Silopiya: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Hejaro (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 23:
==Bajarê Silopî==
 
Heta îro ji 10 an zêdetir mehele an jî taxên bajarê Silopiyê hatine çêkirin û avakirin, ji salên 1995an pêde.
 
Taxa Barbarus, Taxa Basak, Taxa Cûdî, Taxa Cumhurîyet, Taxa Karşiyaka (Şehrê Pêşber), Taxa Nûh, Taxa Ofîs, Taxa S. Harun, Taxa Yenîşehîr (Şehrê nû), Taxa Yeşiltepe (Girê Hişîn).
 
Bajarê Silopî di [[Bakûrê Kurdistan]]ê de cih digire. Li gorî texmîna malpera şaredariya Silopiyê ya 2006 an 7073.000 kesan zêdetir nifûsa xwe niha heye, yên ku ji Silopiyê ne û yên di salên 1995an û pêde gundên xwe hêlayîn û ew jî li Silopiyê jîyana xwe berdewam dikin. Lê bes tête gotin, nifûsa Silopî irô gihiştîye 100 hezarî. Hikmetên tirkî bi zoradarî gundiyên kurd ji gundên wan derêxistin û mal û xaniyên wan jî xirakirin. Jiber wê yekê jî gundên li dora çîyayê [[Cûdî]] reviyan çûn Silopiyê. Bajarê Silopî ji berî salên 1995an nifûsa wê li dora 20.000 ran bû, bes ji salên 1995an pêde Silopî di 10 salên paşîn de gelekî mirov kişandin xwe, mirovên kurd yên ji hemû derên [[Kurdistan]]ê tên.
 
Di van 10 salên paşîn de li Silopiyê gelekî xanî û bînayên 1 heta 10 ketîyê zêdetir xanî hatine avakirin. Herweha gelekî sûkên nih ketine di bajarê Silopiyê de. Pêşdeçûn li Silopiyê berdewam dike. Bajarê Silopî her li ber xwe daye li dijî hikmetên tirkan û îro jî li ber xwe dide li dijî zordarîyê. Li vira çîyayê [[Cûdî]] dikeve pişta Silopî û kîlometrekî ji Silopiyê dûr e. Li tenişta milê çepê jî [[Xabûr (Iraq)|Xabûr]], [[çîyayê Bêxêr]] bajarê [[Zaxo]] heye û nêzîkî 30 kîlometran ji Silopiyê dûr e.