Husein Muhammed: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Alkd (gotûbêj | beşdarî)
B Kategorî
+ kategorî
Rêz 1:
[[Image:Huseinmuhammed.jpg|thumb|250px|Husein Muhammed]]
[[Husein Muhammed]] wergêr û [[nivîskarekî kurd]] e.
 
Husein Muhammed sala 1980ê li gundekî nêzî [[Zaxo]]yê li [[başûrê Kurdistanê]] hatiye dinyayê. Ew ji sala 1994ê ve li [[Fînlenda]]yê dimîne û niha [[dadwer]] (mafnas, hiqûqnas) e.
 
== Jiyan û kar ==
Husein Muhammedî berî karê xwe yê dadweriyê ji gelek dezgehên kargêrî (îdarî) yên Fînlendayê re tercimaniya [[zimanê kurdî]] ([[kurmancî]] û [[soranî]]) û [[zimanê tirkî]] kiriye. Di wan daîreyan de ew herwiha wek şêwirmendê zimanên [[Rojhilata Navîn]] jî (kurdî, tirkî, erebî û farisî) bû.
 
== Ji 1995ê bi kurdî dinivîse ==
Husein sala 1995an dest bi nivîsîna bi kurdî kiriye. Ta niha berhemên wî di çendîn [[kovar]] û [[rojname]]yan de belav bûne. Ew ji 1999an ve yekemîn kovara kurdî ya xwerû-elektronîkî, Mehnameyê, bi rêya Internetê diweşîne. Tevî ku Husein hem helbest, hem kurteçîrok û hem jî gelek gotar nivîsîne jî, ew herî zêde wek wergêr tê nasîn. Wî berhemine [[Xelîl Cibran]], [[Anton Çexov]], [[William Shakespeare]] û gelek ji nivîskarên din ên li hemî cîhanê navdar bi zimanê kurdî arasteyî xwendevanan kirine. Husein herwiha ferhengokek peyvên dadwerî ya kurdî-îngilîzî amade kiriye. Niha ew li ser ferhengokek soranî-kurmancî dixebite.
 
== Xebatên niha ==
 
Husein Muhammed ji salan 1999ê ve sernivîserê [[Kovara Mehname]] ye. Ji bilî Mehnameyê, ew di heman demê de li ser gelek projeyên çandeyî, wêjeyî û zimannasî dixebite.
Rêz 20:
Husein Muhammed bi berdewamî klasîkên cîhanî li zimanê kurdî werdigerrîne.
 
== Pendnivîs ==
 
Ji bilî wergerrên xwe, Husein Muhammed belkî herî baş bi [[pend]]ên anku [[aforîzma]]yên xwe têt nasîn. Wî ev pend di [[rojnivîsk]]ên xwe de nivîsîne û paşî ew di [[Kovara Mehname]] û derin din de belav kirine.
 
== Lînk ==
{{Quote|{{PAGENAME}}}}
 
== Berhemên wergerrandî ==
* [[Hafizê Şîrazî]]: [[Sorgul û bilbil (pirtûk)|Sorgul û bilbil]]
* [[Mewlana Celaledînê Rûmî]]: [[Ev agirê evînê me dihelîne (pirtûk)|Ev agirê evînê me dihelîne]]
* [[Xelîl Cibran]]: [[Baskên Şkestî (pirtûk)|Baskên Şkestî]]
* [[Xelîl Cibran]]: [[Peyamber (pirtûk)|Peyamber]]
* [[Xelîl Cibran]]: [[Bexçeyê Peyamber (pirtûk)|Bexçeyê Peyamber]]
 
[[Kategorî:Helbestvanên Kurd]]
[[Kategorî:Nivîskarên Kurd]]
[[Kategorî:Wergêr]]
[[Kategorî:Zimannasên kurd]]
[[Kategorî:Kesê ji Dihokê]]
 
[[en:Husein Muhammed]]