'''Hesenqela''' an Parsîn (bi [[tirkî]]: ''Pasinler'') yek ji navçeyên parêzgeha [[Erzirom]]ê ye. Di sala [[1924]]'î de kirine navçe lê heya salên 40'î ti saziyeke birêkûpêk a hikûmetê nebûye. Pirranî bi fermanên leşkeran hatiye îdarekirin.
57 gund girêdayî navçeyê ne. Gelek mezre û gundên piçûk jî hene. A rastî dewlet statîstîkên herêmê vedişêre. Di dawiya [[Osmanî]]yan de 17 nehiye, 199 gundên wê hebûne û wê demê nifûsa wê 46.651 bûye. Derbarê wê de qeydên Osmaniyan henin. Gorî statîstîkên dewletê di sala 2000'î de nifûsa navendê 21.938 û bi giştî jî nêzîkî 44.000 e.
Li herêmê pirraniya navên cografîk bi Kurdî û [[Ermenî]] ne. Hemî hatine qedexekirin û navên Tirkî pêvekirine.