Nisêbîn: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rêz 20:
 
== Di dîrokê de Nisêbîn ==
Her gelî, her qewmî li gora xwe û di serdema xwe de navek li vî bajarî kirine. Di nav xalkê de weke "welatê Şahmaran" ji hatiya bi nav kirin. Çanda [Şahmaran]] têde mazin bicih e. [[Sumerî|Sumeriyan]] gotine ''Nirbo'', [[Babîlî|Babîliyan]] gotiye ''Aramîs-Nîsîbîs'', [[Hûrî]]-[[Mîtanî|Mîtaniyan]] jê re gotine ''Nabila-Kengê'' an jî ''Nas û bîna'', [[Asûrî|Aşûriyan]] gotine ''Meppîn-Suba'', [[Suryanî|Suryaniyan]] gotine ''Nasibîna-Sarbo'', [[Sasanî|Sasaniyan]] gotine ''Ahvaz'', [[Ereb]]an nav lê kirine ''Nasîbeyn'' û Osmaniyan jî gotine Nisêbîn.
 
Nisêbîn şahidê dîrokeke kevnar e. Gelek şêx, siltan û serleşkerên navdar tê re derbas bûne û şopên xwe lê hiştine. Nimuneyek ji dîroka Nisêbînê ya kevnar, [[Girnewas]] e. Di encama kolanên demdirêj de arkeologan li Girnewas, xwe gihandine bermayiyên dîroka berî zayînê bi heft hezar salan. Di roja me de jî gelek nexweş ji bo saxbûnê xwe davêjin ber dergeha Girnewas û paçên xwe yên rengo rengo li dara serê gir girê didin. Yê ku paçekî bi darê ve girê bide dikare paçekî jî jê veke û li destê xwe girê bide da ku xwe ji [[qeda û bela|qeda û belayê]] biparêze.