Pileya Celsius: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
KurdoChali (gotûbêj | beşdarî)
Rûpela nû hate tomar kirin
(Cudahî nîne)

Guhartoya 12:54, 4 îlon 2009

Selsiyus (herwesa bi navê sentîgrad jî dihêt niyasîn) pilandineka têhinê ye ko bi navê stêrnasê Swêdî Aders Selsiyusî (1701-1744) hatiye kirin. Wî du salan berî mirina xwe pilandineka wekî vê bi kar anî bû.

Ji sala 1744ê heta sala 1954ê, sifira Selsiyusî wekî xala qerisîn anko bestina avê û pileya sedê ya Selsiyusî wekî xala kelîna avê di pesteka yek atmosferiya pîvankî anko standard da dihatin pênasekirin. Ev niha jî li dibistanan dihêt fêrkirin. Lê pênaseya pileya Selsiyusî hatiye guhartin û niha bi sifira serbedayî anko sifira mutleq û xala sêkane ya avê li goreyê ava oqyanûsî ya navingîn ya pîvankî ya Viyennayê (AONPV) dihêt pênasekirin. Ev pênase Selsiyusî bi Kelvinî ra, ko yekîna bingehîn ya SIyê ye, girê didit. Sifira serberdayî têhineka girîmaneyî anko hypotetîkal e ko nahêt bi dest xistin. Lê di wê têhinê da entropiya keristeyî dibit sifir. Ev xal wekî sifira Kelvinî û -273.15 a Selsiyusî dihêt navandin anko bianvkirin. Xala Sêkane ya avê jî bi hûrî wekî 273.16 pileya Kelvin û 0.01 a Selsiyusî dihêt pênasekirin.

KATEGÛRÎ:fîzîk KATEGÛRÎ:yekîn dk:Celsius