Mûsa: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
B Guherandina 84.230.197.44 hat betal kirin, vegerand guhartoya dawî ya 172.183.38.54
Rêz 132:
== Mûsa di [[Peymana Nû]] de ==
 
Di Peymana Nû de 80 caran behsa Mûsa tê kirin.
 
 
a) Mûsa wek pêxemberê Xwedê tê qebûlkirin:
 
"Şerîet bi destê Mûsa hat dayîn" (Yûhenna 1:17).
 
 
Şerîeta Mûsa jî ji aliyê Mesîh hat qebûlkirin:
"Nefikirin ku ez hatime Şerîetê û nivîsarên pêxemberan ji holê rakim. Ez nehatime ku ji holê rakim, lê ez hatime ku temam bikim. Beriya ku erd û ezman bibihûre, herfek an nuqteyeke biçûk ji Şerîetê winda nabe, heta ku her tişt bê cih." (Metta 5:17-18)
 
 
b) Îsa dibêje ku Mûsa li ser Mesîh pêxemberîtî kiriye:
 
- Piştî mirin û rabûna xwe, Îsa ji şagirtên xwe re şîrove dike ku her tiştê ku Mûsa û pêxemberan li ser wî gotine, hat cih (Lûqa 24:27).
 
- Îsa ji Cihûyan re got: "Eger we ji Mûsa bawer bikira, weyê ji min jî bawer bikira, çimkî wî li ser min nivîsiye." (Yûhenna 5:46)
 
 
c) Mirovên din jî ev yek qebûl kirin:
 
- Filîpos Natanyêl dît û jê re got: "Me ... Îsayê Nisretî dît, yê ku Mûsa di Şerîeta xwe de û pêxemberan li ser nivîsîne." (Yûhenna 1:45)
 
- Cihûyan got: "Bi rastî jî ew pêxemberê ku wê bihata dinyayê, ev e!" (Yûhenna 6:14)
 
Bi vê yekê wan gotina Mûsa a li ser Mesîh qebûl kir:
"Ev, ew Mûsa ye ku ji zarokên Îsraêl re got: ‹Xwedê wê ji nav birayên we pêxemberekî wek min ji we re rake› (ji: Dubarekirina Şerîetê 18:15)."
(Karên Şandiyan 7:37)
 
 
 
d) Mesîh ji Mûsa meztir e:
 
"Şerîet bi destê Mûsa hat dayîn, kerem û rastî bi destê Îsa Mesîh hatin." (Yûhenna 1:17)
 
 
"Her kesê ku baweriyê bi Îsa tîne, ji wan hemû tiştên ku bi Şerîeta Mûsa we nikaribû hûn bê sûc bibin, rastdar derdikeve." (Karên Şandiyan 13:39)
 
 
Tu kes nikare Şerîeta Mûsa ji sedî sed pêk bîne, loma xizmeta Mûsa "mirin aniye" (Korîntî II, 3:7); lê Mesîh hat ku jiyana herheyî bide mirovan: "Vejîn û jiyan ez im. Yê ku bawerî bi min anîbe, miribe jî ewê bijî." (Yûhenna 11:25)
 
== Mûsa di Quranê de ==