Charles Bukowski: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Cirano (gotûbêj | beşdarî)
Rûpela nû hate tomar kirin
 
Cirano (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 7:
Li devê swar be
încîlê bixwîne
boyaxa hêşîn li solên xwe xe
rîyê berde
bi kanoyek ji kaxiz li dinyê bigere
bibe aboneyê the saturday evening post'ê
di cûtinê de tenê kêleka devê xwe ya çep bikarbîne
bi keçek yek ling re bizewice
bi dûzanek ko xwe kur bike
li milê jinekê navê xwe bikole
dranên xwe bi benzînÊ firçe bike
heyta êvara razê û bi şev jî bi daran ve rapeliqe
bibe keşe
bi vîskiyê re bîra vexwe
serê xwe di binê avê de bisekinîne
li kemanê xe
li ber tîreja mûmên pembe lotikan bavêje
kûçikê xwe bikuje
bibe namzetê serokahîya şaredariyê
di nava varîlekê de bijî
serê xwe bike du cî bi bivir
laleyan biçîne di baranê de
lê helbest nenivsîne
 
Charles Bukowskî
Werger : Dûrzan Cîrano