Îmam Şafiî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Erdal Ronahi (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 13:
 
Îro jî bi hijmarek zêde kurd di mezheba îmamê Şafîî da ye
 
== Jiyana '''Îmam Şafîî''' Bi direjî==
Mezheba ([[mezheb]] di wata rê de ye) '''Îmam Şafîî''' di nav çar mezhebên [[ehlê Sunnet]] de hîsab dibe. Navê Îmam Şafîî, [[Muhemmed B. Îdrîs]] e. Di sala wefata [[Îmam Azam Ebû Hanîfe]] de M. 767 an de (H. 150) di bajarê [[Filîstîn]], [[Gazzê]] de tê dinê.
Bavê Îmam Şafîî mensûbê qebîla [[Qureyş]] e. Ew digihîje kurên [[Mutalîb|Mutalîbê]] birayê [[Haşîm]]ê kalê [[Pêxember]]ê me (s.X.l.). Diya Îmam Şafîî ji [[Yemen|Yemenê]] ji [[qebîla Ezd]] e. Di kirin û gihîştina Îmam Şafîî de para wê gellek zahf e.
Îmam Şafîî hêj di [[derguş|dergûşê]] de ye bavê xwe wenda dike, ji ber vê yekê bi [[xizanî]] mezin dibe. Malbata Îmam Şafîî di vê xizaniya xwe de, xwe davêjin Filistînê. Di têkoşîna jiyanê de leqê gellek zehmetiyan dibin. Diya Îmam Şafîî wî dibe [[Mekkê]]. Ew bi xizanî û [[sêwî]] mezin bû. Îmam Şafîî ji bo destpêka hînbûna xwe wusa dibêje "Piştê jiberkirina [[Qur'an|Qur'ana]] Pîroz ez herdem diçûm [[Mescîda Heram]]. Li vir min ji alimên [[hedîs|hedîsê]] û ji alimên [[fiqih|fiqihê]] [[sûd]] werdigirt, lêbelê em zaf xizan bûn, qeweta me qasê sendina rûpelek kaxiz jî tune bû. Min di nivisandina [[fêr]] û [[meselê]] ku ez hîn bibûm de gellek zahmetî kişand".
 
Îmam Şafîî xwendina xwe ya yekemîn li Mekkê bi cih anî. Piştê vê xwendinê, dest bi hînbûna [[wêje|wêjeya]] Erebî kir. Ji ber vê yekê, beşdarê [[qebîla Huzeyl]] bû. Qebîla Huzeyl jiyana xwe li çolê didomandin. Îmam Şafîî li vir zanîna xwe pêş ve dibirin û xwe hînê avêtina [[tîr|tîrê]] dikirin. Di derbarê vî de [[Îmam Şafîî]] wusa dibê: "Ez ji Mekkê derketim çolê, hînê ziman û jiyana qebîla Huzeyl bûm. Ew qebîle ji aliyê zimanê Erebî ve ji hemî qebîla fesihtir bû. Ez bi wan re digeriyam ji wan hînê avêtina tirê bûm. Dema ez vegeriyam Mekkê di warê [[Hedîs]] û [[wêje]] de zaf [[agahdar]] bibûm." [[Îmam Şafîî]] di deh saliya xwe de pirtûka ([[Muwetta- hedîs]]) zanayê di dema xwe de herî navdar [[Îmam Malîk]] di neh rojan de ji ber dike. Di ciwaniya xwe de pir girîngî dide ser [[ilm|ilmê]]. Ji [[alim|alimê]] wek [[Sufyan]] kurê [[Ûyey|Ûyeyne]], [[Muslîm]] kurê [[Xalid Ez-Zencî]] fêr digre. Di hedîsê [[fiqih]] [[lûxat]] û di [[wêje]] de xwe pirr pêş ve dabû. Di nav ciwanê Mekke de di zanebûna xwe da hatibû [[astek|asteka]] wusa bilind ku bi [[pêçî|pêçiya]] dihat nîşandan. Di [[tehsîl|tehsîla]] [[Îmam Şafîî]] de pêvajoya herî girîng ew e ku bi fêrgirtina ji [[Îmam Malîk]] dest pê kiriye. Wexta ku ji Mekkê diçe [[Medîne]] fêrgirtina xwe ya ji Îmam Malîk wusa qal dike: "Li Mekkê ez pêşî ji [[Muslîm kurê Xalîd]] fêr digirtim. Wê wextê ez bihîstim ku [[Malîk kurê Enes]] kesek herî mezin e, ew îmamê Mislimanan e. Kete dilê min ku ez herim ba wî, jê fêr bigrim, bibim [[şagirt|şagirtê]] wî.
 
Piştre pirtûka wî ya herî navdar ya ku bi navê [[Muwettayê]] min ji kesek Mekkî peyda kir. Di neh rojan de min jiber kir. Piştê xwendina wî pirtûkê, min bêtir xwest ku Îmam Malîk bibînim. Ji ber vê yekê ji beriya ku Îmam Şafîî here [[Medînê]], ji bo ku leqayê tu astengî nebe ji [[valî|waliyê]] Mekkê nameyek distîne û dikeve rê. Wextê ku digihîje Medînê bi nameya xwe diçe cem walî nameyê dide destê walî û rewşa xwe jê re qal dike. Ew û walî bi hev re diçin mala [[Îmam Malîk kurê Enesî]]. Îmam Malîk wan li ber derî pêşwazî dike. Îmam Malik bi bejneka dirêj û bi sawîr (heybet) xuya dikir. Walî nameyê dide Îmam Malik. Dema Îmam Malik di seriyê namê de ku dibê "[[Muhemmedê kurê Îdrîs]] ji alê diya xwe ve kesekî bi [[şeref]] e û rewşa wî wusa ye…" dixwînê wusa dibêje: "[[Subhanellah]], îlma [[Resûlûllah]] wusa bûye ku edî bi nameya tê nivîsîn, tê pirsîn û tê xwestin"
Pişt re Îmam Şafîî wusa dibêje: "Min rewşa xwe jê re qal kir û min go; "Ez dixwazim ji te fêr bigrim." Îmam Malîk gotinên min guhdar kir û li min mêze kir. Pirsî, navê te çî ye? Min go: "Muhemmed e". "Ey Muhemmed, [[Xwedê]] nûr xistiye dilê te, tuyê di pêşerojê de bibî mirovek navdar. Sibê bi mirovek re were bila ji te re [[Muwetta]] bixwîne". Min jê re got "Min ji ber kiriye, ez dikarim bixwînim".
 
Piştê wê rojê Şafîî diçû cem Îmam Malîk xwendina xwe dikir. Dema Îmam Şafîî li ba Îmam Malîk dixwend Îmam Malîk li hember xwendina Şafîî gellek [[dilgeş]] dibû. Ji ber vê yekê [[Îmam Şafîî]] carna ji tirsa xemgînbûna Îmam Malîk nedixwest li balê bixwîne. Lê îmam nedihişt. Lewra Îmam xwendina Şafîî pirr dieciband û digo "bixwîne ey ciwan".
 
Îmam Malîk di bin destê xwe de neh sal fêr dayê. Dema [[Îmam Şafîî]] di îlmê de digihîje astek bilind vedigere Mekkê. Waliyê Yemenê wî ji vir dibe welatê xwe û pêywira qazîtiyê didê. Îmam Şafîî peywira xwe li [[Necran|Necranê]] ku girêdayiya Yemenê bû, dikir. Ew [[peywir|peywira]] xwe bi [[dadperwer|dadperwerî]] dikir. Derfet nedidan [[zalim]] û [[keysoy|keysoyan]]. Ji alî kesên heqnexwazan gellek eziyet gihiştiye [[Îmam Şafîî]].
Dema Îmam Şafîî li wir e, waliyek zalim dişînin Yemenê. Ev walî gellek [[zilm]] dikir merivên di bin [[desthiladarî|desthiladariya]] xwe. Dema Îmam Şafîî bi vî dihese vî waliyê hişyar û [[rexne]] dike. Lê ev helwesta Îmam Şafîî dibe sedema acizbûna walî û sedema astengî ji xebatên wî re.
 
[[Ebbasi|Ebbasiyan]] ji [[nifş|nifşa]] [[Hz. Elî]] rik digirtin. Bizanibana ku yek ji nifşa Hz. Elî ye, wî rehet nedihiştin. An wê biketana zîndanê an jî wê wî bikuştana. Ev waliyê zalim, Îmam Şafîî bi alîgiriya Hz. Elî [[sûcdar]] dikir. Herkes jî zanîbû ku ev rewş derew e. Belê Şafîî ji nesebê Hz. Elî ango [[Ehlê Beyt]] hez dikir. Lê ji bo ew werin desthilatdariyê tu kiryarên wî tunebûn. Li ser hemî rastiyan derewên Walî dîsa jî li ser vê mijarê ji [[Xelîfe]] [[Harûn Reşîd]] re name şiyand û ew fît kir ser Îmamê Şafîî. Ji ber van fîtên Walî, Harûn Reşîd destê Şafîî kelepçe dike û wî tîne [[Bexda|Bexdayê]].
 
Îmam Şafîî di sî û çar saliya xwe de leqê aloziyek wusa dibe. Di himan demê de wî derdixînin pêşberê Xelîfe Harûn Reşîdî. Çar salan li Yemenê dimîne. Ev çar sal di dîroka [[Îslam|Îslamê]] de wek wendayiyek tê hîsab. Lewra di vî çar salê de tiştê ku bikirana wê pirr bana. Li ser vê bûyerê Îmam Şafîî dev ji peywira xwe ya [[qazîtî|qazîtiyê]] ber dide. Û dîsa berê xwe dide îlmê.
Ew him dida xwendin, him dixwend, him fêr dida him jî fêr digirt. Ji bo mirovan [[berhem|berhema]] xwe ya [[fiqih]] ya herî girîng derxist holê.
 
Îmam Şafîî diçe Bexdayê li vir mala [[Muhemmed kurê Hesen]] dixwîne û bi vî awayê fiqha Îraqê û ya [[Hîcaz|Hîcazê]] berhev dike. Di îlma fiqhê de tê astek wusa bilind ku edî dikare rêzikê îlma fiqhê diyar bike. Navê wî di nav herkes de hate naskirin û belav bû, îtibara wî bilind bû. Şafîî bi [[heq|heqê]] xwe gihîştibû merteba îmametiyê. Dema Şafîî li Bexdayê dima bi kesên Îraqî re diket niqaşa fiqhê. Xwe şagirtê Îmam Malîk dihesiband.
 
Îmam Şafîî Pişt re vedigere Mekkê li [[Haremê Şerîf]] dest bi dayîna fêrê dike. Di dema [[Hec|Hecê]] de alimên herî mezin bi wî re diaxivin, guh didin gotinên wî. Di vê demê de [[Ehmed kurê Henbel]] wî dibîne. Êdî kesatiya Şafîî bi fiqihek nipînû derdikeve holê. Ev fiqih ne ya ehlê Medîne û ne jî ya ehlê Îraqê ye. Îmam Şafîî di nav Mekkê û Bexdayê de diçû û dihat. Îlma ku ji [[ustad|ustadê]] xwe sitandibû bi hişê xwe pêş ve dibir û fiqihek nû derdixist holê. Ev fiqih, di nav merivan de bela dikir û wan pê [[agahdar]] dikirin.
 
Gellek civak ji bo ji Îmam Şafîî îlim bigirin li dora wî diciviyan guhê xwe baş didan gotinên wî. Lê piştê demek di nav merivan de hinek kes û hinek fikrê dijî Îslamê derketin rastê. Ji bo vê yekê Îmam Şafîî ji bo xwe ji gelemşa Îraqê dûr bixe demek dirêj li Mekkê bi cih bû.
 
Îmam Şafîî di çil û pênc saliya xwe de carek din vedigere Bexdayê. Cihê ku Îmam Şafîî biçûya li wir raya xwe belav dikir. Lê hinek [[ray|rayên]] wî bi yên ustadê wî Malîk re [[nakokî]] dibûn. Lê ji [[giramî|giramiya]] wî nedixwest wî rexne bike. Bi tenê raya xwe dianî ziman. Ji ber vê yekê gellek caran li hember [[bîd'et|bîd'etên]] ku dû Îmam Malîk derketin û [[têkoşîn]] dida. Îmam Şafîî bihîst ku di nav hin civakên mislimanan de [[berhem]], [[pertal]] û [[kinc|kincên]] Îmam Malîkî hatine [[muqeddes]] kirin. Wusa bibû ku êdî hin kes li hember hedîsên Pêxemberê me (s.X.l.) bi peyvên Îmam Malîk bersîv didan. Wusa bibû ku êdî li [[Endulus|Endulusê]] gel bi [[şaşik|şaşika]] Îmam Malîk ji bo baran bibare [[hêwîş]] dikirin. Lê Îmam Şafîî li hember van hemî bîd'etan disekinî, têkoşîn dida. Lewra dema mirov, di derbarê [[mele|meleyan]] de pirr zêde biçûyana diketin riyek xeter, ji rê derdiketin. Wekê din, Îmam Şafîî di hinek [[mijar|mijaran]] de di dijê raya Îmam Malîk de [[muxalefet]] dikir. Bi navê "[[Xîlafetî Malîk]]" pirtûkek nivîsî lê ji hurmeta ustadê xwe Malîk [[dûdilî]] dikir ku vê pirtûkê derxe holê. Piştê salek pirtûkê [[şîrove kirin|şîrove]] dike û [[belav|belavê]] mirovan dike. Dema jê re digotin "Te vî çawa kir?" Ew wusa bersiv dida: "Ustadê min, [[hogir|hogirê]] min e, [[Heq]] jî hogirê min e. Wextê ez van herdûyan datînim li ba hev, ez hogirtiya Heqê çêtir nêzî xwe dibînim."
 
Îmam Şafîî ev rexne ji bo [[riza Xwedê]] dikir. Lêbelê dîsa jî rexnekirina Malîk jê re [[giran]] dihat. Lewra ew ustadê wî bû. Rexna Şafîî, bû sedemê dijrabûna faqihên [[Misr|Misrê]]. Lewra Îmam Malîk li Misrê di nava [[muctehîd|muctehîdan]] de [[merhel|merhela]] yekemîn digirt. Ji ber vê kesên ku Îmam Malîk [[diparastî|diparastin]] li dijê Îmamê Şafîî derdiketin. Ew rexne dikirin dixwestin ku wî ji [[memleket]] bavêjin. Hetta ji bo vê çûn cem walî derxistina Îmam Şafîî xwestin.
 
Îmam Şafîî hemî [[temen|temenê]] xwe ji bo [[xizmet|xizmeta]] [[Ol|Ola]] Îslam qedand. Ew heta dawiya temenê xwe her roj ji Qur'an [[xitmek]] dixwend. Mehê sî [[xitim]] diqedand. Di [[meha Remezanê]] de êvarê yek, rojê jî yek xitim dixwend. Di meha [[pîroz]] de şêst xitim xilas dikir.
Êdî dema [[wefat|wefata]] Îmam Şafîî hatibû. [[Bêtaqet]] ketibû. Weka [[ewul]] nikaribû Qur'an bixwenda. Lê dixwest ji yekê [[xwendevan]] guhdar bikira. Dema Şafîî di vî halî de bû [[taleb|talebê]] wî [[Ebû Musa]], [[Yûnûs kurê Ebdul'alâ]] jê re dixwend.
 
Li Misrê ji alî hin kesên [[tolaz]] [[lêdan]] xwar. Hêj pîr nebibû. Ev lêdan di [[can|canê]] wî de nexweşî çêkir. Ji hal ketibû. Êdî wek berê nikaribû zindî ba. Di dawiya nefesa wî de halê wî jê pirsîn. Ew jî dibê "Ez ji [[dinê]] koçber dibim, êdî jê diqetim. [[Şerbeta hêvî]] vedixwim. Diçim bal Rebbê xwe yê [[Kerîm]]". Wefata [[Şafîî]] ji alemê Îslamê re zayiyeka mezin dibe. Pirr xwîn wenda dike û bi [[zaya]] wê xwînê jiyana xwe ji dest dide. Di 20'ê Çileya sala 820'an dawiya êvara meha [[Receb|Recebê]] de, di pêncî û çar saliya xwe de -hin dibên ji nexweşiyê, hin jî dibên ji ber van derban- wefat kiriye/[[şehîd]] ketiye. [[Qebr|Qebra]] wî li Misrê binê singa [[çiyayê Muqetten|çiyayê Muqettena]] dimîne. Sala 1211'de Siltanê [[Eyyûbi|Eyyûbiyan]] [[El-Melîk El-Kamîl]] li ser qebra Îmam Şafîî tirbek biqubbe çêdike. Ji alî [[Selehaddînê Eyyûbî El-Kurdî]] jî li cem veê turbê [[medrese|medreseyek]] mezin tê çêkirin.
 
Îmam Şafîî [[ewliya|ewliyayek]] herî mezin bû. Di gotinek xwe de wusa dibê: "16 sal e min têr xwarin nexwariye" dema sedema wê jê dipirsin, dibê "xwarina zaf giranî dide mirov, [[qelb]] zeîf dike. [[Feraset]] û [[îdrak|îdrakê]] kêm dike. Zaf xew tîne û bi vî awayê meriv ji [[îbadet|îbadetan]] dike, serê evditiyê kêmxwarin e".
[[Diruv|Diruvê]] Îmam Şafîî zaf xweşik û şêrîn bû. [[Jîrek]] bû, xwediyê [[qabîliyet]] mezin bû, zahf xweş Qur'an dixwend. Dema ew Qur'an bixwenda merivê dora wî ji xwe diçûn.
 
[[Harûn Reşîd]], her sal ji [[Bîzansi|Bîzansiyan]] [[bêş]] distend. Salek Bîzansiyan [[ruhban|ruhbanê]] xwe rê kirin ku bi aliman re têkevin niqaşê. Ev wusa digot: "Gava alim me bibin emê bêş dayînê berdewam bikin, lê ger me têk nebin êdî em bêş nadin." Ji bo vê niqaşê çar sed [[fileh]] tên. Xelîfe [[ferman]] dide ku hemî alim li cem [[çemê Dîclê]] bigihîjin hev. Gazî Îmam Şafîî dikin ku bersiv bide pirsên [[Xirîstiyan|Xirîstiyanan]]. Îmam Şafîî [[şalik|şalika]] [[nimêj|nimêjê]] radike datîne ser milê xwe û tê devê çemê Dîcleyê. Li vir şalikê radixe davê ser avê û gazî ruhbana dike. "Kî bixwaze bi min re têkeve niqaşê bila werê vir." Lê tu kes ber bi wî jî naçe. Piştê vî [[bûyer|bûyerê]] ruhbanê hatibûn ku têkevin nîqaşê li wir dibin misliman. Wextê [[împarator|împaratorê]] Bîzansê pê dihese ruhbanê ku şiyandiye bûne misliman ji xwe re wusa dibê; "Baş e ku nehatiye vir. Nexwe wê mirovên vê derê jî bikira misliman.”
 
Talebê Îmam Şafîî dibê; Roja cejnê ez bi Îmam Şafîî re ji [[mescîd|mescîdê]] derketim. Pê re çûm heta li ber derê wî. [[Qerwaşek]] bi kîsikek zer hate cem Îmamê Şafîî. Ev kîsê zêr pêşkeşê Şafîî kir û wusa got: "Selamê Efendiyê min ji te re heye dixwaze ku tu van [[zêr|zêran]] bipêjirînî." Îmam Şafîî kîsê destê wî dipêjirîne. Di nav de demek kurt derbas dibe nabe mirovek tê ji Îmam Şafîî hinek pere dixwaze. Îmam Şafîî hêj devê vî kîsikê venekirî dide destê wî mirovê û wî dişîne.
 
Îmam Şafîî dibê; "Di zaroktiya min de [[Pêxemberê Xweda]] (s.X.l.) hat xewna min. Ew û hinek [[sehabî]] bûn. Li [[Mescîda Heram]] ji mirovan re meletî dikirin. Dema nimêja wan xilas bû ez çûm ba wî, min jê îlim xwest. Li ser vî [[Hz. Muhemmed]] (s.X.l.) ji binê [[qeftan|qeftanê]] xwe mêzînek derxist û da destê min. Go "ji bo te ye ev [[mêzîn]]". Piştê vê xewna min da şîrove kirin. Ji min re ev hat gotin; "Tuyê li ser [[sunnet|sunnetê]] bibî [[îmam]]. Wata mêzînê jî ev e, tê bigihîjî heqîqetê [[Muhemmedi|Muhemmediye]].” Di dawiyê de Îmam Şafîî wusa dibêje: “Rojek min Hz. Elî xewna xwe de dît. Gustila xwe ji tiliya xwe derxist û xist tiliya min. Ew [[alametek]] ku îlma wî û ya [[Resûlûllah]] digihîje min bû.” Îmam Şafîî di şeş saliya xwe de dest bi mektebê dike. Diya wî ji zahîdan yek bû; jinek ewledar bû. Ji bo vê yekê gel carna siparteyên xwe disipartin wê. Rojek du kes boxçê xwe datînin balê. Ev meriv jê re gotibûn heyya em her du bi hev re neyên tu vî [[boxçê]] nedî kesê. Piştê demek ji vana yek tê boxçê ji balê dibe diçe. Yên din jî navberek kurt de tê û boxçê jê dixwaze. Dema [[zahîde]] dibê min daye hevalê te. Mirov jê re; "Min ji te re negotibû qey hetanî em bi hev re neyên tu nedî tu kesî, te çima daye?" Li ser vê bûyerê zahîde zaf diqehere. Dema Îmam Şafîî tê û diya xwe bi [[xemgîn]] dibîne sedema vê xemgîniyê ji diya xwe dipirse, diya Îmam Şafîî tiştê ku hatiye serê wê yek bi yek ji kurê xwe re dibêje. Li ser vê Îmam Şafîî ji diya xwe re wusa dibêje: "Tu neqehire ezê vêga [[xwedi|xwediyê]] boxçê re biaxivim." Şafîî tê cem xwediyê boxçê û dibêje, boxça we li cihê xwe disekine here hevalê xwe bîne, were boxça xwe bibe." Wextê xwediyê boxçê vê bersivê distîne di cihê xwe de mat dimîne û pişt re vedigere diçe, carek din jî nayê.
 
== Çend Gotinen Îmam Şafîî ==
Îmam Şafîî di [[şîret|şîreteka]] xwe de wusa dibê “Ji kesên ku [[mal]] û [[milk|milkên]] wan ji yên te zaftir in nebehece. Ji kesên ku îbadet û [[teet|teetên]] wan ji te zaftir e [[mînak]] bigre. Ji ber ku yên dijîn jî wê rojek bimrin. Ne hewce ye tu bihesidî dinya wan.
 
*"Kes tune ku bê [[hogir]] û bê [[neyar]] be. Madem ku wusa ye, xwe ji nav ên [[Xweda Teala]] re [[îteet]] dikin, bihesibîne."
*"Kesên ku ne di riya Resûlûllah(s.X.l.) û hevalên wî de bin, bibînim ku li [[ezman]] jî difire, dîsa jî rastiya wan napêjirînim."
*"[[Dost|Dostê]] [[sadiq]] ew e ku, beşdarê [[keser]] û [[şadi|şadiya]] hevalên xwe dibe."
*"Du kesên ku di tengiyê da [[eyb|eybê]] hevûdu derxin holê, ev ji [[elamet|elametê]] [[minafiq|minafiqiyê]] ye."
*"Ê ku di karê dinê de têkeve tengasî û neçariyê, bila berê xwe bide îbadetê."
*"Hînbûna îlmê çêtir e ji [[îbadeta nafîlê]]."
 
*"Di dinê de mirovê herî [[bêaram]] ew kes e ku, di dilê xwe de [[kîn]] û [[hesed|hesedê]] vedişêre."
*"Ê ku li ba te derbarê kesek din nebaşî biaxive, wê li ba kesek din jî di derbarê te de nebaşî biaxive."
*"Ê ku demek zoriya îlmê fam nekiribe, wê di hemî jiyana xwe de [[zîllet|zîlleta]] nezaniyê bikşîne."
*"Îlmê hîn be, kes ji dayîkbûna xwe [[alim]] nîn e. Kesê zana û nezan nabe yek."
*"Çi kes [[heqî]] û rastiyê bêje gotinê wî kesê bipêjirînin."
*"Hey mirov li zimanê xwe [[xwedî]] derkeve/biparêze bila zimanê te, bi te ve nede."
Xweda [[Rehm|Rehma]] Xwe li wî bike.
 
=='''Berhem'''==
*Hîlafetî Malîk
Line 19 ⟶ 82:
*Kitabu'l-um
*Musned-i Şafîî
[[Kategorî:Îmam]]
[[Kategorî:Zanayên îslamî]]
 
==Çavkanî==
[http://www.mizgin.net/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=1583|Malpera Mizgîn]
 
 
 
 
[[Kategorî:Îmam]]
[[Kategorî:Zanayên îslamî]]