Suryanî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Qewax (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 27:
Suryani (yên kevnar) ji herêmên Akadan ber bi bakûr ve belav bûn û gelek bajar avakirin ku yek ji wan jî bajarê Asûr bû. Asûr herwiha navê xwedayê vî bajarî bû û navê aşîra ku dema paşê navê xwe li hemû herêmê kir û hemû gelên herêmê di bin bandora xwe de hiştibû bû. Bê gûman çand û şaristaniya Asûran nêzîkî ya Akadan û Babîliyan bû.Sedema vê yekê ev e ku Asûran ji ber ku Akad û Babîl jî samî bûn hesanî xwedî li çand û şaristaniya wan xwedî derketin û şaristaniya xwe li ser vê bingehê ava kirin.
 
Sedsala XV. berî zayînê qurnê ku êdî Asûr li temamê Mezopotamya jorîn belav dibe ye. Vê demê Asûran pir bajarên wek [[Asûr]], [[Nînova]], [[Koloh]] û hwd. Ava kirin. Lê li bakûrê Mezopotamya jorîn tim bi hêzên eskerî dikarîbûn bimînin. Bi vî awayî Asûr bû navenda bazirganiya bi Mezopotamya jêrîn (navend û başûrê Iraqê), [[Kapadokya]] ([[AnadolîAnadol]]) û Mezopotamya jorîn (Kurdistan û [[Ermenîstan]]) re.
 
Sedsalên VIII. û VII. berî zayînê Asûr bi serdegirtinên eskerî ber bi Bakûr û Bakûrêrojava ve fereh bûn û bi riya Koloniyên xwe ev der dagîr kirin. Berî zayîne di sedsala VIII. de kralê Asûr Salamansarê I. bi artêşeke mezin bi ser gelên ku li Bakûrê Asûr dijîn de diçe û heya bi keviya gola Vanê dixe bin destê xwe.