Vac: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine |
BKurteya guhartinê tine |
||
Rêz 1:
'''Vac''' anko
Jibo mînak di zimanê [[kurdî]] da, vaca /k/ û vaca /b/ hene. Dema di peyva ''bar'' da, cihê dnegê /b/ dengê /k/ birûnit, peyva ''kar'' çêdibit. Ramana ''bar''ê ji ''kar''ê cida ye. Lê di peyvên mîna ''heft'' da, bi eşkirayî [[kurd]] wê bi du awayan bilêvdikin ko di awayekî da dengê /h/ wekî piraniya [[Zimanên Hindûewropî]] ye û di awayê dî da /h/ mîna dengê /h/ di peyvên [[erebî]] yên mîna ''Hesen û Hisên'' da dihêt bilêvkirin. Lê ev guhartina deng anko vaca /h/ di peyva ''heft'' da ramana peyvê naguhêrit. Bi vî awayî, herdu /h/ di zimanê Kurdî da [[alofon]] anko [[alîvac]] in. Lê di zimanê erebî da du vac in jiber ko ramana du peyvên ''herebe'' (bi erebî: حرب anko ''şer kir'') û ''herebe'' (bi erebî: هرب anko ''reviya'') ji hev cida ye. Mînakeka dî ya alîvacên zimanê kurdî alîvacên /s/ ne, di peyvên ''stran'' û ''sal'' da. Bi eşkirayî, kurd wan herdu /s/-an mîna hev bilêv nakin. Lê guhartina wan yek li cihê ya dî, ramanê naguhêrit.
|