Seyda Şêx Mihemed Emîn el-Heyderî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rûpela nû hate tomar kirin
(Cudahî nîne)

Guhartoya 07:46, 13 çiriya paşîn 2009

Seyda Şêx Muhammed Emin El Heyderi di sala 1927'a de rojek duşemê li banga limêja sibehê li gundê Kelehê (Kalecik) ya Nusêbînê hatiye dinê. Gundê Kelehê li navçeya Bunisran bi av, rez û baxçeyên xwe navdare.

Bavê wî alim û şair ê bi nav Edib Melle Ahmedê Heyderî ye. Melle Ahmedê Heyderî bi xwe ji hêla Wan û Bazîdê ji eşîra Asiyane. Li gor kesên ku di dema wî de jîyane, Melle Ahmed di edebiyat û ilmê tasawufê da û di ş'ir a diwanê da alimekî şareza ye. Melle Ahmed xwedî berhemên bi kurmancî, wek Dîwana Qasîde, Dîwana Aqîde-î Îman, Dîwana Munacata Heyderî û Pirtukek li ser astrolojî "feylosofî" psikolojî ye. Melle Ahmed piştî şerê cihanê yê yekemîn, bi Sediqa ya keça seyda yê xwe Melle Elîyê Koçerê Hevêdî re dizewice û ji vê zewacê Seydayê Muhammed Emîn El Heyderî tê dinê.

Seyda dersên xwe yên ilmî cara pêşîn ji bavê xwe digre û di 7 salîya xwe de Kur'an ê xitm dike. Piştî bavê wî di sala 1937'a da wefat dike diya wî ew dişîne medresa Şêx Ehmedê Xeznewî. Li ba Şex Ehmedê Xeznewî û li medrese yên din ilmên dînî û tassawufê dixweyine. Şêx Mahsumê Xeznewi, Şêx Aladdinê Xeznewi, Şêx Abdulrezak ê Helêla û Şêx Abdulletif ê Dâlini çend ji seyda yên wî ne. Destûr a xwe ya ilmî ji xelîfê Şêx Ehmedê Xeznewi, Şêx Abdurrezak ê Helêla digre.

Medrese ya Şêx Ehmedê Xeznewî di jîyan a seyda da cihek girîng digre. Piştî temamkirina xwendina xwe ji li wir dimîne û muderrîsî dike. Bi vê awayê bi rîya hevdudîtin ên bi alimê hemdemê xwe ra xe pêşve dibe û ji her tiştî girîngtir dibe xwedî dîtineke mutassawuf. Ev dîtina mutassawuf di hemî jiyana wî da jê re buyê wek rêber.

Jîyan a wî ya têr û tije bi zehmetî û tevger di 22 yê gulan a 2003'a da bi dawî buye û Seyda gihîştî ye heqî ya Xwedê.

Giredanen derve

http://maziden471987turkey.spaces.live.com/blog/