Şueyb: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Bangin (gotûbêj | beşdarî)
B Şû’eyb çû cihê Şû'eyb
Şêr (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 11:
Gelê Medyen li dû van qeziyan hinekî şaş bû. Yek ji nav koma mirovan derket pêş û pirs kir: “Ey Şûayb, niha tu dixwazî me ji xwedên me dûr bixinî? Ji te ra çi? Na tu qey nahêlî ku em bi daxweziya xwe mal û perên xwe berhev bikin. Tu çima dewlemendiyê li me qedexe dikî ? Tu çi wer mîna dînan tevhev qise dikî.» Hz. Şûayb bi aramî bersiv da: »Ez dixwezim ku ji we re riya rast nîşan bidim. Nêta min tev we gengeşî kirin yan jî nav we da bizewî derxistin nîne. Tenê bizanin ku xapandin û dizîkirin gunehên pirr mezin in û qe li xweşiya Xwedê narin. Ez tenê resulê Xwedê me û dixwezim ku ji we ra fermanê Rebbê Alemê bidim zanînê.»
 
Ser vîna yekî bi dengekî pirr bilind qêriya: » Pirr tiştekî ecêb e! Em te hu nakin, ey Şûayb. Xwedê kî aqasa gir û xurt çima mêrikekî wek te pîr û bêhêz ji mirovan ra bişîne. Tu çawa dikanî bibî pêxamberek? Ey Şûayb, tu derewan dikî. Ne pêxamber, ji te merî bîle dernakevî. Ey Şûayb, bawer bike ku gava em tev te lêzim nebûna, me tu dê hema di cî de bikuştayî! Here karê xwe bike û hew xwe têkilî me bike!“ Lêbelê pêxamber Şûayb dîsa jî got: “Min nika hu kir. Hûn ji bona lêzimiya me, xwe xurt hîs dikin û pişta xwe ji hêla Xwedê da diçerixînin û dijî wî derdikevin? Va gerê çer bê hu kirinê ? Bi rastî jî Xwede min hemû tiştên hûn dikin û dibêjin dizanî! Ew gava bixwazî, hema nika jî dikane we bike binê erdê. Ceza Xwedê waqas hişk tê ku hûn serev hu nakin çi pê we bûye.“ Mirov bêşerm û heya gotin: “ Here ji Xwedê xwe ra bibêje ku bila ji me ra wî cezayê ku qestî mestî tunebûna me tînî, bişînî, tu jî wê tayê vala dibî û bi me ra pê ketinê xilas dibî û dikanî herî cihê xwe.“ Ser vîna Hz. Şûayb destê xwe ji vî gelî kişand û çû cem cîranê wan gelê Ayka. Ji wan ra jî gotinên Xwedê neql kir: “Ez Resûlê Xwedê me û pexamberekî dilsoz im. Ez ji bona gotinên xwe ji we tişteki naxwezim. Tenê Xwedê dikane xelata min bide. Çi dibî ticareta xwe bi xapandinê mekin û neheq nebin.

Ji Xwedê bitirsin û tim û tim qeziya wî bikin, ji ber ku tenê wî hûn afirandine.“ Lêbelê gelê Ayka jî ew hu nekirin û bi matî gotin: “Ey Şûayb, kê ji te ra sihir kir û aqlê te nav hev xist? Hemû tiştên tu dibêjî tam derew in! Mana pêxambertiyê çi ye, gerê çer were fam kirin? Û tu bi rastî kî yî, tu ji me çi dixwazî? Em gerê gotinên te çer fam bikin. Aqlê xwe bigire serê xwe!“
 
Hz. Şûayb bi dilekî xemgîn mêzeyî wan kir. Hinek mirov dijî wî derneketin, hinek jî qe guhdariya wî nedikirin. Mirovên ku dijî wî derneketî bûn, dûra hatin cemê û pêxambertiya wî rastandin, ji ber ku wî belê jî qe derew yan jî neheqî nekirî bû. Piştî wî rojê şûnde wan dixwest ku li şûna pûtan tenê Xwedê xwe yî rast, Xwedê Hz. Adem, Hz. Nûh, Hz. Ibrahîm, Hz.Ismaîl û Hz. Şûayb biparêzin. Hz. Şûayb keyfan ra hemû mirovên biîman û dilnizm hemêz kirin û ji wan ra ola Xwedê yê rast hukrin da.
 
Dûra jî ket rê û çû welatê gelê Medyen. Tev wî mirovên ku yê ola Islamê pejirandî bûn jî çûn. Wan bi şev û roj bê qefilandin û bi hewlekî mezin pûtperestan ra waaz dikir. Tim û tim mirovên gelê Medya û gelê Ayka ban riya rast dikirin û ew bi agirê cehnimê ditirsandin. Lêbelê banga misilmanan ji hêla gahuran tim dihat caw kirin. Kesekî ew guhdarî nedikir û hêdî hêdî dest bi nefret kirina va mirovên baş kirin.

Hz.Şûayb û hevalên wî hembera xeterekî pirr maîn da bûn. Pûtperestan car caran mirovên ku dû Hz. Şûayb diçûn digirtin, lêdixistin û rût û repal dikirin. Hz. Şûayb êdî nedikaniya van neheqiyan bikşînî. Rojekî çû cem gahuran ku wan agahdar bike: »Ey gelê min, çi dibe gava hûn bi xwe bawer nakin se jî, yê herî hindik, qaşî mirovên misilman mekin. Hûn pirr nebaş û neheqin! Hela carekî tunebûna gelê Nûh, Hûd û Salih bînin bîra xwe! Hûn qe rojekî ser radan û gahurtiya xwe yî nebaş raman nakin? Ey eşîret û gelên vî erdî, bê şik hemû rastî ji we ra hat gotin.“
 
Ser vîna mêrikek dewlemend ku serokek bû derket pêş û got:“ Na, ey Şûayb. Em hewceyî riya te û Xwedê te nînin. Bizane ku em gerê qe ji te bawer nekin. Dijane tu dîsa were ser ola kal û pîrên xwe, va ji bona te hê baştir dibe. Lêbelê gava tu û piştvanên xwe zû aqlê xwe negrin sere xwe, em gere we ji bajêr bavên der. “Hz. Şûayb ji wan ra ev bersiv da: “Na, piştî me rastiya Xwedê dît û li ser riya wî ketin, em dîsa nikanin vegerin ser riya pûtan. Guhnekî aha mezin li cem Rebbê alemê nayê aborandin. Hûn ji me vegerînê hêvî mekin! Bê şik Xwede wê dinê li navbera me û we da biryarekê dide, ji ber ku tenê ew dadmend û dilovan e.»
Line 23 ⟶ 27:
Bi vî awayî pirr rojên biêş û bêhêvî hatin û çûn. Hemû misilman bi xemgînî mêze Hz. Şûayb dikirin. Wî jî herdu destên xwe li ber wî ezmîn kir û ji Xwedê biryarek û rizgarî daxwaz kir ku bila ferqa navbera misilmanan û pûtperestan derbikeve rastê. Bila mirovên ser riya rast werin bexşîşandin û misilman jî dîsa hêvîdar bibin. Piştî diayên Hz. Şûayb hewadora wan her çû hê germ bû. Germî ewqas dijwar bû ku gahur ji tirsan qurifiyan û hêdî hêdî fêrî rewşa xwe ya nebaş bûn. Vê germiyê dikanî canê wan hişk bike û wan vegerîne xweliyê yan jî xolavê. Bi vî awayî pûtperest nav xûdana xwe da fetisiyan.
 
Van bêtaran tam heft rojan li ber xwe da. Hemû kanî, bîr û çem ziha bûn. Pirrî mirovan ji tiyan û birçiyan miriyan. Hinek jî nedikaniyan hê rabin ser xwe. Lêbelê dîsa jî ji Xwedê bawer nedikirin û xwe ber pûtan ji bona alîkariyê davêtin erdê: “Hewaaar, hewaaar, hewaaar, çi dibe ey xwedên kal û pîrên me, ji me ra dilovan bibin. Me ji vî bêtara mezin xilas bikin!» Roja heyştan hewa hinekî hînik bû, ewrekî reş ket pêşiya tavê û hemû der tarî kir. Ser vîna pûtperest bi dilekî fireh qêriyan:“ Şukir ji pûtên me ra, em xilas bûn. Wana bergerîn û sergerînên me bihîstin û bersiv dan!“ Lêbelê şahiya wan pirr hindik ber xwe da. Carekî da erdhêjînek pirr mezin bi wan girt. Hemû malên wan hêrifiyan û pûtperest bin kavilan da man. Qe pûtek jî zexm nema bû, hemû ser sêrî ketibûn erdê.

Qet pûtperestek nekaniya ber vî tofana Xwedê xilas bibe, hemû miriyan. Hêla din, rewşa gelê Ayka jî pirr baş nebû. Nav ewrên reş da birûsk mîna marekî bijehr bi erdê diketin û hemû tişt dişewitandin yan jî dikirin kumek xweliya reş. Bi vî awayî gelê Ayka jî hemû tune bûn. Ne ji eşîreta Madyan ne jî ji eşîreta Ayka qet mirovek xweş nema. Hemû ji bona bêîtaet û rika xwe yî li dijî Xwedê hatin kuştin.Tenê Hz. Şûayb û mirovên ku dû wî çû bûn, jîndar man.
 
Dûra jî Hz. Şûayb mêze wan herdu şunên helşandî kir û got » Ey Mîrê min, min ji wan ra pirr salan heqî û neheqî nîşan da. Min ji wan ra tim û tim hêza te, dilovaniya te û meziniya te neql kir, lê wan pirr bêitaetî kir û pirr bi ser de çûn. Wan qet karekî xwe yî nebaş ber nedan. Bi rastî jî van herdu gelan ceza te heq kir. Ez xemgîn ninim. Gerê heyfa misilmanekî li pûtperestên înad û bêîman neyê. Gelê Medyen û gelê Ayka bextê gelê Hz. Nûh, Hz. Hûd, Hz. Salîh û Hz. Lût ku hemû hatine tune kirin, parve kirin. Ey Rebbê min, ji te ra hezar carî şukir ku te em ji destên van zulimkaran xilas kirin.“
 
Hz. Şûayb dû vî bêtara mezin hîna pirr salên din jiya. Xwedê bi hezaran pez û dewar dayê û ew pirr dewlemend bû. Qîzên wî jî pirr biîman û dawênpak bûn. Piştî Hz.Sûayb çend salan şûnde pîr bû û êdî nekaniya şivantiyê bike, qîzên wî karê bavê xwe berdewam kirin.
[[Kategorî:Pêxember]]
 
Ji zimanê Elemanî: RAMAZAN Derbaz
[[category:pêxember]]