'''Ehmed Turk''' (bi [[tirkî]]: ''Ahmet Türk'') (* [[1942]] li [[Mêrdîn]]ê) siyasetmedarekî Kurd û serokê [[DTP]]yê yê niha ye.
Di nava refên [[CHP]]yê de dest bi polîtîkayê dike û di sala [[1973]]'an de dibe parlamenterê CHPyê yê Mêrdînê. Di [[Cûntaya leşkerî ya 1980]]'î de tê girtin û di [[zîndana Amed]]ê de dimîne. Di sala [[1987]]'î de dikeve [[Sosyal Demokrat Halk Partisi]] (SHP) û wekî parlamenterê Mêrdînê tê hilbijartin. Saleke şûnde ew û çend parlamenterên Kurd ji vê partiyê ji ber ku li [[Ewropa]] tevlî cîvînekê derbarê pirsgirêka Kurd bûne tên avêtin. Ehmed Turk û parlamenterên din ku ji SHP'ê veqetiyan partiyek nû bi navê [[HEP]]'ê damezrandin.
Di sala [[1994]]'î de bi tevî hin parlamenterên Kurd tê girtin û 22 meh li girtîgehê dimîne. Bi damezrandina DTPyê ve ew dibe yek ji serokên vê partiyê.
==Çavkanî==
http://www.okimdir.com/ahmet-turk-biyografi.html
de sala 2009 dadevleta tırk je parlamenteriye éxest
sala 2010 da kuciken tırk je samsone puzawi işkant.