'''Mustafa Aydogan''' di sala [[1957]]an de li [[Qoser]]a [[Mêrdîn]]ê hatiye dinyayê. Ew di sala [[1985]]an de li [[Swêd]]ê bi cih bû û heta niha jî her li [[Swêd]]ê dimîne.
'''Mustafa Aydogan''' li [[Swêd]]ê ket nav tevgera kulturî û heta niha ji [[Jack London]], [[Yaşar Kemal]], [[Aziz Nesin]], [[Edîp Karahan]], [[Ann Eriksson]] û [[Orhan Pamuk]] kitêb wergerandine û bi xwe jî bi navê [[Pêlên Bêrîkirinê]] û [[Berê gotin hebû]] du kitêb nivîsandine. Wekî din Aydogan di kovar û rojnameyên cihê de li ser mijarên cihê gotar nivîsandine.