Anton Çexov: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Şêr (gotûbêj | beşdarî)
nivîsa bi thumbê ne hewecêye were lînk kirin
Rêz 28:
Malbata Çêxov ji gundê Voroneyê ye. Kalê wî xulamê mîrekî bi navê Çertkov bû. Lê ji ber baqilî û jîriya xwe di demeke kurt de, li kêleka Donê, li wargeha mîrekî dewlemend dibe kûxa, pera dide ser hev û di sala 1841 de azadiya xwe û her sê lawên xwe dikire. Kurê xwe î bi navê Pavel Yegorîç Çêxov wek şagirtekî dişîne Taganrogê ba bazirganekî bi navê Kobîlîn. Pavel Yegorîç heta demeke dûr û dirêj jî, li ba Kobîlîn şagirtiyê dike. Û di sala 1857 de li Taganrogê ji xwe re dikanekê vedike û bi Yevgenya Yakolevnayê re dizewuce. Anton Pavlovîç Çêxov î nivişkar di 17 çileyê pêşîna sala 1860 de ji diya xwe dibe. Wek malbat, Çêxov xwedî çar bira û xwengekê ye. Di binê maxên xaniyekî de hemî jî bi hev re dixwin û bi hev re dijîn. Bavê wan li hemberî wan gelek hişk û bi xwîyekî teng e. Çêxov vê rewşa bavê xwe î wê demê di çîroka xwe ya bi navê Sê SaFê de bi devê Laptev pir xweş raber dide. Lê diya wan Yevgenya Yakolevna gelek zarxweş, dilovan, dilpak û baqil e. Bi vî awayî qet li bavê wan ne çûye. Dêyek wusa ku jiyana xulamî û zordariyê dîti bû, jiya bû, bi her awayî li dij bû û pirî caran ev tişta lê dixuya. Daxwaza dilê wê ev bû ku zarokên xwe bi ramaneke fere mezin bike û bi her awayî wan bigihîne. Hemî birayên Çêxov jî jfr, baqil, bi henek û şorgerm in.
 
[[Wêne:Chekhov Birthhouse.jpg|thumb|200px|left|[[Mala ku Anton Çexov tê de ji dayik bûye]].]]
Bêhntengiya ku bavê wan bi vî xwiyê xwe î ne xweş diafirîne, ew bi jîriya xwe li ber xwe belav dikin. Di wê demê de wek hemî bajarên kêleka DeryaReş, bazirganiya Taganrogê jî di dest bazirganên Yewnanî de ye. Bavê Çêxov jî di vê demê de bazirganekî destê sêyemîn e. Wî dil heye ku bi kêmanê lawekî wî jî wek bazirganekî Yewnanî bibe dewlemendekî destê yekem. Bi vê fikrê di sala 1867 de li Taganrogê Çêxov dişîne dibistana Yewnanî. Çêxov hêj di heftsaliya xwe de ye. Herweha dibistana Yewnanî û şagirtiya dikana bavê wî, ji bo Çêxov dibe karekî rojane û dikeve ser milêwî. Ev dibistana ku Çêxov diçiyê, meriv dikare bi çîrokek wî têbigêhîjea ku ji odeyekê pêk tê û bi mamosteyekî naşî ye. Awayê hîmdayinê jî bi repikirin û çokirinê ye. Di malê de haya diya Çêxov jê heye ku Çêxov bi ser nakeve. Ji ber serhişkiya bavê xwe jî, Çêxov ji bêgavî diçe vê dibistanê û tê. Lê piştî demekê bavê wî jî tê digihîje ku Çêxov bi ser nakeve. Di sala 1868 de wî ji dibistana Yewnanî derdixîne û dişîne amadeyiya Taganrogê Ji ber barxwariya karê xwe, bavê Çêxov di sala 1876 de mala xwe koçî Moskvayê dike. Ji bo xatirê xwendina xwe, Çêxov li Taganrogê bi tena serê xwe dimîne. Herweha heta derekê Çêxov ji şagirtiya dikanê jî û ji çûyina dêrê jî difilite. Ji bo ku jiyana xwe ya aborî bidomîne, hêj di van salên xwe yên ciwanîyê de, bi jiyanê ve destpelikî hev dibe. Û ev berxwedana wîjî di van salan de jê re dibe sedem ku bi çavekî rexnegîr jiyana tal û tûj, dijwar û çetin ji hev derxîne û bi awayekî li hember rabeste. Di nav dersên xwe de Çêxov ji zimanê ûrisî û edebiyatê hez dike. Ji bilî vi ya jî dildariya wî ya herî mezin jî temaşa tiyatroyê ye.