Îskenderê Mezin: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 9:
Îskenderê Mezin, bi grekî Μέγας Αλέξανδρος, ''Mégas Aléksandros'' an jî Aleksander III (Aleksanderê sêyem, [[356 b.z.]] - [[323 b.z.]]) yek ji keyên makedonî bû û di dema desthilatdariya xwe de ([[336 b.z.]] - [[323 b.z.]]) dawî li keyaniya Farisiyan aniye û ji [[Helenistan]]ê heya [[Hindistan]]ê împeratoriyeke mezin ava kiriye. Çand û şarezayiya [[helenî]] li rojhilatê bi destê wî belav bûye. Li gorî dîroknivîsan, serleşkerekî jîr bûye. Kurd jê re "Îskenderê Sergir" jî dibêjin. Lê dema ku ew hatibû Kurdistanê, di wê demê de kurdan navê "[[Skenderê Zûrqerneyn]]" anku "[[Skenderê Duquloç]]" lê kiribû.
 
Bavê Îskender keyê makedonî [[Fîlîpos II]] (Fîlîposê duyem) e û diya wî [[Olîmpias]], keça key Neoptolemosê [[Epîros]]î ye. Di zaroktiya xwe de ji [[Arîstoteles]] re şagirtiyê dike. Piştî kuştina bavê wî dibe key. Cara pêşîn hemî reqîbên xwe ji holê radike. Dest bi xeyalên bavê xwe ku bicih neanîbû dike. Bavê wî artêşeke taybet bo seferên [[Asya]]yê amade kiribû. Eşîrên [[Trakya|trakî]], [[geteyî]] û [[hîriya]]yan dibin xwarina yekem a Îskender. Li [[Tebe]] û [[Atîna]]yê xebera mirina wî belav dibe û gel radibe ser piyan li dijî Îskender. Dema ku vê nûçeyê dibihîse, artêşa xwe radike ser Atînayê. Ji xeynî mabedan û mala helbestvan [[Pîndaros]] seranser Atînayê dişewitîne. Di heman rojê de 6.000 mirovî dikuje û yê mayî dîl digire. Li ser vê çalakiyê yewnanî dikevin bin bandora makedoniyan.
 
Îskender [[Antîpatros]]ê Sîbonî dike cîgirê xwe û dest bi sefera Asyayê dike. Artêşa wî ji 30.000 peya û 5.000 siwariyan pêk dihat. Rojê 30 km dimeşiyan. Gorî wê demê ev artêşeke bêhempa bû. Artêşa wî bi dijminê mezin farisiyan re li [[Granîkos]]ê tên pêşberî hevûdu. Di vê şerî de Îskender biserdikeve û deriyê [[Anatoliya|Asyaya Biçûk]] jê re vedibe. Ew dijminê tîranan bû, herçendî bi xwe jî keyekî zalim bû, sefera wî demokrasî ji bi xwe re dianî. Navê wî roj bi roj li nav gelan belav dibû. Cihê ku ew tê re derbas dibû, navê wî lê dikirin.