Şueyb: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine |
Kurteya guhartinê tine |
||
Rêz 19:
Dûra jî ket rê û çû welatê gelê Medyen. Tev wî mirovên ku yê ola Islamê pejirandî bûn jî çûn. Wan bi şev û roj bê qefilandin û bi hewlekî mezin pûtperestan ra waaz dikir. Tim û tim mirovên gelê Medya û gelê Ayka ban riya rast dikirin û ew bi agirê cehnimê ditirsandin. Lêbelê banga misilmanan ji hêla gahuran tim dihat caw kirin. Kesekî ew guhdarî nedikir û hêdî hêdî dest bi nefret kirina va mirovên baş kirin.
Ser vîna mêrikek dewlemend ku serokek bû derket pêş û got:“ Na, ey Şûayb. Em hewceyî riya te û Xwedê te nînin. Bizane ku em gerê qe ji te bawer nekin. Dijane tu dîsa were ser ola kal û pîrên xwe, va ji bona te hê baştir dibe. Lêbelê gava tu û piştvanên xwe zû aqlê xwe negrin sere xwe, em gere we ji bajêr bavên der. “Hz. Şûayb ji wan ra ev bersiv da: “Na, piştî me rastiya Xwedê dît û li ser riya wî ketin, em dîsa nikanin vegerin ser riya pûtan. Guhnekî aha mezin li cem Rebbê alemê nayê aborandin. Hûn ji me vegerînê hêvî mekin! Bê şik Xwede wê dinê li navbera me û we da biryarekê dide, ji ber ku tenê ew dadmend û dilovan e.»
|