Riya Teze (rojname): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 10:
Riya Teze li ser rojnamegerî û hişyarkirina hestên netewî ên kurdî bandoreke mezin kir. Di rojnameyê de hin kesên ku xebitîn ev bûn: Qaçaxê Mirad, Şekroyê Xudo, Xelîlê Çaçan, Babayê Keleş, Têmûrê Xelîl, Tîtal Mûradov, Elîyê Ebdilrehman, Egîtê Xudo, Hesenê Qeşeng, Pirîskê Mihoyî, Rizganê Cango, Porsora Sebrî, Tîtalê Efo, Karlênê Çaçanî, Şerefê Eşir, Egîtê Abasî, Paşayê Erfût, Letîfê Emer, Emerîkê Serdar, Gayanê Hovhannîsyan. Di van salên dawî ku rojname ji ber rewşa aborî carcaran mecbûr ma ku navber bidê weşana xwe. Niha berpirsyarên rojnamê Grîşayê Memê û cîgir jî Rizganê Cango ye.
 
Rewşa rojnameyê piştî hilweşîna Sovyet pir giran e. Hinek dezgeh û welatparêzên kurd di hêla aborî da piştgirîya wê kirin. Wek Înstîtûta Kurdî li Parîsê, bi taybetî jî serokê wê Kendal Nezan, Borîs û Mêlsîkê Mehmed, ku birayên hev in, Înstîtûta Kurdî li Brûksêlê bi serokatîya Derwêş Ferho. Niha jî welatparêzekî kurd Gîno Lobaro bi ciddî sponsorîya rojnameyê dike.
 
== Çavkanî ==