Yewnanistana kevnare: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Alkd (gotûbêj | beşdarî)
B Rêvîsyona 292695 yê Alkd (guftûgo) şondakir
Alkd (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 1:
'''Yewnana Kevin''' heyamek ji dîroka [[Yewnan|Yewnanê]] ye ko nêzî 9 sedsalan vekêşa. Bi giştî wesa dihêt hesibandin ko Yewnana Kevin bingehê hemî [[bajarwarî]] anko şaristaniyeta [[Cîhana Rojava]] bit. Ferheng û kulturê Yewnana Kevin gelek li ser [[Emperatoriya Romê]] bandordar bûye. Emperatoriya Romê jî guhartoyeka wî ferhengî li tevaya [[Ewropa|Ewropayê]] belav kir. Tesîra yewnana Kevin bi kûrî li ser ziman, siyaset, zanist, felsefe û sstema perwerdeya Ewropayê hebûye. Vegeriyana li wî ferhengî bû sedema destpêbûna [[Rênesans|Rênesansê]].
Vebêjeyên mîtolojîk ên Yûnanî bi vegotineke muhteşem li seranserê cîhanê bûne xwediyê deng û rêzdariyeke mezin.
 
== Demnîgarî (kronolojî) ==
Bi nêzîkeyî B.Z (Berî Zayînê) di sala 725’an de Hesiodos di “Theogonia”ya xwe de û dîsa bi nêzîkeyî B.Z di sala 775’an de Homeros di “Îlyada”ya xwe de, ev vebêjeyên mîtolojîk bi nivîsînê bêmirin kirine.
Bi awayekê giştî çaxê destpêbûn û dawîbûna wê qonaxê ko jê ra dibêjin Yewnana Kevin ne ewqas kifş û zelal e. Gelek kes wesa dihesibînin ko bi desthilata Emeperatoriya Romê Yewnana Kevin dawî bû. Lê dîrokzan hindekê hûrtir li ser babetî disekinin.
Ev vebêje gerdûneke ku pirr dişibe gerdûna îroyîn vedibêjin. Xwedayên xwe û lehengên xwe bi rewşên mirovî ku bi mirovan re hene dişayesînin. Xweda û xwedawendên Grekî malbateke mezin in. Di vê malbatê de her ferd xwediyê kesayeteke cuda ye.
 
{{kurt}}
Li gorî mîtolojiya Grekan tu tişt ji tunebunê çê nabe ango daring (madde) mêjîn (ezelî) û abadîn (ebedî) e. Ji ber vê jî berî hebûna xweda û xwedawendan jî daring bi awayekî aloz her hebû. Di mîtolojiya Grekan de ji vî awayê aloz ê gerdûnê re “kaos” tê gotin.
[[Kategorî:dîrok]]
 
{{Link FA|hr}}
Di vê mîtolojiyê de afirandin ji civaka maderşahî ber bi civaka pederşahî tê guhertin. Her weke rêveberiya mirovî di rêveberiya xwedayî de jî rêveberî ji bav dibuhure kur û herwiha di buhure neviyan jî.
{{Link FA|no}}
{{Link FA|tr}}
 
[[an:Antiga Grezia]]
Di mîtolojiya Grekan de Maderexak (Gaia) xwedawenda yekemîn e. Mirovên ku li Grekîstanê dijiyan û bi axê jiyana xwe didomandin, ji ber ku pêwîstiya wan bi bereket û zayîna axê hebû xwedawenda yekemîn Gaia dihebandin. Van mirovan zayîna jinê û bereketa axê şibandibûne hevûdu, lewre jî sifateke mê dane axê.
 
==Zayîna Xwedayan==
 
Ji aloziya ku kaos jê re tê gotin sisê heyberên nemir afirîn; Gaia (Maderexak), Tartaros (Tariya Binê Erdê) û xwediyê delaliyeke bêpayan, tîmsalê evînê Eros (Evîn). Paşê Gaia bêyî ku xwediyê mêrekî be Uranos afirand û pê re zewicî. Bo ku wê werbigire û wê biparêze ew bi xwe re yeksan kir. Û ew kire bavê asîmanan. Bi vî awayî binê erdê (Tartaros), xak (Gaia), evîn (Eros) û asîman (Uranos) afirîn. Ji zewaca Gaia û Uranos sisê zarokên nemir ên pêşîn çê bûn; Dêwên Sedmil. Her dêwek xwediyê pêncih serî û sed milî bû. Piştî van jî sisê zarokên yekeçav ku ji wan re Kyklop tê gotin, çê bûn.
 
Uranos ji hêza van şeş zarokên xwe ya hovane tirsiya û ew di kûrahiya Tartaros de heps kirin. Uranos bawer kir ku dê bi vî awayî desthilatdariya xwe abadîn bike. Lê dilê Gaia bi jana zarokên wê pare pare dibû û li benda fersenda tolhildanê bû.
 
Zarokên Gaia û Uranos ên din sêzdeh Tîtan bûn. Ji Tîtanan Helîos xwedayê rojê, Selene xwedawenda heyvê, Okeanos xwedayê oqyanûsan, Thetîs xwedawenda kehanetê, Kronos xwedayê zemên, Rhea xwedawenda bereketa zayendî bû.
 
Gaia biryar da ku bi alîkariya zarokên xwe tolê ji Uranos bihilîne. Ji bo vê jî ji berheste daseka pirr tûj çê kir. Û ji zarokên xwe xwest ku bi vê dasê tola zarokên wê yên li bin erdê hilînin. Ji ber ku zarokên wê ji bavê xwe Uranos pirr ditirsiyan pêşîn ev awata wê bi cih neanîn. Lê piştî ku lawê wê yê herî piçûk Kronos biryar da ku vê awatê bi cih bîne tîtanên din jî alî Kronos kirin. Bi şev dema ku Uranos li qiraxên deryayê bi jina xwe Gaia re raketibû xwedawenda heyvê Selene ronahiya heyvê birriya û bi alîkariya Selene û tarîtiyê Kronos bi dasa kevirîn a tûj bavê xwe Uranos xadim kir. Uranos bi janeke bêpayan qêriya, ji xwîna wî ya ku dilopî axê bû îfrîtên kirêt ên çençûs ên bi navê Dêw çê bûn, ji bedena wî ya ku di nav avê de bi kefê winda bû jî Aphrodite’a ku jê re dibêjin xwedawenda ku ji kefê afiriye, çê bû.
 
Piştî serhildanê Kronos li şûna bavê xwe bû xwedayê asîmanan. Lê ji ber ku mîna bavê xwe ji Dêwên Sedmil û Kyklopan tirsiya, sonda xwe bi cih neanî û ew di tariya kûrahiya Tartaros de hiştin.
 
Piştî hêvîşkestinê Gaia li benda fersendeka din ma ku zarokên xwe ji kûrahiya Tartaros derîne. Û bi kehanetekê got ku dawiya Kronos jî dê mîna ya bavê wî be.Lê Kronos bi baweriyeke mezin got ku “ ez dê qedera xwe biguherim”. Lê guhertina qederê ewqasî ne asan bû. Kronos ji jina xwe Rhea pirr hez dikir û piştî demeka kin keçeke nazenîn a bi navê Hestia ji dayik bû. Dema Rhea ew nîşanî bavê wê Kronos da qedera Kronos di serê wî de bi vîzîn buhurî û bi tundiya van hestan keça xwe Hestia bi carekî daqurtand. Paşê çar zarokên din ji Rhea re çê bûn. Tev zarok jî bi heman hestên tund ên Kronos hatine daqurtandin: Poseidon, Hera, Demeter, Hades.
 
Ji ber van bûyeran dilê Rhea bi janan tijî dibû. Dema ku bi zarokê şeşemîn avis bû, çû çem diya xwe Gaia û alîkarî jê xwest. Gaia got ku dema zayînê hat biçe Girava Girîtê û li wir li Çiyayê Dîktîsê li şkefta veşartî xwe veşêre. Gaia got ku,” ez dê bi periyan alîkariya te bikim ku dê zaroka te bi şîrê bizinan xwedî bikin û dê dergûşa wî bi darekê ve daleqînin ku Kronos ne li asîmanan ne jî li behrê nabîne.” Gaia got ku ji bo xapanina Kronos jî tenê ferşekî bi qasî zarokekî bes e.
 
Bi vî awayî Rhea, piştî ku Zeus çê bû ew li şkeftê hişt û bi kevirekî çû cem Kronos. Dema Kronos kevir dît berî ku lê binihêre ew bi çarekî daqurtand. Herwiha got qey min qedera xwe cardin guhert. Lê guhertina qederê ewqasî ne asan bû. Sal buhurîn Zeusê zarok mezin bû, bû xwedayekî gihîştî. Bêyî ku haya Kronos jê hebe.
 
Rojeka ku Kronos tî bûbû, ji Rhea vexwarinek xwest Rhea jê re vexwarineke xweş anî. Dema ku piyaleya wî qediya yeke din jî xwest, lê vê carê ne Rhea yekî biyanî –Zeus- piyaleya tijî jahra ku Gaia dabûyê anî. Heya ku Kronos pê hesiya ku ew biyanî ye zû ve vexwarin qedandibû. Ji nişka ve Kronos di ûrê xwe de janeke bêpayan his kir, û kevirek vereşand. Paşê jî zarokên xwe yên din ku vêga tev mezin bûbûn vereşandin.
 
Li hemberê vê serhildanê Kronos got ku her kî bixwaze li şûna min desthilatdar be divê ku bi min re û herwiha bi Tîtanên din re jî şer bike, ji ber ku bêyî vê nabe. Lewre Zeus û xweh û brayên xwe bi Tîtanan re deh salan şer kirin. Lê ne ew ne jî Tîtan bi ser ketin. Di dawiyê de Gaia’ya ku vexwarina jahrîn ji bo Kronos dabû Zeûs dîsa alî wan kir û qala Kyklop û Dêwên Sedmil ên di kûrahiya Tartaros de kir.
 
Zeus û xweh û brayên wî Kyklop û Dêwên Sedmil ji Tartaros xelas kirin û bi alîkariya wan di şer de bi ser ketin. Tîtan jî di kûrahiya Tartaros de heps kirin.
 
Paşî xwedayan ji bo ku desthilatdariya xwe bibijêrin peşk avêtin. Ji Zeus re xwedahiya asîmanan, ji Poseidon re xwedahiya deryayan, ji Hades re jî xwedahiya binê erdê derket. Zeus bi xweha xwe Hera re zewicî û ew bû xwedawenda zewac û zayînê. Hestia bû parêzvana malbatê. Demeter bû xwedawenda bereket û çandinê. Zeus bû bavê xwedayên din jî paşî; Athena, Apollon, Artemîs, Persephone, Ares û Hephaistos. Bi vî awayî dawî li desthilatdariya Tîtanan hat û desthilatdariya xwedayên nû dest pê kir.
 
==Vebêjeyeka mîtolojîk ji yên grekan==
 
 
===Demeter û Keça wê Persephone===
 
Xwedawenda ku demsalan tîne, diyariyên ku ji bo domandina jiyanê pêwîst in dide, Demeter e. Ew ji mirovên mirinok û ji axê pir hez dike. Mirovên mirinok jî jê pirr hez dikin . Xwedawenda mezin Demeter Olîmposî ye. Jinên cotkarên Grekîstanê her êvar dema sifreya şîvê amade dikirin sênîyeke zêde jî didanîn ser sifreyê, ji ber ku îhtîmal heye xwedawenda çandinê Demeter bibe mêvanê wan.
 
Ji ber ku şîva mala cotyarekî ji şîvên qesrên mezin ên Olîmposê ,ku Hephaistos plana wan çê kir û Kyklopan jî ava kirin, tercîh dike, xwedayên Olîmposî yên din dev diavêjin wê, lê ew tenê dibişire.Demeter, dilovan, nazik û destvekirî ye. Ew herwiha keça mîrê Tîtanan ê erjeng Kronos û xweha mîrê asîmanan Zeus e.
 
Şadiya jiyana Demeter a bêmirin, keça wê ya ji Zeus e; Persephone. Persephone ji roniya rojê, ji kulîlkên hovik û ji ken hez dike. Kulîlkên hovik ên Sicîlya pirr xweşik in. Ji ber ku ewqasî xweş in jî Persephone tim zembîla wê di dest de li mêrgên Sicîlyayê kulîlkan dicivîne. Pirrê caran Athenaya çavronî û xwedayê nêçîrê Artemis pê re hevaltiyê dikin li van mêrgan.
 
Rojekê Aphrodite, Mîre Miriyan Hades ku bi erebeya xwe li Girava Sicîlyayê digere, dibîne. Mîrê siyan weke her demê kontrola Typhonê ku di bin Çiyayê Etna de xwe drêj kiriye û ji devê xwe agir direşîne, dike de ku mirovên mirinok ji van lerzînên erdê û derketina agir zerarê nebînin.
 
Aphrodîtea zêrîn bang dike kurê xwe Eros û wiha dibêje:” ji mirinokan pirr kêm kes qedr didin hêz û mezinahiya me. Bi baldarî binihêre ku çawa Athena, Artemis û Persephone ji ramanên evînê direvin: Zeus û xweha wî û Mîrê Deryayan serî li ber çekên me tewandin. Vêga dor hatiye Mîrê Miriyan Hades jî ku em desthilatdariya xwe pê bidin naskirin. Yekî ji tîrên xwe yên ku hedefa xwe tu caran şaş nakin bişîne dilê Hades de ku mîna dînan di evîna Persephone de noq bibe.”
 
Tîra Eros dike ku Hades dil dikeve Persephone û Hades wê ji bavê wê Zeus dixwaze. Zeus wê demê jê re wiha dibêje:” helbet ev ê bibe şahiyeke mezin bo min, lê birayê min ê xoşewîst tu bizanibe ku xweha me Demeter nahêle ev zewac bibe. Ew nahêle ku Persephone ji ronahiya roja Helios, ji erdên tijî kulîlk, ji geşta azad mahrum bimîne û bibe keybanûya mîrîtiya te ya tarî. Tu wateya hêz û desthilatdariyê bo Demeter û Persephone nîn e. Lê ji ber ku birayê min û desthilatdarê mîrîtiyeke mezin î, her çî qas ku ez nikaribim wê bi zorê bidim te jî, ez ê bi dizî ve alî te bikim de ku tu wê birevînî.”
 
Rojekê ku Persephone li mêrgên Sicîlyayê kulîlkan dide hev, kulîlkeke ecêb xweşik ku heta wê demê nedîtîbû dibîne. Hevalên xwe li pey xwe dihêle û ber bi kulîlkê diçe ku biçine. Nepêkan e bizanibe ku bavê wê bo Hades wê birevîne ji axê ev kulîlk afirandiye. Dema Persephone bo çinîna kulîlkê ber pê diçe ji nişka ve ax vedibe. Erebeyeke ku bi hespên reş e û mîrê miriyan Hades bi xwe diajo derdikeve. Hades bi destê xwe yê çepê dizgîn digire û bi destê xwe yê rastê jî Persephoneyê hildide erebeya xwe. Bêyî hevalên wê hay jê hebin wê direvîne û bi dûr dikeve.
 
“Dayê, dayê” bangî diya xwe dike Persephone ,”alî mîn bike, min xelas bike”. Lê diya wê jê pirr dûr e. Ji xwedayan û mirovan kes dengê wê nake. Tenê mîrê rojê Helios ji erebeya xwe ya ku li asîman pê digere bûyerên ku diqewimin dibîne. Dema Artemîs û Athena têne mêrgê erd ji zû ve hatiye girtin û kulîlka ecêb xweşik jî winda bûye. Li dû xwedawenda ciwan tenê zembîla wê ya tijî kulîlk dimîne.
 
Dema ku erebeya Hades wê di nav golên kûr û hewzên ku dû derdixin de dibuhurîne, Persephone hîna jî bangî diya xwe dike. Hêvîdar e, heta axa ku çandinê dide, deryaya ku bi lez diherike û Heliosê ku li jor erebeya xwe diajo xuya ne hinek dengê wê bibihîzin. Piştî ku erd li pey wan tê girtin jî dengê Persephone li ser çiyayan olan dide; li bin deryayan belav dibe. Dema xwedawenda mezin qêrîna keça xwe dibihîze dilê wê tijî jan dibe. Benê porên xwe yên xweşîk vedike, hewranê xwe ji milên xwe berdide. Mîna teyrekî hov, di navbera behr û berriyê de li her derê bê hêvî li keça xwe ya wenda digere.
 
Xwedayên nemir ku dizanin Persephone li kû ye bê deng dimînin. Mirovên mirinok jî nikarin alî wê bikin. Ji bo ku tariya şevê lêgerîna wê qut neke ji agirê sor ê kratera Çiyayê Etnayê du darên qajê pê dixe. Ji hingî ve ne stêra berbangê ne jî ya êvarê dîtine ku bêhna xwe vedide. Lê beredayî digere li cîhanê. Di dawiyê de Demeter diçe Sicîlyayê ku keça wê dawîn li wir hatibû dîtin. Bêyî ku bizanibe kî sûcdar e her kesî ceza dike. Ger kesek nebêje ka çi bûye ji keça wê dê diyariyên xwe yên ku jiyanê didin ji wan bistîne. Kotanan dişikîne, gayan û xwediyên wan dikuje. Emir dike cîhanê de ku tovên di axê de veşartî ziwa bike û wan kurmî bike. Axa ku bi bereketê navdar e hêdî hêdî şorax dibe. Paşê bayên tund bi xwe re tofanên baranê tînin. Teyrên çavbirçî garisên ku di lasikan de ter mane xelas dikin, dixwin. Xwedawenda mezin diçe derên dinyayê yên din û ji tev mirovahiyê re ziwahî, perîşanî û xelayê tîne. Paşê xwedawenda mezin bi meşaleyên xwe yên ku hîn jî pêketî ne diçe cem Heliosê ku hem xwedayan hem mirovan hem jî tavê temaşe dike. Demeter jê re wiha dibêje:” min qêrîna keça xwe kir, mîna ku bêyî dilê wê hinek wê birevînin diqêriya. Dîsa jî nizanim ka çi bûye jê, ji ber ku erebeya te, te ser erdên çandî û deryayên bi lez diherikin digerîne divê te dîtibe ku kî keça min revandiye.”
 
Mîr Helios wiha bersiva van peyvan dide:” ji ber ku ez bi halê te yê bikerb xemgîn dibim ez ê ji te re rastiyê bibêjim. Ewrcivîn Zeus bo ku bibe keybanûya wî alîkariya Hades kir û Persephone da revandin. Min qêrîniya wê ya dema revandinê kir. Dîsa jî ji ber ku birayê te mîrê miriyan xwediyê mîrîtiyeke mezin e, ev ê zewaceke baş bibe. Hêrsa xwe bibirre û jana xwe kêm bike.” Wê demê dilê Demeter bi hêrs û janake kûrtir tê dagirtin. Demeter biryara xwe dide ku Olîmposiyan bi kuştina tev mirovan ceza bike. Ji vir pê ve mirov êdî xwedayan bi qurban û diyariyên bêpayan rûmetdar nakin. Û Hadesê erjeng ê xwediyê pirrtir miriyan bibe bo rûmetdarkirinê.
 
Zeus ji vê niyeta wê tirsiya û Irisê pê-ba dişîne pey Demeter ku vegere Olîmpos. Ji ber ku Demeter bi ya wî nake. Zeus yeko yeko xwedayên Olîmposê yên din jî dişîne pey. Lê heta kesê dawîn Demeter bi ya wî nake. Demeter ji xwedayê dawîn ê ku hatiye pey re wiha dibêje.”bibêje Zeus ku ez ê ji bo peyvînê werim Olîmposa bêhnxweş lê heta keça xwe ya xweşik nebînim, nahêlim li ser rûyê dinyayê tovekî tenê jî şîn bibe.”
 
Dema Demeter diçe cem Zeus wiha jê re dibêje:” bavê mirov û xwedayan ez hatime bo keça me ya xweşik lava bikim. Ger haya te ji min nebe jî ez bawer im ku tu ji Persephone hez dikî. Tu dizanî ku çawa ji ronahiya rojê, ken, dengê şadiyê û bêhna kulîlkan hez dike. Çawa tu dikarî bixwazî ku keseke wiha ji jiyanê hez dike bibe keybanûya welatê tarî û bisaw ê mirinê. Bêje Hades de ku wê serbest bike. “
 
Zeus:”rast e Demeter hez û endîşeyên te yên ji bo keça me bi min re jî hene. Lê dîsa jî bizane ku Hades ji ber evîndariya xwe keça me revand ew xwedayekî bi qasî min mezin e. Tenê di peşkê de ji bo min mîrîtiya asîmanan ji bo wî jî mîrîtiya bin erdê derket. Ger hêz û heza birayê me hêrsa te naqedîne wê demê ez ê bibêjim Hades de ku Persephoneyê berbide. Lê tenê ger Persephone tiştek li mîrîtiya miriyan nexwaribe dikare vegere mîrîtiya ronahiyê. Ger xwarina miriyan xwaribe, dê mahkûmî mîrîtiya bisaw bibe.” Demeter van peyvan wiha dibersivîne:” ez dê Persephone li wan mêrgên ku ji wan hez dike bibînim, heta wê demê cîhan ê bêjiyan û ziwa bimîne.”
 
Piştî ku Demeter diçe Zeus agahberê xwe Hermes dişîne mîrîtiya tarî de ku emir bide Hades bo serbest berdana Persephone. Hermes ji Hades re wiha dibêje:” Hades apê dilovan, mîrê miriyan, bavê min ez şandim ji bo ku Persephone bibim cem diya wê. Ji ber ku xwedawenda mezin tev kaniyên xwarinê tune kirine û dixwaze xwedayan bi kuştina tev mirovan ceza bike.”
 
Hades bi van peyvan bi xedarî dikene. Ji Persephone re dibêje;” ji bo tu diya xwe ya cilreş bibînî bi Hermes re biçe, lê divê tu ji dil bizanî ku ez jî ji te hez dikim û dixwazim bi min re li vir bimînî. Min bi başî yad bike, ji ber ku ez ê mêrekî baş bim bo te. Ji bîr neke ku ez jî birayê Zeus im û mîrîtiya min jî pirr mezin e. Dema tu li vir bî her tiştê jîndar û bilebat tu yê bi rê ve bibî. Ez ê bikim ku di nav xwedayên mezin de tu xwedawenda rûmetdartirîn bî. Ên ku mafê te nedin te û te nehebînin ez ê bi erjengiya xwe ya mezintirîn ceza bikim.”
 
Dema Persephone van peyvan ji mêrê xwe dibihîze dilşad dibe. Dema li erebeya Hermes siwar dibe, ji bo ku heta dawiyê li ser rûyê erdê nemîne Hades lipek hinara mîna hinguv dide Persephone de ku bixwe, Persephone bê hay û bê agah lipa hinarê dixwe. Paşî Hermes Persephone dibe cem diya wê.
 
Dema Demeter keça xwe ya xoşewîst dibîne wê hembêz dike û bi lez jê pirs dike:”keça min rastî bibêje, te li mîrîtiya tarî ya Hades tu tişt xwar. Ger te tu tişt nexwaribî tu dikarî bi min re li cîhana ronî bijî. Ger te xwaribî divê tu vegerî cem mêre xwe yê li welatê tarî.”
 
Persephone bi çavên şil bersiv dide:” dema ku Hermes hate pey min mêrê min lipek hinara şîrîn da min, ji ber ku ez birçî bûm min ew xwar. Ji encamên wê bêagah bûm.”
 
Dema Demeter fam dike ku bihevrebûna wê û keça wê kin e çavên wê ji rondikan tijî dibe. Dema Demeter dibîne ku diya wê Rhea ber pê tê şad dibe. Diya xwedayan bi dilovanî keç û neviya xwe hembêz dike.
 
Dibêje:” were keça min yê ku dikare bi şadiyê bijî divê bikaribe bi janan re jî bijî. Min ji birayê te Zeus xeberên baş anîn ji bo te. Xwedayên mezin dixwazin ku tu vegerî malbata mezin a Olîmposê. Persephone dê tenê çariyeka salê li mîrîtiya tarî ya Hades bimîne. Her sal bi hatina biharê re, bi vebûna kulîlkên bêhndar re Persephone dê bê cem te, heta dema çinîna çandinê dê bi te re be. Hêrsa xwe ya li hemberî Zeus biqedîne. Bi keça xwe re ta’ma jiyana jîndar bistîne, bila ax berên xwe yên ji bo domîna jiyana mirovan pêwîst in dîsa bide.”
 
Dema Demeter peyvên diya xwe dibihîze di nav rondikên çavên xwe de dibişire. Tevî her tiştî dê bi keça xwe re be. Dê bikaribe bi van veqetînên. Dîsa bereketa axê didiyê. Paşê her du xwedawend tevî nemirên Çiyayê Olîmposê dibin.
 
Bi vî awayî pergala demsalan cardin tê saz kirin. Her sal piştî dema çinîna çandiniyan Persephone ji bo demsalên zivistanê diçe cem mêrê xwe Hades. Dema Helios cîhan cardin bi germahiya tavê hembêz kir Demeter dê bibîne ku Persephone ber pê tê û dê wê hembêz bike. Demeter dê cardin bi çoşeke bêpayan kulîlk, tov û fêkiyan jîndar bike. Her car dê mirovan bi diyariyên xwe yên ku jiyanê didin şad bike.
 
Paşî mirovên li mêrgên germ ên xweş keç û dayikê bi hev re şad bibînin. Jinên cotyaran dê di şîvê de her êvar sêniyeke zêde deynin ser sifreyê, heye ku Demetera dilovan biba mêvan li wan.
 
[[an:Antiga Grecia]]
[[ar:حضارة الإغريق]]
[[arz:اليونان القديمهالقديمة]]
[[az:Qədim Yunanıstan]]
[[bat-smg:Senuobės Graikėjė]]
[[be:Старажытная Грэцыя]]
[[be-x-old:Старажытная Грэцыя]]
[[bg:Древна Гърция]]
[[bo:གནའ་རབས་ཀེ་རི་སི།]]
[[br:Henc'hres]]
[[bs:Antička Grčka]]
[[ca:Antiga Grècia]]
[[cs:Starověké Řecko]]
Line 112 ⟶ 30:
[[et:Vana-Kreeka]]
[[eu:Antzinako Grezia]]
[[fa:یونانتاریخ باستانحوادث یونان]]
[[fi:Antiikin Kreikka]]
[[fiu-vro:Vana-Kreeka]]
[[fr:Histoire de la Grèce antique]]
[[fy:Alde Grikelân]]
[[ga:An tSean-Ghréig]]
[[gan:古希臘]]
[[gl:Grecia antiga]]
[[he:יוון העתיקה]]
[[hif:Purana Greece]]
[[hr:Stara Grčka]]
[[hu:A poliszok kora]]
[[ia:Grecia antique]]
[[id:Yunani Kuno]]
[[io:Antiqua Grekia]]
Line 134 ⟶ 49:
[[ko:고대 그리스]]
[[kv:Важ Греция]]
[[la:Graecia antiquaAntiqua]]
[[lt:Senovės Graikijos istorija]]
[[lv:Senā Grieķija]]
[[mk:Античка Грција]]
[[ml:പ്രാചീന ഗ്രീക്ക് നാഗരികത]]
[[mn:Эртний Грек]]
[[ms:Yunani Purba]]
[[mwl:Grécia Antiga]]
[[nds:Ool Grekenland]]
[[nl:Oude Griekenland]]
Line 150 ⟶ 62:
[[pt:Grécia Antiga]]
[[qu:Mawk'a Grisya]]
[[ro:Grecia Anticăantică]]
[[ru:Древняя Греция]]
[[scn:Grecia antica]]
Line 157 ⟶ 69:
[[sk:Staroveké Grécko]]
[[sl:Antična Grčija]]
[[sq:Greqia e Lashtë]]
[[sr:Античка Грчка]]
[[sv:Antikens Grekland]]
[[sw:Ugiriki ya Kale]]
[[ta:பண்டைக் கிரேக்கம்]]
[[tg:ЮнониЮнонӣ Қадим]]
[[th:กรีซโบราณ]]
[[tl:Sinaunang Gresya]]
[[tr:Antik Yunanistan]]
[[tt:Борынгы Греция]]
[[uk:Стародавня Греція]]
[[vi:Hy Lạp cổ đại]]
[[war:Hadto nga Gresya]]
[[yi:אוראלט גריכנלאנד]]
[[zh:古希腊]]
[[zh-classical:古希臘]]
[[zh-yue:古希臘]]