'''Med TV''' yekemîn [[televizyon]]a [[kurdî]] ya ser setalîtê bû.
Med TV di [[15'ê gulanê|15'ê gulana]] [[1995]]'a dest bi weşana xwe ji bajarê [[London]]ê kir. Med TV rojane şeş saetan bi zimanên [[kurdî]], [[tirkî]], [[asûrî]] û [[erebî]] weşana xwe dikir û li [[Ewropa]], [[bakurê Efrîqa]] û [[Rojhilata Navîn]] dihate temaşekirin. MED TV bi vê yeke gaveke mezin di dîroka [[çapemeniya kurdî]] ya nûjen de avêt û sînorên di nav kurdan de bi riyeke modern, bi riya teknolojiyê rakirin.
==Astengkirina weşana MED TV==
Ji destpêka weşana xwe da MED TV bi zextên [[dewleta tirk]] re rûbirû ma. Bêriya ku MED TV dest bi weşanê bikê, dewleta tirk ket hewldanan û MED TV bi propaganda nerast li ber çavê [[raya giştî]] û dewletên Ewropa reş kir û weke televîzyona [[PKK]]'ê îlan kir. Paşê bi zextên li ser [[Elmanya]], [[Keyatiya Yekbûyî ya Brîtaniya Mezin û Bakurê Îrlanda|Brîtaniya mezin]], [[Polonya]], [[Îspanya]], [[Fransa]] û [[Portûgal]]ê xwest MED TV bidê rawestandin. Di [[avrêl]]a [[1999]]'a de '''Komisyona Televizyona a Brîtanî''' ([[Independent Television Commission]] ITC) lîsansa MED-TV betal kir û weşana wê rawestand. Lê sê meh şûn de, di [[tîrmeh]]a [[1999]]'a de [[Medya TV]] dest bi weşana xwe kir û cihê MED-TV tijî kir.