Eşîrên êzdiyan: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Erdal Ronahi (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
(Cudahî nîne)

Guhartoya 14:42, 8 hezîran 2004

Eşîrên êzdiyan wek eşîrên Kurdan ên mayî heyîn û yekîtiya xwe ne parastine. Eşîrk nîne ko bavek an hêlek jê, ji ber sebebên ko em dê li jêr bêjin di Êzîdxanê an ola êzdiyan da bi derneketî be. Heger em du-sê gundên êzdiyên Kurdaxê û çend gundên li Kurdistana bakûr jê biderxin, hemî eşîrên ezdiyan li Îraqê û di êrdîmên (menteqe) Şengal û Şêxan da dimînin.

Berî sê sed salî êzdî ji îro gelekî pirtir bûn. Çi gava Êzdî ji Êzîdxanê da biderketine û li Kurdistanê belav bûne; gelek bavên pir eşîran hin bi tevayî û hinek jî bi malbatî bûne îslam.

Di dema xîlafeta Osmaniyan dea hikûmeta caran bi leşkerine mezin û xurt bi ser êzdiyan da girti bû. Her carekê ji van caran, çawan ko bi sedan êzdî dihatin kuştin; hin eşîr û bavên gelek eşîran jî Êzîxane berdidan û li nav Kurdistanê belav dibûn. Tirk têkilî van eşîrên derketî ne dibûn. Wan dizanî ko herçî eşîrên ko ji Kurdistanê bi derkevin û bi nav eşîrên îslam da herin; demekî dûr najo dê îslam bibin. Dawî jî her wekî wan texmîn kirî bi derket. Ji van bav û eşîrên ko ji Êzîdxaneyê biderketî ji sedî heştê bûne îslam. Dinan, Delikan û Gevozan ji van êşîran in.

Osman Sebrî (di Hejmara Ronahî ya 21an de hatiye weşandin)