Sûra Amedê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Erdal Ronahi (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Erdal Ronahi (gotûbêj | beşdarî)
Çavkanî: Mirata me ya çandî û dîrokî ya nav şûrê, Şaredariya Sûrê
Rêz 5:
 
Mêjûya avakirin sereta ya kelehê nayê zanîn jî lê di sala 349ê p.z. de ji aliyê împeratorê Romayî [[Konstantînê I]] ve yekemîn car hatiyê firehkirin û hin derên wê hatine nuhkirin. Çar deriyên kelehê hene û her deriyek bi hêleke bingehîn ve vedibe. Paşê, bi mezinbûna bajêr re di bedenê de hin deriyên din jî hatine vekirin. Beden, ji 5 km yan dirêjtir e û di şeklê masîmertalek de dor li bajêr dipêçe. Bilindiya dîwarên kelehê 12 m firehbûna dîwaren jî 3-5 m ye û 82 bircên xwe hene.
== Kela Hundirîn==
Dîroka Kela Hundirîn a ku li aliyê bakurê rojhilan ê sûrên Amedê hatiye bicihkirin bi îhtimaleke mezin digihêje dema gelê Hûrî-Mîtanî (B.Z. 4-3 hezar) ku gelê pêşîn e ku li vê herêmê bi cih û war bûye. Kela Hundirîn piştî ku sûrên bajêr ji hêla Romayiyan ve hatin çêkirin, bû xwediyê cihekî taybet û her tim wekî navenda rêveberiyê hate bikaranîn. Sûrên pêşîn ên ku Kela Hundirîn dorpêç dikirin û di Kembera Artûqiyan a niha re derbas dibûn, paşê xera bûne.
 
Qanûnî Sultan Suleyman 16 birc û du avahî lê zêde kirine û Ava Hamravat jî aniyê wir. Çar deriyên Kela Hundirîn ên bi navê Deriyê Serayê, Deriyê Kupelî, Deriyê Fetîh û Deriyê Orgûn hene. Di nav Kela Hundirîn de avahiyên giranbuha hene. [[Mizgefta Kelayê]] (Mizgefta Hz. Suleyman, Mizgefta Nasiriye), [[Kaniya Bişêr]], [[Kembera Artûqiyan]], [[Girê Wêran]], [[Seraya Artûqiyan]] û [[Dêra Saint George]] çend heb van cihan in.
 
==Bircên Kelayê==