Pira Malabadê: Ferqa di neqeba guhartoyan de

2286 bayt lê hatin zêdekirin ,  berî 13 salan
B
kurteya guhartinê tine ye
(Redirecting to Pira Malabadî)
BKurteya guhartinê tine
#redirect: [[Wêne:Pira Malabadî 2.JPG|thumb|300px|Pira Malabadî]]
[[Wêne:Li ser Pira Malabadî.JPG|thumb|300px|Li ser Pira Malabadî]]
[[Wêne:Pire ya Malabadê.JPG|thumb|300px|Pireya Malabadê ji jêr ve]]
 
'''Pira Malabadî''' an jî '''Pira Malabadê''' di navbera navçeya [[Farqîn|Farqîna]] bi ser [[Amed|Amedê]] ve û Batmanê de ye û li ser [[çemê Batmanê]] ava ye.
 
Ev pire di sala 1147'an da hatiyê çêkirin. Dirêjîya wê 150 m, firehîya wê 7 m û bilindîya wê 19 m ye.
Pire bi kevirên rengîn hatiyê hûnandin û di dinê de di nav pireyên ji kevirên birî de ya xwedîye kimberên herî fireh e. Di navbera her du kêlekên kimberê da du ode hene û ji pênc çavîyan pêk tê. Fireyiya kembera pireyê 40 mêtro û ji nîvê kemberê bilindahî jî 20 mêtro ye. Bi van pîvanan, pire dikara [[qube]]ya Ayasofyayê bi hêsanî di nav xwe de biveşêre.
 
Pireya Malabadê di dinyayê de, di nav pirên kevir de xwedî kembera herî mezin û fireh e. Li gor ku di nav gelê herêmê de tê gotin, pir ji aliyê Badê kurê Dostik ve di dema Desthilatdariya [[Merwanî|Merwaniyan]] de hatiye avakirin ku loma jê re gotine Mala Bad ango Mala Badê.
 
Înşaata pira Malabadê çend car xera bûye. Ji bo avakirina pirê kalkerê gewr (grî) hatiye bikaranîn. Li ser pirê hin nivîstek û fîgur hene ku neha baş nayêne xwendin. Lewra zarokan bi ramana şaş a ku ev heykel ji aliyê gawiran ve hatiye çêkirin, xwe hildikişandine jor û bi kevir û biviran ev nivîstek û fîguran dişikandin. Lê ev nivîstek û fîgurên li ser vê pirê, dişibine nivîstek û fîgurên [[Heskîf]]ê û pirên li [[Cizîr]]ê.
 
Di salên 1950'yan de dewletê li kêleka pira Malabadê pireke nû çekir. Rêya nabera Farqîn û Batman û Bedlîsê di ser vê pira nû de derbas dibe.
 
Pireyek mîna pira Malabadê lê jê piçûktir jî, berê ji aliyê kalê [[Bad Kemûk]] ve hatiye avakirin ku neha ji wê pirê û ji gundê ku li ber wê pirê hatiye avakirin re jî dibêjin [[Pira Kemûkê]] û [[gundê Kemûkê]].
 
[[Wêne:Pire ya malabadê - ji jor ve.JPG|thumb|left|300px|Pireya Malabadê - ji jor ve. Li çepê pireya nû (jê re dibêjin "pira tirkan") tê dîtin.]]
 
 
[[Kategorî:pir]]
 
[[en:Malabadi Bridge]]
[[fr:Pont de Malabadi à Silvan-Diyarbakır]]
[[tr:Malabadi Köprüsü]]
66.150

guhartin