C (Zimanê bernamekirinê): Ferqa di neqeba guhartoyan de

2907 bayt hatine jêbirin ,  berî 16 salan
kurteya guhartinê tune ye
No edit summary
No edit summary
#redirect[[C (zimanê bernamekirinê)]]
Zimanê bernamekirinê C di destpêka salên 70an de ji aliyê Ken Thompson û Dennis Ritchie ji bo sîstema bikaranîn a Unix ê (bixwîne: Yûniks) hat amadekirin. Ken Thompson zimanê bernamekirinê ê BCPL hilda û li gor pêwîstiyên xwe guhurand û navê vî zimanê nû danî "B". Ev herdu zanyar li Bell Laboratories dixebitîn. Ji wî zimanî B paşê zimanê C çêbû.

Bernamên bingehîn yên Sîstemên Unix û dendikên (kernel) pirraniya sîstemên bikaranînê bi C hatine bernamekirin.

C li ser nêzîkê her sîstemên xwejimêran de dibe. Zimanên wek BASIC wergerokeka nav sîstema bikaranînê û bername de divê. Lê bernamên C, dema ku hatin nivîsandin û wergeandin, êdî bê tişteka din tên bikaranîn. Ji bo vê sedemê û hin yên din, wek hêsanbûna hînbûna vî zimanî, ti zimanekî bernamekirinê tunne ku wek C belav bûye.

Bernamên bi C hatine nivîsandin zehf bi lez in. Ji bo bernamekirina sîsteman C zehf baş e. Bi C Bernamên piçûk û bi hêz dikarin wérin nivîsandin. Lewma dendikên sîstemên bikaranînê bi C tên bernamekirin. Lê ji bo nivîsandina bernamên kar zimanên din wek C++, Oject Pascal, Java meydan ji C standine.
== Zimanê C ==

Bernamên C berê bi "text editor"ekî tên nivîsandin (source code, source:kanî). Paşê ev nivîs (yek an pirr) tê wergerandin (compiling). Ji van re "objec code" tê gotin. Pişt re object code bi hev re tên girêdan û dibin bername (linking, binding).

Birastî bername wisa tên çêkirin, ku her perçe bi xwe tê nivîsandin, wergerandin. Piçtre ev perçe di her bernameyî de dikarin werin bikaranîn.

== Bernameya "Slav cîhan" ==

#include <stdio.h>
int main (void)

printf("Slav Cihan!\n");
return 0;

#include û her hevokên bi "#" destpêdikin, fermanên ne ji bo wergerok (compiler), lê ji bo "prepocessor" in. Ji "stdio.h" re 'haeder file' (hevnivîsa serî) tê gotin. Preprocessor li "stdio.h" digerre û ku dît naveroka wî derbasî nivîskaniyê dike. Di wir de fonksiyonên din yên berê hatine bernamekirin an jî tenê navên wan hene û ew hatine wergerandin û wek object code li hêviya grêdandina xwe ne.

Di "stdio.h" (Standart input output) de fonksiyonên nivîsandin û xwendinê hatine amadekirin. Lê di wir de ev fonksiyon nehatine nivîsandin; li wir tenê navên wan û naveroka wan heye (function prototypes). Fonksiyon bixwe hatine wergerandin û di pirtûkxanê de ne (library). Bi alikariya "stdio.h" ev fonksiyon dikarin di nav bernameyan de werin bikaranîn. Yek ji van fonksiyonan "printf" e. Bi printf dayinên bernamê li monitorê an printerê tên nivîsandin "standart output".

Her bernameyê C yek an jî ji yekî zehftir fonksiyon in. Fonksiyona herî grîng, bê wê bernameyên C nameşin, "main" e. Her fonksiyon, dema biqede, verdigere main ê. Main vedigere sîstema bikaranînê.

21.891

guhartin