Mûsa: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
B Guherandina 84.230.197.44 hat betal kirin, vegerand guhartoya dawî ya 172.183.38.54
Rêz 1:
'''Mûsa''' / Musa
 
Mana peyva "Mûsa" bi Îbranî ev e: "ji avê derxistî".
 
Mûsa di [[Peymana Kevin]] de mirovê herî bi nav û deng e. Ew rêber, [[pêxamber]], dîrokvan, qanûndanêr û navberkarê di nav [[Xwedê]] û gellê xwe bû. Li ser wî hat gotin, ku di nav mirovan de yê herî nefsbiçûk ew bû (Hijmartin 12:3).
 
== Çavkanî ==
 
Çavkaniyên herî kevin ên li ser jiyana Mûsa, kitêbên [[Tewrat|Tewratê]] ne.
 
 
== Mûsa di [[Tewrat|Tewratê]] de ==
 
Di dema [[Ûsif]] ê kurê Ya’qûb de, bavkalên gelê [[Îsrail]] hatî bûn Misir ê û gelê Îsrail ji bo çar sed salan li wir ma. Mûsa di dawiya wê demê de li Misir ê çê bû (Derketin 2). Di wê demê de [[Firawun]] (padîşahê misiriyan) gelek zordarî li gelê Îsrail kir: Wî emir dabû ku hemû kurên gelê Îsrail piştî çêbûnê bên kuştin.
 
Dê û bavê Mûsa yê biçûk, ew di selikekê de di nav çîtikên tenişta çemê [[Nîl|Nîlê]] de veşartin. Li wir keça Firewn ew dît, xwedî kir û wek kurê xwe qebûl kir, ew bir qesra Firewn.
 
Çaxê Mûsa çil salî bû, wî bi çavê xwe dît ku yekî Misrî li Îsrailiyekî dixe. Mûsa hêrs ket, yê Misrî kuşt û revî çola [[Midyan|Midyanê]], li wir bû [[şivan]]. Wî ji xwe re jinek anî (Zipora) û du kurên wî çêbûn (Gerşom û Eliyezer).
 
Piştî çil salan Xwedê li çolê jê re xuya bû (Derketin 3) û ew şand Misrê, da ku gelê xwe rizgar bike. Pêşî Mûsa qet nexwest û bi Xwedê re ket peyvînê, lê piştre qebûl kir û bi birayê xwe [[Harûn]] re çû ber Firewn.
 
Wek ku Xwedê ji wan re gotî bû, Firewn nexwest gelê Îsrail berde. Hingê Xwedê deh belayên giran şandin ser diyarê Misriyan (Derketin 7-12), heta ku Firewn û hemû Misriyan hêvî ji gelê Îsrail kir, ku ew ji Misir ê derkevin.
 
Mûsa bû rêberê gelê xwe û ew di [[Deryaya Sor]] re birin çola [[Sînay| Sînayê]]. Li wir Xwedê daket ser çiyayê [[Horeb|Horebê]] / [[Sînay|Sînayê]] û di nav ewr, agir û mijê de ji wan re xuya bû. Wî bi destê Mûsa li ser nivîsdekên kevirîn her deh [[Emrên Mezin]] da wan (Derketin 20).
Xwedê gelek qanûnên din jî bi destê Mûsa dan gelê xwe («[[Şerîeta Mûsa]]») û li wir peymana xwe bi wan re girêda.
Lê gelê Îsrail guhdarî nekir, golikekî zêrîn çêkir û wek ku biperizin Xwedê perizîn wî (Derketin 32). Mûsa ji Xwedê hêvî kir ku ew gelê xwe helak neke û Xwedê ev daxwaza Mûsa qebûl kir.
 
Li çola Sînayê [[perestgeh|perestgeha]] wan a yêkemîn hat çêkirin (Derketin 25-40); heta dema [[Silêman]] padîşah ew cadir bû. Kurên Harûn bûn kahîn û Harûn bi xwe bû serokê kahînan.
 
Çaxê nêrevan (casûs) bi tirseke mezin ji welatê [[Kenan|Kenanê]] vedigeriyan, xelkê dîsa bawariya xwe bi Xwedê neanî û Xwedê nehişt ku ew bikevin welatê sozdayî Kenan (Hijmartin 13-14); ew çil salan di çolê de digeriyan. Di wan hemû salan de Mûsa rêberê wan bû.
 
Çend caran jî mirov li hember Mûsa rabûn û nexwestin rêberiya wî qebûl bikin (birayê wî Harûn û xwişka wî Meryem (Hijmartin 12), Korax, Datan û Abîram (Hijmartin 16)).
 
Wî bi xwe jî carekê guhdarî nekir (Hijmartin 20) û ji ber vê yekê Xwedê destûr neda wî ku ew bi xwe bigihîje welatê Kenan ê. Ji çiyayê [[Nebo|Neboyê]] (li [[Urdun|Urdunê]]), Xwedê ji Mûsa re welatê sozdayî nîşan da. Hingê Mûsa – emrê wî 120 salî bû – mir û Xwedê bi xwe ew veşart (Dubarekirina Şerîetê 34).
 
Mûsa nivîskarê [[Zebûr|Zebûra]] 90 e û wî Şerîeta Xwedê nivîsand, an da nivîsandin.
 
Di Peymana Kevin de di van kitêban de li ser Mûsa tê gotin:
 
Yêşû, Samûêl I, Padîşah I+II, Nehemya, Zebûr, Îşaya pêxember, Yêremya pêxember, Daniyêl pêxember, Mîxa pêxember, Melaxî pêxember.
 
Mûsa pêxemberekî mezin tê hesabkirin û wî li ser [[Mesîh]] jî weha pêxamberîtî kir: «Xudan Xwedayê we wê ji nav birayên we, ji we re pêxemberekî wek min rake. Ew her çi ji we re bêje, divê hûn guhdariya wî bikin. Îcar her kesê ku guhdariya wî pêxamberî neke, wê ji nav gel bê derxistin û helak bibe.» (Dubarekirina Şerîetê 18:15-16)
 
Îcar çaxê [[Îsa]] Mesîh li ser vê dinyayê bû, Mûsa li ser çiyayekî jê re xuya bû û bi wî re peyivî (Metta 17).
 
 
== Zebûra Mûsa ==
 
Zebûr 90
 
Duaya Mûsa
 
 
1 Ya Xudan, di hemû dewran de
 
Tu ji me re mesken bûyî;
 
2 Hê çiya çênebûn,
 
Hê te erd û dinya neafirandin,
 
Ji bêdestpêkê heta bêdawiyê tu Xwedê yî
 
3 Tu mirovan li axê vedigerînî,
 
Û tu dibêjî: „Ya kurên Adem, vegerin."
 
4 Ji ber ku li ba te hezar sal wek roja duh ya bihûrî,
 
Û wek nobetek ya şêvê ye.
 
5 Tu wan dimalî, dibî, ew dibin wek xewnê;
 
Ew wek wî giyayê ne ku sibehî şîn dibe.
 
6 Sibehî kulîlk dide û mezin dibe;
 
Êvarê tê dirûn û hişk dibe.
 
7 Bi hêrsa te em wêran dibin,
 
Û bi xezeba te em dibizdîn.
 
8 Te neqenciyên me danîn ber xwe
 
Û te gunehên me yên veşartî danîn ber ronahîya rûyê xwe.
 
9 Ji ber ku hemû rojên me bi xezeba te diçin
 
Û salên me wek bîhnkişandinekê derbas dibin.
 
10 Rojên emrê me heftê sal in
 
Û bi qewetê ew bibin heştê sal jî,
 
Dîsa bengîtiya wan ked û keder e;
 
Çimkî zûka dibihûre û em jî difirin, diçin.
 
11 Qeweta xezeba te kî dizane?
 
Û li gor ku divê mirov ji te bitirse, hêrsa te kî dizane?
 
12 Hijmartina rojên me wisa hînî me bike
 
Ku em bibin xwediyê dilê şehreza.
 
13 Vegere ya Xudan, ma heta kengê ...?
 
Rehmê li xulamên xwe bike.
 
14 Sibehî me bi kerema xwe têr bike,
 
Da em di hemû rojên xwe de dilgeş û şa bibin.
 
15 Li gor wan rojên ku te em xistin nav kederan,
 
Li gor wan salên ku bela hatin serê me, me dilgêş bike.
 
16 Bila karên te ji xulamên te re bên dîtin
 
Û mezinahiya te li ser zarokên wan bixuye.
 
17 Bila qenciya Xudan Xwedayê me li ser me be,
 
Û karên destên me ji me re qayîm bike.
 
Erê, karên destên me qayîm bike.
 
 
== Mûsa di [[Peymana Nû]] de ==
 
 
 
== Mûsa di Quranê de ==
 
Di Quranê de jî çend caran behsa Mûsa û serhatiyên wî tê kirin (Sûra 2; 5; 7; 18; 20; 28; 40)
[[Kategorî:Pêxember]]