Serdê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
SieBot (gotûbêj | beşdarî)
B robot serzêde kirin: tr:Serenköy, Hani
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 1:
'''Serdê''' (bi tirkî: ''Seren''), gundekî girêdayî navçeya [[Amed|Amedê]] [[Hênê]] ye ku ji aliyê [[Dewlet|dewleta]] [[Tirk|tirk]] ve hatiye valakirin.
 
Serdê gundekî gelek kevn û dîrokî ye. Berî Mîladê navê gund [[Newzerk]] ([[Newzerg]]) bûye û piştre Serder gotine. Di serdema me de jî navê wî Serdê ye. Sê mezrayên serdê hene: [[Koçeran]] (tr: ''Mazili''), [[Goma Hesen Begê]] û [[Goma Xelîl Begê]]. Serdê 9 km ji navenda Hênê dûr e. Hejmara xaniyan 38 e û ya şêniyan 229 e. Ji zû ve li gund dibistan û nexweşxaneyek hebû. Ji ber şerê van 15-20 salên dawî nexweşxane û dibistan herdu jî girtî ne. Ajel xwedî dikin, çandiniyê dikin. Gundekî avî ye. Ji bin çiyayê Serdê aveke gurr û gurt derdikeve. Çend aş li ber vê avê digerin û bexçeyên Serdê bi nav û deng in. Sebze û rez gelek in. [[Petêx]] û qawindên[[qawind]]ên Serdê li herêma Amedê bi nav û deng in. Serdî bi [[kurmancî]] dipeyivin û bi [[dimilkî]] jî dizanin.
Di dema ferman û kuştina [[ermen]]iyan de, li çiyayê pişt Serdê şikefteke bi nav û deng hebûye. Ew şikeft wek bîra ji kevir a bêbinî ye. Dewletê ermeniyan ji herêmên [[Licê]] û Hênê qefle bi qefle birine ser wê şikeftê û kuştine. Laşên wan avêtine bin wê şikefta kûr û qerqez.
 
Di dema şerê [[Şêx Seîd]] de Serdê roleke mezin û girîng lîstiye. Şêx Seîd bi xwe li Serdê maye, civîn û planên xwe yên ji bo Hêne û li Licê li wir girtine.
 
{{Bajar û gundên Hêniyê}}
 
{{kurt}}