Mele Şafiî: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine |
Ciyayesipi (gotûbêj | beşdarî) Kurteya guhartinê tine |
||
Rêz 4:
(bi devê wî)
{{Jêgirtin|Ez 1950 li bajarê Muşê Navçeya Gimgimê (Varto) li gundê Înalî hatime dinyayê. Di binê perwerdeya bavê xwe ku [[Şêx Axmed]] (Namîdiger Emmê) Melleyê Gund bû pir xwenedan nebû, salih bû,
[[Mewlûda Kurdî]] ([[Nehcûlenama Seydayê Melle Xelîlê Sêrtê]]) li cem bavê xwe min xwend.
Ji bo ku bavê min nikaribû dersên din bida, paşê ez derketim medresên Kurdistanê. Medrasa ewil ku ez çûm, Medrasa [[Seydayê Melle Evdullahê Qerqerutê]], [[Seydayê Melle Evruhhamanê Qerekoyê]], [[Seydayê Melle Selîmê Dadîna]], li Hinisê Qolhasar li cem lawê Şêx Seîd, [[Şêx Elî Riza Efendî]] û hinek medreseyên li [[Kurdistan|Kurdistanê]] geriyam û min xwend. Xwendina min a dawî li cem [[Seydayê Melle Evdullahê Kotaliyê]] xwendina xwe xelaskir û di 1968an de min [[îcaze]] girt.
Ez di sala 1968an de bûm Melleyê gund û bûm [[Mideris|Miderisê]] Medrasa Înaliyê, paşê 1974an de bûm Îmamê Resmî di gundê xwe de. Heta 1990dan min ders dida û derisî kir. Ji ber [[tevgera azadiya Kurdistanê]] jîyana min li welat ketibû tahlûkeyê. Ji ber vê yekê min ji gund barkir û 1993dan de hatime [[Xarpet|Xarpetê]]. Ez 4 salan li Xarpetê jiyam. Çend doran bi rengê Sirgûniyê sirgûnbûm.
Derketına min a ji Gund bi tevgera azadiya Kurdistanê re girêdayê bû. Ji malbata me [[Şêx Mehmed Emîn Bingol]], [[Mehmed Emîn Sukaya]] û Biraziyê min [[Mehmêd Ballî]] hatin şehîdkirin. Dîsa ji malbata me [[gazî]] û kesên kû niha winda ne jî hene. Ji ber rewşa [[welat]] ez jî gund derketibûm.
Ez di sala 1998an de emeklî bûm. Ez li [[Muş|Muşê]] bicîhbûm û ketim nav [[Siyaset|Siyaseta]] Kurdan. Di sala 2000an de di Dehapê de bibûm Rêveber û min di nav de jî cîhgirt.
Bavê min vê demê de wefat kir. Ez gelek caran hatim girtin û binçavkirinê. Min işkence kirin.
Serê 2002an de ez neçar mam ji Welat derkevim û werim [[Ewrupa|Ewrupayê]]. Min [[Mizgeft|Mizgefta]] [[Dortmund]] li [[Almanya]] avakir û bûm Melleyê Dortmundê. Min dest bi karên di [[Hereketa Îslamiya Kurdistanê]] kir û têde bicihgirt. Karên ji min dihat, min kir.
Sala 2005an di meha Gulanê de ji bo Serokê [[Civaka Îslamiya Kurdistan|Cîvaka Îslamiya Kurdistanê]] hatim hilbijartin. Heta niha jî ev karê xwe birêvedibim.
Bi kurtahî Jîyana Min ev e.}}
|