Amed Çeko Jiyan: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Luqman (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
[[Amed Çeko Jiyan]], rpjnamevan û nivîskarekî kurd e. Amed Çeko Jiyan di sala 1980'î de li [[Misirc]]a [[Sêrt]]ê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li [[Misirc]]ê, dibistana navîn li [[Sêrt]]ê li Îmam hatîbê, lîseyê li [[Misirc]]ê, dibistana bilind beşa elektrîkê li [[Zanîngeha Amed]]ê û li [[Zanîngeha Elezîzê]] li Beşa Mamostetiya Karên Metalî xwendiye. Ji ber sedemên cuda zanîngeh kuta nekirin.
 
Di sala 2004'an de li [[Elezîz]]ê serkêşiya derxistina fanzîna bi navê [[Çirûsk]] ku bi 4 hejmaran derçû, kir. Di damezrandina [[Koma PCKurd]]ê de cih girt û di serî de [[Mozilla Firefox]], gelek bernameyên komputerê wergerandin kurmancî. Di demên dawî yên [[Mehmed Uzun]] de jê re asîstanî kir. Ji destpêka sala 2008'an ve li rojnameya [[Azadiya Welat]] wekî edîtorê rûpela zarokan, edîtoriya malperê dike û di beşa redaktoriyê de cih digire. Çîrok werger û gotarên [[Amed Çeko Jiyan]] di weşanên wekî [[Çirûsk]], [[Kulîlk]], [[Kulîka Ciwan]], [[Kovara W]] û [[Azadiya Welat]] de weşiyane. Bi dehan fablên [[Ezop]] wergerandine kurdî û di rojnameya [[Azadiya Welat]] û [[Kovara Peyv]] de weşandine.
[[Amed çeko Jiyan]] hê jî li [[Amed]]ê dijî û karên xwe yên li rojnameya [[Azadiya Welat]] û karên ji bo [[komputergeriya kurdî]] di bin banê [[Koma PCKurd]] de dimeşîne.
 
[[Kategorî:nivîskar]]
[[Kategorî:rojnamevan]]