Riya Teze (rojname): Ferqa di neqeba guhartoyan de

305 bayt lê hatin zêdekirin ,  berî 12 salan
kurteya guhartinê tune ye
No edit summary
No edit summary
Di salên destpêkê de [[Harûtyûn Mkirtçyan]]ê ermenî, paşê jî [[Cerdoyê Gênco]] yê kurd berpirsyarîya rojnamê kiribûn. Bi biryara [[Stalîn]] weşana rojname ji sala [[1937]]'a heta [[1955]]'a hate rawestandin. Piştî mirina Stalîn di sala 1955a Rya teze dîsa dest bi weşana xwe kir, lê vê carê bi [[tîpên kîrîlî]] ku ji aliyê [[Heciyê Cindî]] ve hatibûn amade kirin. Berpirsyarê rojname ji 1955a hetanî 1989'a, ango 34 salan, [[Mîroyê Esed]] bû.
 
Riya Teze li ser rojnamegerî û hişyarkirina hestên netewî ên kurdî bandoreke mezin kir. Di rojnameyê de hin kesên ku xebitîn ev bûn: Qaçaxê Mirad, Şekroyê Xudo, Xelîlê Çaçan, Babayê Keleş, Têmûrê Xelîl, Tîtal Mûradov, Elîyê Ebdilrehman, Egîtê Xudo, Hesenê Qeşeng, Pirîskê Mihoyî, Porsora Sebrî, Tîtalê Efo, Karlênê Çaçanî, Şerefê Eşir, Egîtê Abasî, Paşayê Erfût, Letîfê Emer, Gayanê Hovhannîsyan. Di van salên dawî ku rojname ji ber rewşa aborî carcaran mecbûr ma ku navber bidê weşana xwe. Niha berpirsyarên rojnamê Grîşayê Memê û cîgir jî Rizganê Cango ye.
 
Rewşa rojnameyê piştî hilweşîna Sovyet pir giran e. Hinek dezgeh û welatparêzên kurd di hêla aborî da piştgirîya wê kirin. Wek Înstîtûta Kurdî li Parîsê, Borîs û Mêlsîkê Mehmed, ku birayên hev in. Niha jî welatparêzekî kurd Gîno Lobaro bi ciddî sponsorîya rojnameyê dike.
 
== Çavkanî ==
Bikarhênerê bênav