Hemreş Reşo: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
(Cudahî nîne)

Guhartoya 19:33, 27 kanûna paşîn 2006

Hemreş Reşo siyasetmedar û nivîskareke kurd e.

Wêne:Hemresreso.jpg
Hemreş Reşo (1939 - 2003)

Kurtejiyana Wî

Hemreş Reşo li mêjuyê 11ê Sibatê sala 1939'ê li gundê Saqo'yê li qeza Kolikê ku li nav herêma bajarê Semsûrê ye, hatiye dunyayê. Dibistana destpêkî û navînî li Kolikê xwendiye. Kolêja Amerîkî li bajarê Cesaria'yê (Kayserî) biriye serî. Di navbera salên 1957-1960'î de li Stanbolê xwandina xwe ya lîse'yê kiriye. Di salên 1961-1963'yî de jî, li Enqerê xwendina zankoyî (unîversîte) ya Ankara Hukuk Fakultesi biriye serî.

Di sala 1963'yî de hatiye Swîssrê û paşê ji wir jî derbasê Elmanya'yê bûye. Di navbera sala 1967-1975'ê de jî li zankoya Berlîn'ê xwandina aboriyê (ekonomî) kiriye.

Piraniya jiyan û têkoşîna watedar a rewşenbîr û siyasetmedarê kurd mamoste Hemreş Reşo, ji bo vejandin, pêşvexistin û parastina ziman û çanda kurdî bûye.

Hemreş Reşo van salên xwe yên li dîasporayê ku tam 40 sal dike, bi tevayî di riya pêşvexistin û parastina çand û zimanê kurdî de buhurandiye. Ji me re sê govarên kurdî yên di dîroka çand û zimanê me de, her yek bi serê xwe sê dîmen û bihnên geş û xweş in, pêşkêş kiriye;


Kovarên Ku Derxistiye

Doz û têkoşîna Hemreş Reşo'yî, xebata wî ya di warê çand û zimanî de, di dîroka xebata li derveyî welêt, gavên pir ber bi pêş de ne û di dîroka ziman û çanda kurdî de wê her dem xwedî ciyek herî diyar be.

Hemreş Reşo di roja 27.12.2003'yî de li bajarê Dîsburg'ê li Elmanya'yê koçê dawiyê kiribû.

Hemreş Reşo gava ji dunyayê bar kir, serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Bakur bû.

Girêdanên Derve

Hevpeyvînek Bi Hemreş Reşo

Çavkanî:Malpera Pirtûkxaneya SARA