Gotûbêj:Sêgoşe: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Qewax (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Qewax (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 2:
 
: Belê ev 'gen' ji ber Tirkî hatibû girtin. Min berê digot qey Tirka ev peyva ji ber zimanên ewropayî girtine. Lê di ferhenga tirkî ya etîmolojîk da dibêje ku ev peyveke nû derxistîye. Û muhtemelen ji peyva kenar hatiye derxistin. Lê dîsa jî em dibînin ku "gen"e û ne "ken"e wek kenar. Ev jî ji nêzîkkirina zimanên ewropayî ra mînake. Di înglîzîyê da "polygon" tê gotin. Û ev peyva "gon" jî ji Yonanî tê ku bi wateya qunc an jî goşe ye. Peyva gen mîna genetîk ji zimanên ewropayî tê û etîmolojîya wê jî ji Yonanî ye. Bi manaya "zayîn, 'irq"e. --[[Bikarhêner:Qewax|Qewax]] 13:45, 24 sermawez 2009 (UTC)
 
:: Her çiqas ev "gen" ji zimanê Tirkî bê xanê jî, ew bi rastî ne Tirkî ye. Wiha ku, gen ji ber peyva kenar hatiye hildan. Peyva kenar jî ez bawerim ji zimanê Farisî derbasbûye Tirkî. Em bi kurmancî kêlek dibêjin, lê di soranî da jî 'kenar' tê gotin. Peyva kenar jî ji "ken+ar" pêk tê. Di Kurdî da ev "ar" li peyvan tê zêdekirin: dûhar an jî diwar (diw+ar). Diw bi wateya lêv e.--[[Bikarhêner:Qewax|Qewax]] 20:55, 21 adar 2010 (UTC)
Vegere rûpela "Sêgoşe".