Eyşe Şan]]
 
== Naveroka stranên Eyşe Şanê ==
 
Naveroka stranên Eyşe Şanê ku aliyekê pênaseya wê jî didin xuyakirin, sê babetên civaki digirin ber xwe: