Mezra: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Erdal Ronahi (gotûbêj | beşdarî)
B Guherandina 81.213.168.145 hat betal kirin, vegerand guhartoya dawî ya Erdal Ronahi
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
[[Wêne:Harput.JPG|thumb|Xarput]]
'''Mezra''' (bi navên din Elezîz, Elazığ, Xarput) bajarkî [[Kurdistan]] di nav sinorên [[komara Tirkiyê]] ye.
 
== Ciyê Coxrafî û Hudûdên Bajar ==
 
Bajar di nav parelên 38° 17´ û 39° 11´ bakûr û merîdyenên 40° 21´ û 38° 30´ rojhilat de ye. Hudûdên bajar li bakûr bi Dersimê ve, li rojava bi Meletî ve, li bashur bi Amed ve û li rojhilat jî bi Bîngolê ve tê girêdan.
 
== Taybetiyên erda bajêr ==
 
Pîvana erda bajar 9151 km² ye . Ji vî erdî % 57,2 wî çiyan, % 14,9 wî deshtan, %1,1 wî zozan û % 26,8 wî jî ji Platoyan pêk tê. Erda herêmê ji bo çandina tene, kixsên shekir, pembo û fêkî pir musaîd e.
== Îklîm (Av û Hewa) ==
 
Li herêmê îklima reshayiyê hukim dike.. Havînan germ û zuha, zivistan jî sar derbas dibe.
== Nifus (1997) û navçeyên bajar ==
 
*Merkez 321624
*[[Axin]] 3221
*[[Alacaqaya]] 8766
*[[Aricak]] 16520
*[[Baskil]] 19605
*[[Qerekoçan]], bi navekî din jî [[Depe]] 30730
*[[Keban]] 9210
*[[Kovancilar]] 43293
*[[Maden]] 20602
*[[Palo]] 30622
*[[Sivrice]] 14167
Tevayiya nifûsa herêmê ( tevlî gundan) 518 360 e.
 
== Çiyayên herêmê ==
 
Çiyayê bilindtir yê herêmê [[çiyayê Sipî]] (Akdax) e (2620m). [[Çiyayê Hezar]] (2347), [[Mastar]] (2171m) û [[Hesan]] (1864) jî çiyayên bilind yên herêmê ne.
 
== Deşt, zozan û gelî ==
 
[[Deşta Xarpût]]: Bajarê Elezîzê li wê deshtê hatiye avakirin. Mezinbûna deshtê 36 km² ye.
 
[[Deşta Palo]]: Li navça Palo li ciyê ku Çemê Muradê diherêke gola Kebanê ye. Deshtên Behramaz û Melekendê jî deshtên din yê girîng in.
 
Geliya Çemê Feradê û Geliya Çemê Muradê, geliyên girîng yê herêmê ne.
== Çem û Gol ==
 
[[Çemê Murad]]; dirêjbûna wî 600 km ye. Çavkaniya çemê li çiyayê Aldaxê (Wan) ye. Çem shaxek çemê Feradê ye û diherêke gola Kebanê.
 
Ava Heringet û Ava pêrê jî, shaxên çemê Mýradê ne.
 
[[Çemê Feradê]]: Çemê herî dirêj yê Kurdistanê ye ku di erda herêmê de jî diherêke.
 
[[Gola Hezar]] (Golcik); dirêjbûn 15- 16 km, firehbûn jî 5 km ye. Li bashûrê bajar e.
 
Gola bendava Kebanê: Mezin bûna golê 687 km² ye. Bi ava çemê Muradê, Feradê û çemên dora Elezizê tije dibe.
 
== Serwetên bin erdê ==
 
Sifir, pirît, hesin, manganez, volfram û flaurît li herêmê ji bin erdê dertên.
 
== Babetên heywanan ==
 
Herêm ji alî nêçira heywanan ne pir dewlemend e. lê li herêmê gur, kew, kewroshk, rûvî, beraz û çeqel yên pirtirin ku peyde dibin.
 
== Ol û civak ==
 
Nifûs ji Muslumanan pêk tê. Li cem sûnniyan shêxîtî û li cem eleviyan jî pîrîtî rolek mezin dilîze. Civak ji Kurd (zaza û kurmanc) û tirkan pêk tê.
 
== Xwarênên herêmê ==
 
Nan li herêmê di tendûrên bin erdê de tê çêkirin. Nan carna ji bo 2 .3 mehan tê lêxistin û gava tê xwarin, shildibe, tê xwarin. Helîse, Kutilkên dagirtî, babetên kiftan û Xanim kebab xwarinên herî pirin ku li herêmê tên xwarin.
 
== Kincên herêmê ==
 
Zilam, Şalwarek shîn ku jê re dibêjin "shalwarê Xarpûtê" û îshligek sipî bi ser de li xwe dikin. Bi ser îshlik de jî êlegek milkin li xwe dikin. Kefiya pishtê rengîn e. Qonderên ku jê re dibêjin " biboçik" li nigê xwe dikin. Li serê wan shewqe heye.
 
Jinên herêmê shalwarên gulgulî yan jî resh li xwe dikin. Bi ser shalwar de qazaxek ku jê re dibêjin "qeyme" li xwe dikin. Bi ser shalwar de jî etekek sê perçeyî li xwe dikin. Li serê jinan kofiyek û bi ser de jî sharpeyek gulguli yan jî resh tê girêdan.
 
== Nav û Kronolojiya Bajar ==
 
Navê bajarê kevn di çavkaniyên Urartiyan de wek Karberd (Kela kevir) û yên Bîzansiyan de jî wek [[Xarpet]] dihat naskirin. Navê bajar di çavkaniyên Ermenî û Ereban de wek "Hinzit" derbas dibe. Hisn-ê Ziyat (kela Hisn) navê bajar yê kevn bi farisî bû. Pishtre nav wek "Mezra" hatiye guhertin. Navê bajar dema Sultanê Osmanî Abdulezîz de wek "Mamuret ul- Ezîz ( bajarê ku Ezîz çêkirî ye)" hatiye guhertin. Nav sala 1937 wek "Elazix" ji ali tirkan ve hatiye guhertin.
 
== Kronolojî ==
 
Berî Îsa (zayîn)
*900 - 600 dema Urartiyan
*600 dema Medan
*334 dema helanistiyan (yewnaniyan)
*90 hukumdariya Tîgran
*66 dema Romayiyan
*53 dema Partan
 
Pishtî Îsa (zayîn)
*272 ema Susaniyan
*395 dema Bîzansiyan
*644 dema Ereban
*934 dema Bîzansiyan ya duyemîn
*1115 dema Artûkiyan
*1234 dema Selshukiyan
*1515 dema Osmaniyan
 
== Ciyên turîstîk, tarîxî û gerê ==
 
Herêm ji alî tarix û tabîatê ve pir dewlemend e. Gola xezar (Golcik) û Kebanê ji bo gelê herêmê havînan ciyê avcaniyê vehêsanê ne. Germavên Murûdû û Perçen ji ji ali gel ve tên ziyaret kirin. Kela Xarpûtê, Dêra Meryem ana û Mizgeftên kevn yê bajar jî ji alî gel ve tên ziyaret kirin.
 
{{bajarên Tirkiyê}}
 
[[Category:Bajar]]
 
[[cs:Elazığ]]
[[en:Elazıg]]
[[fr:Elazığ]]
[[tr:Elazığ (il)]]