Nisêbîn: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Ferrus (gotûbêj | beşdarî)
Rêvîsyona 257797 yê 87.169.87.18 (guftûgo) şondakir
Rêz 20:
 
== Di dîrokê de Nisêbîn ==
Her gelî, her qewmî li gora xwe û di serdema xwe de navek li vî bajarî kirine. Di nav xalkê de weke "welatê Şahmaran" ji hatiya bi nav kirin.[[Sumerî|Sumeriyan]] gotine ''Nirbo'', [[Babîlî|Babîliyan]] gotiye ''Aramîs-Nîsîbîs'', [[Hûrî]]-[[Mîtanî|Mîtaniyan]] jê re gotine ''Nabila-Kengê'' an jî ''Nas û bîna'', [[Asûrî|Aşûriyan]] gotine ''Meppîn-Suba'', [[Suryanî|Suryaniyan]] gotine ''Nasibîna-Sarbo'', [[Sasanî|Sasaniyan]] gotine ''Ahvaz'', [[Ereb]]an nav lê kirine ''Nasîbeyn'' û Osmaniyan jî gotine Nisêbîn.
 
Nisêbîn şahidê dîrokeke kevnar e. Gelek şêx, siltan û serleşkerên navdar tê re derbas bûne û şopên xwe lê hiştine. Nimuneyek ji dîroka Nisêbînê ya kevnar, [[Girnewas]] e. Di encama kolanên demdirêj de arkeologan li Girnewas, xwe gihandine bermayiyên dîroka berî zayînê bi heft hezar salan. Di roja me de jî gelek nexweş ji bo saxbûnê xwe davêjin ber dergeha Girnewas û paçên xwe yên rengo rengo li dara serê gir girê didin. Yê ku paçekî bi darê ve girê bide dikare paçekî jî jê veke û li destê xwe girê bide da ku xwe ji [[qeda û bela|qeda û belayê]] biparêze.
Rêz 26:
Gelek gerokên navdar û alimên mezin bûne mêvanên Nisêbînê û di nivîsên xwe de pesnê bajêr û bereketa deşta Mêrdînê dane.
 
Yek ji van aliman [[Ibn Cubeyr]] e ku di sala 1148 an de çûye serdana Nisêbînê û piştre di geştnameya xwe de ev gotinên jêrîn li ser Nisêbînê nivîsîne: “Bajar ji derve ve ciwan, ji hundir ve kevnar e, xwediyê dîmenekî bedew e. Hêja ye ku mirov bibêje paşî û pêşiya bajêr bi keskayîyeke zumrutî û gul û kulîlkan xemiliye. Bax û bostan û fêkî lê pir e, cihekî xweşe ji bo kêf û seyranê“.
 
== Dibistana Nisêbînê ==