Îskenderê Mezin: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
+wêne
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 9:
Îskenderê Mezin, bi grekî Μέγας Αλέξανδρος, ''Mégas Aléksandros'' an jî Aleksander III (Aleksanderê sêyem, [[356 b.z.]] - [[323 b.z.]]) yek ji keyên makedonî bû û di dema desthilatdariya xwe de ([[336 b.z.]] - [[323 b.z.]]) dawî li keyaniya Farisiyan aniye û ji [[Helenistan]]ê heya [[Hindistan]]ê împeratoriyeke mezin ava kiriye. Çand û şarezayiya [[helenî]] li rojhilatê bi destê wî belav bûye. Li gorî dîroknivîsan, serleşkerekî jîr bûye. Kurd jê re "Îskenderê Sergir" jî dibêjin. Lê dema ku ew hatibû Kurdistanê, di wê demê de kurdan navê "[[Skenderê Zûrqerneyn]]" anku "[[Skenderê Duquloç]]" lê kiribû.
 
ÎskenderBavê lawêÎskender keyê makedonî [[Fîlîpos II]] (''Fîlîposê duyem'') e û diya wî [[Olîmpias], keça key Neoptolemosê [[Epîros]]êî ye. Di zaroktiya xwe de ji [[Arîstoteles]] re şagirtiyê dike. Piştî kuştina bavê wî dibe key. Cara pêşîn hemî reqîbên xwe ji holê radike. Dest bi xeyalên bavê xwe ku bicih neanîbû dike. Bavê wî artêşeke taybet bo seferên [[Asya]]yê amade kiribû. Eşîrên [[Trakya|trakî]], [[geteyî]] û [[hîriya]]yan dibedibin xwarina yekem a Îskender. Li [[Tebe]] û [[Atîna]]yê xeberexebera mirina wî belav dibe û gel radibe ser piyan li dijî Îskender. Dema ku vê nûçeyê dibihîse, artêşa xwe radike ser Atînayê. Ji xeynî mabedan û mala helbestvan [[Pîndaros]] seranser Atînayê dişewitîne. Di heman rojê de 6.000 mirovî dikuje û yê mayî dîl digire. Li ser vê çalakiyê yewnanî dikevin bin bandora makedoniyan.
 
Îskender [[Antîpatros]]ê Sîbonî dike cîgirê xwe û dest bi sefera Asyayê dike. Artêşa wî ji 30.000 peya û 5.000 siwariyan pêk dihat. Rojê 30 km dimeşiyan. Gorî wê demê ev artêşeke bêhempa bû. Artêşa wî bi dijminê mezin farisiyan re li [[Granîkos]]ê tên pêşberî hevûdu. Di vê şerî de Îskender biserdikeve û deriyênderiyê [[Anatoliya|Asyaya Biçûk]] jê re vedibe. Ew dijminê tîranan bû, herçendî bi xwe jî keyekekeyekî zalim bû, sefera wî demokrasî ji bi xwe re dianî. Navê wî roj bi roj li nav gelan belav dibû. Cihê ku ew tê re derbas dibû, navê wî lê dikirin.
 
Piştî dagirkirina Anatoliya Rojava, bi riya [[Deryaya Spî]] riya xwe didomîne. [[Ankîra]] (îro, [[Enqere]]), [[Kapadokya]] û [[Kîlîkya]] digire û [[333'ê b.z.]] de di [[şerê Îsosê]] de artêşa [[Dariyûş III]] (Dariyûşê sêyem) têkdibe. [[Sûrî]] û [[Fenîke]]yê digire û dixwaze hêza deryayî ya Dariyûş bişikîne. Li bajarê [[Tîros]]ê Dariyûş berxwedaneke mezin nîşan dide. Dagirkirina bajêr heft mehan didome. Îskender biserdikeve ku eva jê re dibe naveke pirr mezin. Bajar tê talankirin û qirrkirin. Li ser riya [[Xaze]]yê di sala [[332'ê b.z.]] de dikeve Misrê. Wê zivistanê li wir dimîne. Bi biharê re dest bi sefera Kurdistanê dike. Di tîrmeha [[331'ê b.z.]] de bajarê Nîniv, [[Tapsakos]] û [[Hewlêr]]ê digire. Li deşta [[Gaugamela]]yê dîsa bi Dariyûş re tên rûbirû û Dariyûş têk dibe. [[Babîl]]ê digire û li ser riya [[Çiyayên Zagrosê]] re dikeve [[Parsiya]]yê. Pîştre Medyayê dagir dike û li paytext [[Ekbatana]]yê bêhna xwe vedide. Êdî hewcehiya wî bi leşkerên yewnanî namîne û dest bi xeyalan dike. Xwe bi navê "Mîrê Asyayê" binav dike û heyraniya wî bi çanda Medya û farisiyan re çêdibe. Ev yeka han dibe sedem ku hin caran serkanên makedonî û yewnanî li dijî wî dikevin çalakiyan.
 
Beriya zayînê 327'ê de bi 35.000 leşker û bi qasî 100.000 jî alîkaran dest bi sefera [[Hindistan]]ê dike. Mixabin polîtîkaya wî ya yekgirtina makedonî, medyayî û farisî ji aliyê gelekan ve nayê pejirandin. Gelek caran li dijî serhildan pêk tên. Bi keça Dariyûş re dizewice û 30.000 xortê kurd û îranî bo perwerdeya leşkerî dişîne Makedonyayê. Hemî leşkerên xwe yên makedonî dişîne malê.
 
Di sala [[324'ê b.z.]] de [[Luristan]]ê dadigire. Amedekariyên xwe yên bo sefera Hindistanê diqedîne, lê di pîrozbahiyekê de pirr vedixwe û bi giranî nexweş dikeve. Di 33 saliya xwe de dimire û laşê wî di nava tabûteke zêrîn de tînin bajarê [[Îskenderiye]]yê. Piştî mirina bi qasî demeke kurt lawê wî [[Îskender IV]] (Skenderê çarem) tînin ser text lê ew tê kuştin.
 
Îskenderê Mezin wekî Medya û Parsiyayê desthilatdariya xwe bi rê ve dibir. Gorî dîrokvên 70 bajar avakiriye Îskender. Desthilatdariya wî bandora [[helenîzm]]ê heya tixûbê Hindistanê aniye. Li gorî dîroknasan, miroveke jîr, zîrek, xwedî [[vîzyon]]ê, zana û cengawer bûye. Desthilatdariya wî 12 sal û 8 meh berdewam kiriye lê di vê demê de bi qasî ku hîç kesê nekiriye tiştinên girîng û bêhempa kiriye.