Makezagona Yekîtiya Ewropayê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
B Guherandina 84.230.197.44 hat betal kirin, vegerand guhartoya dawî ya Zanistvan
Rêz 1:
'''Makeqanûna Yekîtiya Ewropayê''' anku ''Qanûna Bingehîn ya Yekîtiya Ewropayê'' anku ''Destûra Yekîtiya Ewropayê'' qanûnek e di navbera welatên [[Yekîtiya Ewropayê]] de lê hê nehatiye pejirandin.
 
 
==Makeqanûna ne-makeqanûn==
 
"Makeqanûna Yeketiya Ewropayê" bi rastî ne makeqanûn e lê peymanek navneteweyî ye di navbera welatên endamên YEyê. Ew ne makeqanûn e ji ber ku, berevajî ku perlemanên welatan dikarin makeqanûnên wan biguherrînin, dezgehên YEyê nikarin "Makeqanûna YEyê" biguherrînin. Tenê perlemanên welatên endam yan jî gel bi referanduman dikarin wê biguherrînin.
 
Ger Makeqanûn wek hatî plankirin bêt pejirandin, ev guhartinên jêrîn dê di pergala YEyê de bi cih bên.
 
 
==Seroka/ê YEyê ==
 
Li gor Makeqanûnê dê serokek bo Yeketiya Ewropayê bêt hilbijartin. Hêza wê / wî dê pirr sinorkirî be. Heyama serokatiya wê / wî dê ne ji pênc salan dirêjtir be. Karê wê / wî dê berdevkiya civînên bilind (zîrweyan) be.
 
 
==Wezîra/ê Derve ==
 
Tê xwestin ku kesek ji hemî karûbarên [[YE]]yê yên bi hêzên derve re berpirs be. Wezîra/ê derve dê karûbarên niha yên nûnerê siyaseta derve Javier Solana bi cih bîne û di komisyonê de jî berpirsa/ê karûbarên derve be.
 
 
==Nûkirina komisyonê ==
 
Karê [[KOmisyona YEyê|komisyonê]] amadekirina pêşniyar-qanûnan û çavdêrîkirina bicihanîna qanûnan e. Niha her welatek endam maf heye komîserek xwe di komisyonê de hebe. Ji ber berfirebûna YEyê, belkî komisyon bêt bertengkirin û postên komîseran li welatên endam dorê bikin. Nûkirina komisyonê yek ji dijwartirîn arîşeyên Makeqanûnê ye.
 
 
==Nûkirina perlemanê ==
 
Makeqanûn dê zêdetir mafê qanûndanînê li ser mijarên cuda-cuda bide [[Perlemana YEyê|perlemana YEyê]].
 
 
==Nûkirina hêza dengê welatên endam ==
 
Makeqanûn dê derfetên zêdetir bide bo biryardana bi [[dengdan]]ê. Li gelek biwaran êdî mafê [[veto]]yê di destê welatên endam de namîne. Armanc asankirin û lezandina biryardanê ye. Ev yek ji dijwartirîn xalên [[Makeqanûn]]ê ye.
 
 
==Dozgera/ê Ewropî==
 
Welatên endamên YEyê dikarin bi biryarek yekdeng [[dozger|Dozgeriya]] Ewropî damezrînin. Dozgera/ê ewropî dê maf hebe dozan li dijî wan tawanan veke yên ku li herêma YEyê dijî berjewendiyên aborî yên YEyê ne, yan sinorên welatên endam derbas dikin, yan jî bazirganiya tilyakê ne.
 
 
==Bazirganî==
 
Hêza biryardanê ya dezgehên YEyê li ser mijarên [[bazirganî]] dê zêde bibe. Ew dê xwe bigihîne bazirganiya eşyayî, xizmetguzariyê, bazirganiya mafên samanê giyanî û razemeniyên yekser yên derveyî. Anku YE dikare peymanan li ser van mijaran li gel hêzên derve, wek Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, girê bide.
 
 
==Siyaseta derve û ya ewlehiyê ==
 
[[Siyaseta derve]] ya hevpar dê bêt xurtkirin. YE dê ji berê zêdetir xwe bo karûbarên kontrolkirina krîzan amade bike. Bi taybetî Hêzên (leşkerî yên) Xebata Lezgîn dê bên afirandin. Welatên di YEyê de dê soz bidin ku hev dijî êrişên derve biparêzin. Herwa welatên endam soza alîkariyê dijî belayên mezin û êrişên teroristî didin hev.
 
 
==Nirxên YEyê==
 
Nirxên bingeha YEyê rêzgirtina li nirxê mirovî, azadî, desthilatiya gel, wekhevî, serdestiya qanûnê, mafên mirovan û yên endamên kêmeneteweyan in. YE dikare xwe bispêre van nirxan ger welatek endam wan binpê bike. Herwa dema welatek dixwaze bibe endam, dê jê bêt xwestin ku van nirxan bi cih bîne.
 
 
==Welatvaniya YEyê ==
 
[[Welatvanî|Welatvaniya]] YEyê welatvaniya li welatên endam temam dike. Her welatvana/ê YEyê maf heye li her welatê endam bijî yan bixebite û li kîj welatî be, li wir di hilbijartinên YEyê û yên deverî de deng bide.
 
 
==Mafname==
 
[[Mafname]] beşek ji Makeqanûnê ye û mafên bingehîn yên welatvanên YEyê diyar dike.
 
==Çavkanî==
*[[Husein Muhammed]], [[Kovara Mehname]], hejmar 65
 
 
 
[[Kategorî:Yekîtiya Ewropayê]]
[[Kategorî:Dadnasî]]
[[Kategorî:Siyaset]]