Vac: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 1:
'''Vaç''' anko '''fonêm''', di [[zimanzanist|zimanzanistî|zimanzanistiyê]] da, awayê teorîk yê nîşadana [[deng (zimannasî)|dengên]] her [[ziman|zimanekî]] ye. Vaç dengekê zimanî ye ko bê amajekirina bib pêgeh an jihê wê di peyv an hevokê da dihêt pênaskirin. Vaç ew deng e ko eger di peyvê da bihêt guhartin [[raman (zimannasî)|ramana]] [[peyv|peyvê]] diguhêrit an hema dengekê bêyî raman çêdikit. Carina çend deng weha xwe nîşadidin ko yek awayê ramanî pêkdiînin, dibêjî qey heman deng in.
 
Jibo mînak di zimanê [[kurdî]] da, vaça /k/ û vaça /b/ hene. Dema di peyva ''bar'' da, cihê dnegê /b/ dengê /k/ birûnit, peyva ''kar'' çêdibit. Ramana ''bar''ê ji ''kar''ê cida ye. Lê di peyvên mîna ''heft'' da, bi eşkirayî [[kurd]] wê bi du awayan bilêvdikin ko di awayekî da dengê /h/ wekî piraniya [[Zimanên Hindûewropî]] ye û di awayê dî da /h/ mîna dengê /h/ di peyvên [[Erebî]] yên mîna ''Hesen û Hisên'' da dihêt bilêvkirin. Lê ev guhartina deng anko vaça /h/ di peyva ''heft'' da ramana peyvê naguhêrit. Bi vî awayî, herdu /h/ di zimanê Kurdî da [[alofon]] anko [[alîvaç]] in. Lê di zimanê erebî da du vaç in jiber ko ramana du peyvên ''herebe'' (bi erebî: حرب anko ''şer kir'') û ''herebe'' (bi erebî: هرب anko ''reviya'') ji hev cida ye. Mînakeka dî ya alîvaçên zimanê kurdî alîvaçên /s/ ne, di peyvên ''stran'' û ''sal'' da. Bi eşkirayî, kurd wan herdu /s/-an mîna hev bilêv nakin. Lê guhartina wan yek li cihê ya dî, ramanê naguhêrit.