Anton Çexov: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Şêr (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 30:
[[Wêne:Chekhov Birthhouse.jpg|thumb|200px|left|Mala ku Anton Çexov tê de ji dayik bûye]]
Bêhntengiya ku bavê wan bi vî xwiyê xwe î ne xweş diafirîne, ew bi jîriya xwe li ber xwe belav dikin. Di wê demê de wek hemî bajarên kêleka DeryaReş, bazirganiya Taganrogê jî di dest bazirganên Yewnanî de ye. Bavê Çêxov jî di vê demê de bazirganekî destê sêyemîn e. Wî dil heye ku bi kêmanê lawekî wî jî wek bazirganekî Yewnanî bibe dewlemendekî destê yekem. Bi vê fikrê di sala 1867 de li Taganrogê Çêxov dişîne dibistana Yewnanî. Çêxov hêj di heftsaliya xwe de ye.

Herweha dibistana Yewnanî û şagirtiya dikana bavê wî, ji bo Çêxov dibe karekî rojane û dikeve ser milêwî. Ev dibistana ku Çêxov diçiyê, meriv dikare bi çîrokek wî têbigêhîjea ku ji odeyekê pêk tê û bi mamosteyekî naşî ye. Awayê hîmdayinê jî bi repikirin û çokirinê ye. Di malê de haya diya Çêxov jê heye ku Çêxov bi ser nakeve. Ji ber serhişkiya bavê xwe jî, Çêxov ji bêgavî diçe vê dibistanê û tê. Lê piştî demekê bavê wî jî tê digihîje ku Çêxov bi ser nakeve. Di sala 1868 de wî ji dibistana Yewnanî derdixîne û dişîne amadeyiya Taganrogê Ji ber barxwariya karê xwe, bavê Çêxov di sala 1876 de mala xwe koçî Moskvayê dike. Ji bo xatirê xwendina xwe, Çêxov li Taganrogê bi tena serê xwe dimîne. Herweha heta derekê Çêxov ji şagirtiya dikanê jî û ji çûyina dêrê jî difilite.

Ji bo ku jiyana xwe ya aborî bidomîne, hêj di van salên xwe yên ciwanîyê de, bi jiyanê ve destpelikî hev dibe. Û ev berxwedana wîjî di van salan de jê re dibe sedem ku bi çavekî rexnegîr jiyana tal û tûj, dijwar û çetin ji hev derxîne û bi awayekî li hember rabeste. Di nav dersên xwe de Çêxov ji zimanê ûrisî û edebiyatê hez dike. Ji bilî vi ya jî dildariya wî ya herî mezin jî temaşa tiyatroyê ye.
 
[[Wêne:Assumption Cathedral.jpg|thumb|right|200px|Qatedrala [[Taganrog]]ê (li Rûsya), cihê ku Anton Çexov di 10a Sebatê ya 1860an de hat vaftîz kirin]]
Line 55 ⟶ 59:
[[Wêne:ChekhovTomb.jpg|thumb|200px|Tirba Anton Çexov, (Moskova)]]
=== Mirina wî ===
Herweha nexweşiya Çêxov ji nû ve lê diazire û piştî mehekê bi hevalbenda xwe ya Olgayê re diçe Ewrûpayê. Li ser merzê [[Swîsrê]] û Elamaniyayê[[Almanya|Almanyayê]], li bajarê Badenweîlerê bi cî dibe. Di çend rojên pêşîn de, rewşa nexweşiya wî parîkî ber bi başiyê diçe. Lê di 29êhezîfana;salal90429ê hezîrana sala l904 de nexweşiya wî dîsa ji nişka ve lê diazire û di 2 yê tfrmehatîrmeha 1904 de serê xwe datîne. Cendekê Çêxov, li Moskvayê di goristana Novo-Dîvîçîyê de tê binaxkirin.
 
Piştî mirina wî, di 12ê tfrmehatîrmeha sala 1908 de, eleman li bajarê Badenweöerê beryadekî wî dadiçikînin. Lê di destpêka şerê Cihana Yekemîn de, di sala 1914 de, ev beryadê wî dîsa bi destê elemanan tê şikandin û belavkirin.
 
[[Wêne:Chekhov-Statue-Taganrog2006.jpg|thumb|200px|Peykera Anton Çexov li [[Taganrog]]ê ([[Rûsya]])]]
Line 71 ⟶ 75:
Ji xwe dema meriv Çêxov û niviskarên din bidin ber hev, cudayiyek gelek mezin û girîng ber bi çavên meriv dikeve ku; Çêxov hertim alîyekî fikirkirinê ji xwendevan re hiştiye. Li ser vê yekê jî ew bi xwe weha dibêje: «Dema ez dinivisim, bi her awayî bi xwendevan bawer im. Lewra ez wer dizanim ku xwendevan ê bi xwe wê valayiya di çfrokê de dagirê.» Heta ku ji dest Çêxov hatiye, kurt û hindik nivisiye û bi wan gelek tişt dane xuyakirin. Wî ev yeka ji xwe re kiriye xwîyekî hunermendî û heta dawiyê jî domandiye û bi vî awayê xwe jî nav û deng daye.
 
Di vî warî de di sala 1889 de ji birayê xwe î AleksandrAleksander re nameyekê dişîne û tê de weha dibêje: «Kurtî û vekirîtî xwenga serketinê ye.» Û dîsa di wê salê de ji bo Gorkî nameyekê dişîne û tê de dîtinên xwe weha dide xuyakirin: «Di serastkirina destnivisarên xwe de, heta ku ji dest we tê, bikin ku xemil û rengdêrên zêde ji nav derxînin! Serqisê ku ez bibêjim: -Merivek li ser gîyan rûnişt.- herkesê viya fahm bike. Lê ku ez bibêjim: -Merivekîbejindirêj û rîsor, bi tirs û xof li dor xwe nêhirî û hêdî hêdî li ser gîyayên şîn û çilmisî rûnişt.- ew ê tu kesek di cara pêşîn de tênegêhîje." Di xwendina çfrokên Çêxov de pirî caran meriv berê nizane ku çîrokê ji kuderê dest pê kiriye, û di dawiya pirî çfrokan de jî meriv dibê qeyê niviskar ji nivisîha çîroka xwe westiyaye û nîvçe hiştiye. Lê di bingehê vê rastiyê de, dîsa tê fahmkirin ku Çêxov ev jî bi zanistî û awayê hunera xwe wusa kiriye. Li ser vê yekê jî weha dibêje Çêxov: «Ji bo nivisîna çîrokek baş, destpêk û dawiya çfroka xwe bavêjin.» Ango dixwaze bibêje ku ne hewceye meriv ji serî heta dawiyê çfrokê wek girêbendekê an weke protokolekê binivise. Bi qasî ku ne hewce ye, ewqas jî tiştekî bê mane ye.
 
=== Yûrî Bondirêv derheqê wî ===
[[Bonderw Yûrî Bondirêv]] nivîsarên Çêxov weha dide nasîn: «Em ji namên Çêxov dizanin ku di dema xwe ya dawî de wî dixwest romanekî binivisîne. Dest bi nivisandina romanekî kir û paşê dev jê berda. Nivisandina çirokan domand. Çi kurteçirok û çi çirokên wî yên dirêj hertim ji tevleheviya jiyanê û ji romanên mezin dagirtî ne. Û di warê giranbahayiya xwe de, ez dikarim bibêjim ku ew bergenî romanan in.» Çêxov î niviskarê mezin; gundî, xulam, pir, zarok, jin, bûk, keç û xortên berzewac, malmezin û'hwd.. ji çirokên xwe re kirine mijar û herweha ji her babetî nexşên civatê re bûye xwedî rexne. Ev beriya sed salekê ye ku Çêxov ev çirokên xwe nivisîne, lê meriv bi rihetî di roja îroyîn de li her aliyê jiyanê rastî wan tîpan tê. Bi her çîrokek wî, bi kêmanî nexşê tîpekê tê ber çavê meriv. Çirokên Çêxov wek neynikekê ye. Meriv dikare gelek aliyên xwe û civata îroyîn tê de bibîne. Çêxov di bîst salên niviskariya xwe de, ji bilî nêzîkî deh tiyatroyan, zêdeyî heft sed çirokên kurt û dirêj nivisiye. Ji bo ciwanekî ku biryara niviskariyê dabe, Çêxov van amojgariyan lê dike. «Binivisin, heta ku ji dest we tê pir binivisin. Tiştên hûn binivisin ku hemî ne baş bin jî, xem nake. Her ku biçe ew ê baştir bibe. Xortaniya xwe û zîrekiya serê xwe li avarê ne buhurînin... Binêrin, ku serê pênûsa we tûj, lê ferhenga we teng be, wê çaxê divê hûn bêje û metelokên nû hîn bibin. Ji bo vê yekê jî divê hûn hertim binivisin... Jiyana min, fikra min û tiştên ku di serê min de hatine, divê di çîrokên min de xwe bidin xuyakirin... Kurteçîrok, divê kwîr û dagirtîbe.»
 
== Berhemên wî ==