Riya Teze (rojname): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Xqbot (gotûbêj | beşdarî)
B robot serzêde kirin: en:Ria Taza (newspaper), ru:Риа таза; Kozmetik değişiklikler
Rêz 1:
[[ImageWêne:Hejmara rojnema RYA TEZE ya yekemin, sala 1930.jpg|thumb|250px|Hejmara yekem a rojnemeya Riya Teze di sala 1930'î de bi tîpên latînî hate çapkirin]]
 
 
'''Riya Teze''' (carina wek [[Rya Teze]] tê nivîsandin) yekemîn rojnameya kurdî ye ku bi [[tîpên latînî]] hatiye çap kirin. Riya Teze di [[1'ê avrêlê|1'ê avrêla]] sala [[1930]]'î de li [[Sovyetistan]]ê bi alfabeya kurdî ya [[Alfabeya Şemo-Marogûlov|Şemo-Marogûlov]] ku di sala [[1928]]'a de bi biryara dewleta [[Sovyeta berê]] hatibû amade kirin, dest bi weşana xwe kir û destpêkê heftê du caran bi çar rûpelan derdiket. Bi vî awayî Riya Teze beriya kovara [[Hawar]] dest bi weşana kurdî bi tîpên latînî kir û rojnama kurdî ya herî jîyandirêj e li cihanê.
 
Riya Teze hetanî hilweşandina Sovyetistanê di sala [[1992]]'a de dengê kurdên Sovyetistanê bû û niha jî dengê [[kurdên Ermenistanê]] ye. Riya Teze bi tevayî ji 50 salan zêdetir ji alîyê dewletê, weke organa Komîtêya Navendî ya [[Partiya Komûnîst ya Ermenîstanê]], parlamênê û hukumeta komarê bi fermî hate weşandin û niha jî bi awayekî serbixwe weşana xwe didomîne. Riya Teze li Ermenistanê yek ji çar rojnamên sereke bû.
 
Di salên destpêkê de [[Harûtyûn Mkirtçyan]]ê ermenî, paşê jî [[Cerdoyê Gênco]] yê kurd berpirsyarîya rojnamê kiribûn. Bi biryara [[Stalîn]] weşana rojname ji sala [[1937]]'a heta [[1955]]'a hate rawestandin. Piştî mirina Stalîn di sala 1955a Rya teze dîsa dest bi weşana xwe kir, lê vê carê bi [[tîpên kîrîlî]] ku ji aliyê [[Heciyê Cindî]] ve hatibûn amade kirin. Berpirsyarê rojname ji 1955a hetanî 1989'a, ango 34 salan, [[Mîroyê Esed]] bû.
Rêz 13:
 
[http://www.nerina-navend.org/modules.php?name=News&file=article&sid=232 Rezan MAD: Riya Teze]
 
 
[[Kategorî:Rojname]]
[[Kategorî:Rojnameyên kurdî]]
 
[[en:Ria Taza (newspaper)]]
[[ru:Риа таза]]