Keremê Anqosî: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine |
Kurteya guhartinê tine |
||
Rêz 1:
[[Image:Keremê Anqosî.jpg|thumb|250px|Keremê Anqosî]]
[[Keremê Anqosî]] siyasetmedar, nivîskar û weşangekekî kurd e.
Welatparêzê kurd Keremê Anqosî sala 1956an dibistana Gurcistanê ya orte bi mêdala zêr kuta dike û hema wê salê dikeve ûnîvêrsîtêta dewletê, fakûltêya fîzîkayê. Piştî salekê, bona ziman, dîrok û kûltûra gelê xwe bi kûrayî fêr bibe, derbazî fakûltêya Rohilatzanîyê dibe, ku sala 1961ê bi serketî xilaz dike. Sala 1963an ew li Înstîtûta Rohilatzanîyê ya Akadêmîya Zanyarî ya Gurcistanê derbazî ser kar dibe, pêşî dibe laborant, lê paşê karmendê zanyarî. Sala 1979an gazî wî dikin bona li Komîtêya Navbendî ya [[Partîa Komûnîstîyê ya Gurcistanê]] da derbazî ser kar bibe û ew heta sala 1991ê li wir dixebite. Bi kar ra tevayî Dibistana Bilind ya Partîyê jî xilaz dike. Bi xebata zanyarî û partîyê ra tevayî ewî karê civakê jî bi serketî dikir bona bilindkirina dereca binecîyên kurd yên ronahîdarîyê-perwerdeyê, amadekirina kadroyên ronakbîr di nav gelê xwe da, bona hînbûna ziman, dîrok û edebîyeta kurdî, parastina erf-edetên milet, naskirina mafên gelê xwe yên sîyasî û sosîalî.
Keremê Anqosî hela dema xwendkar bû, Şêwra alîyê xebata bi gencên kurd ra saz kir û heta sala 1975an serokatî lê kir. Bi serokatîya wî komên kurdî yên folklorê hatine sazkirinê û navên hinekan ji wan ev in: „Koma kurdî ya kilam û reqasên gelêrî“, „Govenda kurdî“, „Oy, Narê“, koma zaran ya sitiran û reqasan “Dîlan“, Şêwra mamostayên kurd, Şêwra parlamêntarên kurd yên Tilbîsê, Komeleya wênekêşên kurd, Ûnîvêrsîtêta Gelêrî bona binecîyên kurd li rex Hevaltîya “Zanyarî“, gelek konsêrt û êvarîyên şahîyê, sêmînarên derheqa dîrok, çand, ziman, edebîyet û dînê kurdan, rasthatinên bi karmendên ulmî û hunermendîyê yên bi nav û deng, bi kurdên ji welatên dereke, cejinên ruhanîyê yên kurdan dihatine derbazkirin. Komên kilam û reqasê, ku ew serokatî lê dikir, gelek caran li bajar û komarên Sovyeta berê û welatên dereke konsêrt dane, alî pêşketina têatroya kurdî ya li Tilbîsê kirîye.
Sala 1978an Keremê Anqosî bingehê beşa kurdî ya radyoya Gurcistanê ya dewletê danî û heta girtina wê – 1ê çileya pêşin sala 2004an berpirsyarê wê yê sereke bû; ewî fonda sazbendîyê ya gelekî dewlemend saz kir, gelek sitiranên kurdên Gurcistanê qeyd kir û kir milkê gelê kurd. Ewî herwiha bi zimanên cuda-cuda gelek gotarên zanyarî û pirtûkên cuda çap kirine derheqa ziman, edebîyet, dîrok, êtnografîya, folklor, dînê êzdîyan da, ewî elfebaya pêşin ya du zimanî ya kurdî-gurcikî saz kir, çend pirtûkên derheqa dua û dirozgeyên êzdîyan da dane çapkirinê, rêdaktorî li çend pirtûkên bi zimanê kurdî kirîye. Helbest û serpêhatîyên wî bi zimanên kurdî û gurcikî hatine weşandinê, ewî xeber û sazbendîya çend sitiranên kurdî yên bi nav û deng nivîsîne, wek sitiranên
Keremê Anqosî sala 1999an bi kîsî xwe li Tilbîsê dest bi weşana rojnameya
Keremê Anqosî gelek caran di komîtê û komîsyonên Gurcistanê yên cuda-cuda da hatîye hilbijartin, bûye nûnerê gel li Dadmendîya Gurcistanê ya tewrebilind da, bûye endamê sedirtîya Şêwra kalemêrên gelên Kavkazê û her wakî din. Ew xelat û mêdalyayên dewletê va hatîye pêşkêşkirin, di nav wan da bi “Ordêna şerefê ya Gurcistanê“ va. Ew endamê Yekîtîya Rojnamevanên Gurcistanê ye. Lê xelata here mezin ji bo wî ew bûye, ku gelê kurd yê Gurcistanê keda wî bilind qîmet kirîye û navê “Rêvebirê kurdan“ lê kirine. Û ne tenê kurd, lê gurc, ermenî, azirî û miletên din jî.
Keremê Anqosî, ku îdî 70 salîya xwe temam kirîye, niha jî serokatîyê li radyoya kurdî li Tilbîsê dike û eva du sal e, ku bê maeş dersên zimanê kurdî dide xort û keçên kurdan. Ew zewicîye û xwedî du keçan e: Medîna û Gulçîna.
==Çavkanî==
*[http://www.ruvr.ru/main.php?lng=kur&q=989&cid=11&p=18.05.2009
[[Kategorî:Nivîskar]]
|