Navçe: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Erdal Ronahi (gotûbêj | beşdarî)
B Guherandina 67.167.51.1 hat betal kirin, vegerand guhartoya dawî ya Erdal Ronahi
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
'''Navçe''', qeza yek ji cihên fermî yên di [[desthilatdarî|desthilatdariyên]] dûgelên [[komar]]î ye.
 
Standarteka navçeyan nîne. Li her welatê cureyek [[sazûmanî]] heye û sîstema[[sîstem]]a desthilatdariya her welatî jî cuda ye. Li welatên [[ûnîter]], bo mînak li [[Tirkiyê]] navçe piştî [[paytext]] û [[parêzgeh|parêzgehiyan]] cihê [[fermî]] yê sêyemîn e. Navçe bi parêzgehiyan ve girêdayîne. Herwekî [[nehiye]], [[gund]] û [[mezre]] jî heger hebe tevî [[şaredarî]]yên xwe bi navçeyê ve girêdayîne. Li Tirkiyê serokên navçeyan re qeymeqem (kaymakam) tê gotîn. Kivşkirina navçeyan de standartek nîne. Cihê ku mafê şaredariyê lê heye, ji aliyê hikumetê ve dikare wekî navçe were hilbijartin. Ji bo mafê [[şaredarî|şaredariyê]] kêmî 2.000 [[niştecih]] pêwîst in. Lê di vî warî de jî hîç standartek li Tirkiyê nîne. Gelek cih hene ku nifûsa wan ne 2.000 in lê kirine şaredarî. Gundê devedorê wekî [[tax]] (mehele) îlankirine û nifûs kirine 2.000. Li Tirkiyê serokên navçeyan nayên hilbijartin, tên tayînkirin.
 
Li welatên ku sazûmaniya wan ne [[komar]] in, an ne ûnîter in sîstemên [[curbecur]] ên îdareya fermî ya dewletê hene. Li welatên [[federal]], ji jêr heya jor temsîliyeta [[federalîzm]]ê heye, biryar ji jêr berî jor têne girtin.
 
Ji ber ku [[Kurdistan]] di bin desthilatdariya 4 welatan de ye, li her parçeyê sazûmaniyek cuda heye. Li [[Bakurê Kurdistanê]] hemî navên [[Kurdî]] hatine qedexekirin. Herwekî navên navçeyan jî kirine Tirkî.
 
Binihêre: [[:Kategorî:Navçe]]
[[Kategorî:Siyaset]]
 
[[tr:İlçe]]