Mistefa Gazî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
B Mustafa Gazi çû cihê Mistefa Gazî
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 1:
'''Mistefa Gazî''' (bi [[tirkî]]: ''Mustafa Gazi'') [[nivîskar]], [[lêkolîner]] û bestekarekî Kurd e.
 
Mistefa Gazî di sala [[1958]]'an de li gundê [[Şêxuliya Jêrîn]] ya bi ser [[Siwêreg|Siwêregê ]]ve ji dayik bûye. Dibistana seretayî, ya navîn û lîseyê li Diyarbekirê xelas kiriye. Demeke dirêj e di warê [[ziman]], [[zargotin]] û muzîka [[Kurdî]] de xebatan dike. Ew hem kilam û stranên Kurdî berhev dike û hem jî kilam û stranan çêdike. Di nav salên [[1991]]-[[2003]]'an de li [[Amed|Amedê]] dersên zimanê Kurdî daye. Di [[rojname]] û [[Kovar|kovarên]] Kurdî de xebatên wî hatine weşandin. [[Kilam]] û stranên ku wî çêkirine ji hêla kom û hunermendan ve gelek sal in têne xwendin. Strana wî ya yekemîn car afirandiye "Evîndar im" e. Strana wî ya herî navdar "Xerîb im" e. Strana wî ya bi Tirkiya Diyarbekirê û di terza blusê de hatiye çêkirin "Fîsqaya" jî gelek navdar e. Kilam û stranên wî ji hêla kom û hunermendên wek [[Koma DDKD]], [[Koma Pêşeng]], [[Koma Azad]], [[Koma Dengê Azadî]], [[Koma Dîjle]], Şiyar, Şîlan, S. Metîn, Siyabend, [[Zinar Sozdar]], Oruç, Şoreş, Selinay, Sabahattîn Xoce, Azad Bîlen, Yekbûn, Murat Kuçukavci, Alişan, İbrahim Nuhat ,Ferhat Kanat, Engin Derya, Evin Beyaz, Ercan Kan û hwd ve hatine xwendin.